‘Em civakeke wiha ne ku bi giyan û berxwedaniya 14’ê Tîrmehê têdikoşin'

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed bû mêvana Bernameya Rojeva Jin a Stêrk Tv û pêşketin û mijarên ku di hefteyê de bûne mijar nirxand.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed bû mêvana bernameya Rojeva Jin a Stêrk Tv. Serhed diyar got, ''Rêbertiya me bi tekoşîna xwe qedera gelekî da guhartin, ji bo wê êrîşên ku li ser Rêbertiya me têne meşandin êrîşên siyasî û îdeolojîkin.’''

Endama Rêveberiya PAJK’ê Ronahî Serhed di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku nêzîkatiyên li ser rêbertiya wab nêzîkatiyên siyasî û îdeolojîk e û domand: “Rojeva sereke û girîng rewşa tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî ye, vê tecrîdê bi xwe re gelek encam anîn. Tekoşîna Rêbertî bi rêxistinkirina ciwan, jinan û gel dest pê kir. Ji bo wê pêwîst e ku tekoşîna Rêbertî bi 20 salan nemîne. Rêbertî bi tekoşîna xwe qedera gelekî da guhartin, lê mirov dibîne nêzîkatiyên ku li hemberî rêbertiya me têne kirin nêzîkatiyên siyasî û îdolojîk in. Rêbertî di tekoşîna xwe de çareserî û baweriya gelekî derxiste holê, serokatiya me ev komplo pûç kir û di kesayeta jinê de pirsgirêka kêmnetewan û azadiya civakê pêşxist û perala wê danî.”

'NEKIRINA ROJEV A TECRÎDÊ TÊ WATEYA KU GOTINÊN WAN KEMÎN IN'

Serhed di dewama axaftina xwe de got, “Ev tekoşîna ku niha tê dayin tekoşîneke di navbera gelan û serdestan de ye. Rêbertî azadî, tekoşîn û vîna gelan temsîl dike,  rêbertî di tekoşîna 20 salan de ji bo azadî û çareseriyê têkoşiya, lê dijmin bi girankirina tecrîdê dixwazin desthilat û berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê ferz bikin. Bêguman yên ji der ve  wan destek jî dikin hene, ji bo wê di şexsê rêbertî de xwedî derketinek li vê berxwedan û tekoşînê girîng e. Girnakirina tecrîdê tê wateya rawesta li ser komployê û yê ku piştevaniya wê dike NATO ye. Em dibêjin çareseriya wê rêbertiya me ye, em xwe bi xwe bi çalakiyên xwe çareseriya xwe pêk bînin ew jî azadkirina rêbertiye.”

'ŞIKANDINA TECRÎDÊ XWEDÎDERKETINA LI NASNAMEYA AZAD E'

Serhed diyar kir mafê mirovan ji çareseriya doza Kurd û Kurdistanê de derbas dibe; çareserkirina doza Kurdistanê di azadkirina rêbertî re derbas dibe: “Ji bo wê biryara tevgera jinê ya li ser şikandina tecrîdê, tê wateya xwedîderketina li nasnameya azad. Her wiha hemleya ciwana ya Serî Hilde ev bi giştî sekina me ya parastinê û çalakiya me ya siyasî û xwedî derketina me pênase dike.”

Serhed di dirêjahiya axaftina xwe de çalakiya Leyla Guven pîroz kir got ku Tirkiye hêzeke jehrdar e û wiha pêde çû: “Li hemberî zulmê sekinandin erkekî exlaqî, insanî û siyasî ye, bêguman Leyla Guven jî bi navê kesên ku di mirovatiyê de israr dikin dest bi vê çalakiya xwe kir. Demek wiha ye ku her kes di nava lêgerînekê de ye, di aliyê leşkerî de bi çalakiyên gerîlayên HPG û YJA STAR’ê têkbirina faşîzmê ye. Çalakiyên gerîla û xwe pêşandanên gel sekna bi vîn a gel û gerîla û xwe belavkirina dijmin bi xwe re tîne. Bêguman destpêkirina gireva birçîbûnê biserxistina demokrasiyê ye û  pûçkirina desthilatdariyê ye. Çalakvanên me bi vê çalakiya xwe ya birçîbûnê erkên xwe yên siyasî û exlaqî pêk anîn, ji bo wê xwedî derketina li vê çalakiyê pir girîng û bi wate ye.”

