'Em ê bikin ku Kurd bi navê xwe tevlî rêveberiya Tirkiyeyê bibe'

Sancar li Qoserê axivî û got, "Ji bo çareseriyeke mayind divê Kurd weke kirde bên dîtin, nûnerên Kurdan jî weke aktorekî wekhev bê qebûlkirin." Sancar destnîşan kir, wê bikin ku Kurd bi navê xwe tevlî rêveberiya Tirkiyeyê bibin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li Bazara Genim serdana esnafan kir. Sancar beriya serdanê daxuyanî da û polîtîkayên hikumetê yên li ser herêmê rexne kir.

Sancar li Bazara Genim axivî û diyar kir ku meseleya destpêkê ya li herêmê DEDAŞ e yanî elektrîk e û got, "Yek ji sedemên bingehîn ên pirsgirêkên hilberînê ev yek e."

Sancar anî ziman ku Bazara Genim bersivê dide ji sedî 20 ê pêwîstiya zad a Tirkiyeyê û destnîşan kir ku polîtîkaya çandiniyê ya hikumetê û DEDAŞ li herêma Mêrdînê mexdûriyeteke mezin afirandiye.

Mîthat Sancar ragihand ku qutbûna elektrîkê ne meseleyeke ji rêzê ya fatûreyê ye û got, "Ev herêm bi zanebûn tê mexdûrkirin."

Sancar diyar kir ku têkçûna aboriyê ya li herêmê qeder nîne, lê belê tercîheke siyasî û aborî ye û wiha dewam kir: "Eger desthilatdariya li Tirkiyeyê bi rengê dijminane nêzî Kurdên li Sûriyeyê, bi vî rengî nêzî têkoşîna maf a Kurdên li Sûriyeyê nebûya, eger ew dever weke metirsiyeke etnîkî nedîtibûya û bi vî rengî nîşan nedabûya, hingî li her du aliyên sînor wê karên gelekî baş bihatina kirin."

Mîthat Sancar anî ziman ku ji roja şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kiriye li herêmê bazirganî rawestiya ye, barhilgir di nava zor û zehmetiyan de ne û got, "Ji ber ku li herêma Mêrdînê piştî çandiniyê sektora herî mezin jî barhilgirî ye. Hilweşîna aboriyê ya 7-8 salên dawî li herêmê bi rastî jî dramatîk e. Ev yek qeder nîne, mecbûriyetek jî nîne. Ev yek encama tercîhên siyasî û aborî ye."

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar got, "Armanca me ew e ku gelê Kurd bi nasnameya wan bigihînin asta rêveberiyê" û wiha dewam kir: "Bêguman em bê bang li desthilatdaran bikin ku çareseriyê biafirînin. Weke partiya muxalefetê li Meclîsê û li qadên cuda em ê pirsgirêkan bînin ziman û zextê bikin. Lê belê di mijara çareserkirina pirsgirêkan de gavavêtin zehmet dixuye. Armanca me ew e ku li gel we cihê xwe di rêveberiya welêt de bigirin. Em dixwazin gelê xwe li Tirkiyeyê bigihînin asta rêveberiyê. Em dixwazin gelê Kurd bi nasname û tercîhên wan bikin ku bibin rêveber. Bila kes bi navê Kurdan tevnegere. Em bi navê partiyê, armanca me ew e ku gelê xwe yekser bike rêveber. Bi piştgiriya we em ê partiya xwe mezin bikin. Em ê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin."

Sancar destnîşan kir, ti hewldanên ku Kurdan weke kirde nabînin nikarin pirsgirêkê çareser bikin û got, "Em zanin ku zîhniyeteke xedar heye ku derfetê nade rêveberiyên xwecihî jî. Lê belê armanca me ji vê jî wêdetir e. Em dibêjin; bi navê HDP'ê em ê bikin ku Kurd bi navê xwe cihê xwe di nava rêveberiya Tirkiyeyê de bigire. Ti hewldana ku Kurdan weke kirde qebûl nake nikare pirsgirêkê çareser bike. Ji bo afirandina çareseriyeke mayinde divê Kurd weke kirde bên dîtin, nûnerên wan jî weke aktorê wekhev bê qebûlkirin. Eger em karibin vê bikin em ê pirsgirêkên xwe bi hev re hîn zû û bi hêsanî çareser bikin."