Elmanyayê li ser referandûmê hişyarî da

Elmanyayê careke din bi awayekî vekirî ragihand, ku li dijî referandûma li Başûrê Kurdistanê ye. Rêveberên partiya CDU ku partiya Serokwezîr Merkel e, diyar kirin ku referandûm hevkariya leşkerî ya bi pêşmergeyan re tê kirin, dixe rewşeke xetere.

Rayedarên partiyên CDU û CSU ku li Elmanyayê desthilatdar in, bi awayî vekirî eşkere kirin ku ew ji ber referandûma tê plankirin li Başûrê Kurdistanê were kirin, aciz in.

Beriya hilbijartinên sibe yên li Elmanyayê, rêveberên CDU û CSU xwestin, ku ji ber referandûmê hevkariya leşkerî ya sê salan di çarçoveya têkoşîna dijî DAIŞ'ê de bi pêşmergeyan re tê kirin, bê rawestandin.

Endamê Komîsyona Parastinê ya Meclîsa Federal ê ji CDU Roderîch Kîesewetter, ji rojnameya Stûttgarter Zeîtûng re axivî û di vî warî de hişyarî da.

Kîesewetter got, "Hewldanên serxwebûnê yên rêveberiya Kurd a Bakurê Iraqê, ne tenê ewlekariya herêmê dixe nava xeteriyê, di heman demê de hevkariya artêşa Elman jî dike mijara nîqaşê."

Siyasetmedarê Elman îdîa kir, ku mafê jiyanê yê dewleteke Kurd li herêmê nîne û got, "Kurdistaneke serbixwe tê wateya parçebûna Iraqê û ev yek jî wê li herêmê rê li ber şerekî nû veke."

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir, Elmanyayê li gel alîkariya çekan a bi Başûrê Kurdistanê re, her wiha wezîfeya perwerdekirina pêşmergeyan jî dabû ser milê xwe.