Elmanya li peyv hev du  jest ji rejîma Erdogan re kir

Hikûmeta Elman a bi seroktiya Merkel ku dixwaze bi rejîma Erdogan re têkiliyeke nerm çêbike, hem hişyariya li ser geşta li Tirkiyê nerm kir û hem jî sînordariyên li ser şîrketên Elman ên krediyan û mîsogeriyên veberhênanê rakir.

2017 di navbeyna Berlîn û Enqerê de weke saleke ku ‘ciwaba hev dane’ derbasî dîrokê bû; dewleta Elman  mîtîngên AKP’ê qedexe dikir û Erdogan jî li pey hev welatiyên Elman rehîn digirt. Piştî ku parezvanê mafê mirovan Peter Steudtner hate destgîr kirin êdî ev nehate daqurtandin.

Rêveberiya Berlînê piştî girtina Steudtner li dijî rejîma Enqerê 20’ê Tîrmeha 2017’an rêzebiryarek stanibû. Di serê van de jî ‘hişyariyên li ser geştê’ yên li Elmanên ku wê biçin Tirkiyê û sînordarkirinên li ser kredî û mîsogeriyên veberhênanê yên li ji bo şîrketên Elman ku  li Tirkiyê kar dikin.

Lê seyr e ku ev biryarên pêkirinên aborî roja ku kete sala duyan de hatin rakirin. Daxuyaniya pêşî Wezareta Karê Derve ya Elman da. Wezaretê di malpera xwe ya fermî de piraniya biryarên pêkirinê yên li ser Tirkiyê rakir.

Hikûmeta Merkel li Tirkiyê bi rakirina Rewşa Awarte re veguherindina ber bi rejîma yek destî ji nedîtî ve hat, ji bo nermbûna li ser biryara hişyariya geştê rakirina Rewşa Awarte hincet nîşan da. Lê hê jî di daxuyaniya Wezaretê de hişyariya, ‘’Li Tirkiyê rizikoya destgîrkirina we zêde ye’’ hê jî dimîne.

WEZARETA ABORIYÊ NEGOT BÊ KA ÇIMA BIRYARA WXWE GUHERANDIYE

Jestek ji bo rejîma Erdogan ku di nav krîza aborî de maye ji Wezareta Aboriyê ya Elman hat. Li gorî nûçeyeke ku di îro di rojnameya FAZ’ê de cih digire, sînordariyên li ser krediya bi navê Hermes û mîsogeriyên veberhenên ku ji bo şîrketên li Tirkiyê dixebitin, hatine rakirin.

2017’an dema ku bi rejîma Erdogan re krîz hebû kredî û mîsogeriyên veberhênanê bi 1,5 milyar Euro. hatibû sînordakriin. Lê diyar bû ku par dilsozî vê sînordarkirinê nemane û ev hildane 1,57 miyar Euro. Wezareta Aboriyê jî sedema wê negot bê ka çima hema ji nişka ve ev sînordarî hatiye rakirin.

Jestên ji bo rejîma Erdogan din av muxalefetê de bû sedema helwestan. Ji partiya çepgir wekîl Alexander Neu li ser van du biryaran jî got, hetîketî ye. Neu got, li gel ku li Tirkiyê rewş ji ti alî ve baş nebûye jî, ev du biryarên ku hatine standin wan didin fikirandin.

Biryarên pêkirinên aborî û geştyarî ku Elmanya salekê li ser rejîma Erdogan standibûn jixwe bi giştî pêk nehatibûn. Hikûmeta bi lîdertiya Merkel bi Enqerê re li ber kameran dikete devjeniyan lê li pişt deriyên gritî têkiliyên siyasî û aborî bêyî ku tiştek biuhere berdewam dikirin.