'Em ê hesabê komkujiyan bipirsin'

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel diyar kir, sîstema TC a mêtinger bi zanebûn û rêk û pêk êrîş biriye ser gelê sivîl û eşkere kir ku wê hesabê van komkujiyan bipirsin û tola wan hilînin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:

"Sîstema TC'ê ya mêtinger ketiye nava şerekî mezin ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike û destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Dewleta Tirk a faşîst dagirker di vî şerî de ku bi polîtîkaya şerê qirkirinê dike, ji ber ku dike nake nikare ji aliyê leşkerî ve li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ser bikeve, bi maliyeteke mezin a aboriyê çekên teknolojiya pêşketî bi kar tîne û dixwaze xwe ji vê rewşa têkçûyî rizgar bike. Dewleta Tirk a mêtinger bi taybetî di çalakiyên hêzên me de yên 9 û 10'ê Mijdarê gelek kuştî da, lewma bi êrîşên giran ên hewayî li cih û warê sivîlan dide. Bi vî rengî dijminatiya xwe ya li gelê Kurd nîşan dide û dixwaze heyfa xwe ji gelê me hilîne.

'DEWLETA TIRK ÊRÎŞÊ DIBE SER GEL'

Artêşa TC a dagirker roja 30'ê Cotmehê bi balafirên şer êrîş bir ser malekê û Mizgefta Gundê Bêdadê yê wîlayeta Duhokê. 9'ê Mijdarê jî bi koordîneya balafirên keşfê mintiqeya Çemê Markê ya Geliyê Balîndayê ya herêma Amediyê-Şeladizê topbaran kir ku ev der cihekî tûrîstîk e û bi giranî sivîl lê ne. Di van êrîşan de bi şensê tiştek bi mirovên me nehat, lê mal û mizgefta gelê me hilweşiya û xisara madî li dikanên li vê herêma tûrîstîk bû.

'3 SIVÎL BI ZANEBÛN HATIN KUŞTIN'

Herî dawî doh (14'ê Mijdarê) li gundê Eredna yê Amediyê 3 mirovên me yên mêşên xwe yên hingiv sax dikirin, bûn hedefa artêşa TC û şehîd bûn. Ev êrîş ji bo çavtirsandin û tepisandina gelê me yê Başûr hate pêkanîn. Rehma Xwedê li mirovên me yên bi navê Remezan Ehmed, Dilovan Salih û Îsmaîl Hisên be ku di vê bûyera hovane de şehîd bûn. Serê xizm û dostên wan sax be.

'DIXWAZE ÇAVÊ GEL Û RÊVEBERIYA BAŞÛR BITIRSÎNE'

Bi van êrîşên dawî re jî careke din hate dîtin; dewleta Tirk a qirker mêtinger li kîjan parçeyî dibe bila bibe tevahiya gelê Kurdistanê dijminê xwe dibîne û dixwaze bitirsîne, bitepisîne. Ev zîhniyeta kujer ku ji bilî mirinê tiştekî din nade ber Kurdan, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo êrîşên xwe yên li dijî gelê me dike hincet. Bêyî li ber xwe bikeve, mirovên me yên sivîl û bê çek ên ji ber êrîşan şehîd bûn weke gerîlayên HPG'ê nîşan da. Dewleta Tirk di saziyên xwe yên çapemenî-weşanê de vê êrîşê bi vî rengî diweşîne.

Lê belê di serî de gelê herêmê, her kesên ku herêmê nas dikin baş zanin ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li van êrîşên ku êrîş lê hatine kirin qet nînin. Eşkere ye; dewleta Tirk a kujer baş zanîbû ku ev mirovên me sivîl in, li vî cihê sivîlan derketine pîknîkê û li bax-baxçeyên xwe dixebitîn. Li gel vê yekê çima êrîşê dibe ser herêmên wiha? Car carna bombeyan li derdora gundan dibarîne, bax û baxçeyên xera dikin û mirovên me yên sivîl dikin hedef. Gelo ji ber çi vê dike? Dewleta Tirk bi mejiyê 'Kurd ji bilî ço û lêdanê ji tiştekî fêhm nake' tevdigere, zext û zordariyê nîşanî gelê me yê li Başûr dide û dixwaze çavê gel û rêveberiya Başûrê Kurdistanê bitirsîne. Eşkere ye ku êrîş bi vê armancê bi zanebûn û plankirî hatiye kirin.

'WEZÎFEYA BINGEHÎN E KU XWÎNA MIROVÊN ME LI ERDÊ NEYÊ HIŞTIN'

Ev êrîşkarî û kiryar radixin pêş çavan ku sîstema TC a mêtinger bi zanebûn û rêk û pêk êrîşê dibe ser gelê me û bi derewan hewl dide van kiryarên xwe yên şoven, nîjadperest û komkujer binixumîne. Artêşa TC a dagirker 3 salên dawî li heman herêmê 14 mirovên me şehîd xist. Wezîfeya her hêzeke welatparêz e ku hesabê van komkujiyan ji artêşa Tirk a dagirker bipirse, tola wan hilîne û xwîna mirovên me li erdê nehêle. Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê (HPG) wê di vê mijarê de bêteredût gelê xwe biparêzin û ji bo hesabê vê komkujiya bi xwînxwarî li mirovên me hatiye kirin bipirse, têbikoşe.

Mirovên me yên welatparêz Remezan Ehmed, Dilovan Salih û Îsmaîl Hisên ku di vê bûyerê de şehîd bûn, di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî ked bûn. Li ser vê bingehê em careke din sersaxiyê ji malbatên van welatparêzan û gelê Başûrê Kurdistanê re dixwazin. Em careke din soz didin ku bi xurtkirina têkoşînê em ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin."