Elmanyayê 35 DAÎŞ'iyên Elman ên di destê YPG'ê de ne ji bîr kir!

Elmanya li bara 35 DAÎŞ'iyên welatiyên Elman ên di destê YPG'ê de ne, xwe ker dike. Rêveberiya Rojava jî careke din bang li Berlînê kir û got, "Xwedî li welatiyên xwe derkevin, bi erka darizandina wan rabin, naxwe em ê li rêyeke din bigerin."

Rayedarên rêveberiya Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyeyê, li ser çeteyên DAÎŞ'ê yên di dema paqijkirina herêmê de bi saxî ketin destê hêzên wan, gelek caran bang li welatên rojavayî kirin. Di encama operasyonên yekîneyên taybet ên YPG'ê de 2700 DAÎŞ'î hatin girtin û niha li girtîgehên li Rojavayê Kurdistanê ne.

800 ji van ji 46 welatên cuda ne ku piraniya wan ji welatên rojavayî ne. Rêveberiya Rojava bi taybetî bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Fransa û Elmanyayê kiribû ku bikevin dewrê û bi erka darizandina DAÎŞ'iyên biyanî rabin. Li gorî lêkolîna Koma Medya ya Fûnke ku gelek saziyên çapemeniyê yên Elman endamê wê ne, 35 ji van DAÎŞ'iyan welatiyên Elman in. 10 ji van mêr in, 10 jin û 15 jî zarok in.

'DAÎŞ'IYÊN BIYANÎ JI BO ME BAREKÎ GIRAN E'

Tevî ku mijar demeke dirêj e di çapemeniya Elmanyayê de ye û gelek caran bang hate kirin, rêveberiya Berlînê li bara DAÎŞ'iyan xwe ker kir. Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer ji rojnameyên ser bi Koma Medyayê ya Fûnke re axivî û ji Elmanyayê xwest ku li pêşberî rewşa DAÎŞ'iyan bêdeng nemîne. Omer diyar kir, çeteyên ku welatiyên welatên biyanî ne, ji bo wan barekî giran e û wiha dewam kir:

"Em naxwazin van kesan li herêma xwe serbest berdin. Nikarin wan darizînin jî. Eger di serî de DYA, Fransa û Elmanya; welatên rojavayî bi erka xwe ranebin em ê jî ji neçarî li alternatîfên cuda bifikirin. Ev kes nabe ku li vir li girtîgehan bimînin. Ji xwe êrîşên dewleta Tirk karê me girantir dike. Dike ku em nema karibin van kesan li girtîgehê bihêlin."

'ELMANYA KETIBÛ REWŞEKE WELÊ KU ENDAM JI DAÎŞ'Ê RE DIŞAND'

Berdevka Karên Hundir a Partiya Çep a Elman Ûlla Jelpke li ser DAÎŞ'iyên di destê YPG'ê de ne beriya niha bi çend rojan bang li hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel kiribû. Jelpke gotibû, "Divê Elmanya bi erka darizandina DAÎŞ'iyên welatiyên Elman rabe."

Jelpke bi bîr xisitbû ku ev kes ji Elmanyayê tevlî nava DAÎŞ'ê bûn û ev bang kiribû: "Cihê ku ev kes jê çûn Elmanya ye, lewma berpirsyarî jî divê ya Elmanyayê be. Elmanya bû welatekî welê ku 'endam ji DAÎŞ'ê re şand'. Elmanya ku di heman demê de endamê koalîsyona têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ye, divê vê pirsgiêkê ji nedîtî neyê. Girgîng e hikumeta federal têkiliyeke fermî bi hêzên Kurd re deyne û DAÎŞ'iyên ku qala wan tê kirin bîne Elmanyayê."

HERÎ KÊM HEZAR KES JI ELMANYAYÊ TEVLÎ NAVA DAÎŞ'Ê BÛN!

Tê texmînkirin, hejmara çeteyên ku ji Elmanyayê çûn Sûriye û Iraqê û tevlî nava DAÎŞ'ê bûn, hezar derbas kiriye. Tê gotin, yek ji pênc paran jin in û beşeke zêde jî yên kêmî 30 salî ne. Li gorî Daîreya Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, yek ji sê parên 'Îslamiyên tund' ên çûn Sûriye û Iraqê, careke din li Elmanyayê vegeriyane.

Saziyên fermî yên Elman ragihandin ku 35 ji sedî yê van kesan welatiyên Elman in, 27 ji sedî jî xwedî statuya cotwelatî ne. Balkêş e ku di nava welatiyên Elman ên tevlî DAÎŞ'ê bûne de, herî zêde yên bi eslê xwe Tirk in hene.