'ÇI QAS ÇALAKÎ EW QAS TÊKÇÛNA FAŞÎZMÊ'

Serhed diyar kir ku di girtîgehên Tirkiyê de ji bilî qanûnên faşîst û desthilatdariyê tu qanûn pêk nayên: “Zextên dijmin li ser girtiyan pir zêde ye, yek mafên wan ne yên siyasî û mirovahî pêk nayên. Jixwe li hemberî wê xwedî derketina li rûmet, azadî û vîna xwe wê heya dawî biparêzin. Em gelekî wiha ne ku me rih û berxwedaniya 14’ê Temûzê nas kiriye, ji bo wê me jin û ciwanan astek pir girîng bi dest xistiye. Ji bo wê çareserî jî di destê me de ye. Niha dijmin wisa kiriye ku her der kiriye tecrîd, ji siyasetmedar, rojnemevan, nivîskar û hwd. kirine bin tecrîdê de û zindanek li der dora wan daye avakirin. Ji bo wê pêwîst e gelên Kurd, Tirk, demokrat û azadîxwaz dengê xwe bilind bikin û seknek xwedî derketinê nîşan bidin. Em nabêjin ku berxwedanî û tekoşîn nîne, lê belê têrê nake ji bo wê pêwîst e helwest û sekna me hîn xwirtir be. Dijmin di mejî û rih de tirsê ava dike, li hemberî wê jî tekoşîn û berxwedaniya gelê me ye ev jî wê bibe encama têkçûna AKP’ê ye. Mirov dikare bêje ku çiqas çalakî ewqasî têkçûna faşîzmê ye.”

'HER ŞAREDARIYEK JI BO GELÊ ME MEWZIYEKE DEMOKRASIYÊ YE'

Serhed bal kişande ser hilbijartinên xwecihî û destnîşan kir ku bi zanebûna pêşwazîkirina hilbijartinê xwe xurtkirina li hemberî faşîzmê ye: ''Biserxistina hilbijartina xwecih biserxistina çalakiyên demokrasiyê ye. Dijmin ji niha de bi tehdîtan dixwaze çavê gel bitirsîne, ji bo wê jî li hemberî xeta faşîzmê sazkarkirina xeta demokrasiyê girîng e. Her şaredariyek ji bo gelê me mewziyeke demokrasiyê ye, ji bo wê ne mumkin e ku mirov mewziyên xwe  berde,  ji ber ku xwedîderketina li mewziyên xwe, xwedîderketina li demokrasiyê ye.''

''GELÊ ME YÊN BAŞÛR DIKARE RÊ LI BER VAN ÊRÎŞAN BIGIRE'

Serhed di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser êrîşên YNK’ê yên li ser sazî û dezgehên gel û got ku ev êrîş xizmeta gelê Kurd û demokrasiyê nakin: “Ev nêzîkatî û êrîşên li ser navendên Tevgera Azadî xizmeta gelê Kurd, biratî û demokrasiyê nakin, li dijî wê, xizmeta dagirkeriyê dikin. Ev êrîş bi zanebûn têne kirin, ji bo wê yekîtî û hevgirtina Kurdan girîng e. Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze îradeya gelê Başûr bişkîne, bêguman li hemberî wê bersivek tund pêwîst e. Eger em niha pêşiya van êrîşan negirin eger îro Tevgera Azadî bû wê sibe saziyek din be.”