Elmanya dixwaze penaberê Kurd teslîmî Tirkiyê bike - HATE NÛKIRIN

Ji bo Kurdê penaber Idrîs Îsen ku par xwe li Elmanyayê girt, Daîreya Koç û Penaberan biryareke skandal da. Daîreyê xwest ku Îsen ê ku yekîneyên ewlehê gotî,''Bi Interpolê li te digerin, ji Elmanyayê dernekeve'' teslîmî Tirkiyê bike.

Idrîs Îsen ku dema salên zanîngehê ji ber têkoşîna demokratîk 6,5 sal ceza lê hatî birîn piştî ku cezayê wî li Dadgeha Bilind a Tirk jî hate pejirandin 2011'an xwe li Başûrê Kurdistanê girt. Îsen ku bi salan li Baaşûrê Kurdistanê endazyariya înşeatê kirî ji be zextên PDK'ê yên ji 2018'an û pê de wî jî nesîbê xwe dît û par hate Elmanyayê daxwaza û xwe li Elmanyayê girt.

Daîreya Koç  û Penaberiyê (BAMF)  li daxwaza penaberbûnê ya Esen ê ku li eyaleta NRW'ê li kampê dima nerî û biryara redê da. Di biryara 18 rûpelî da ya ku ketî destê ANF'ê BAMF'ê pesnê rejîma Erdogan daye û gotiye Tirkiye dewleta hiqûqê ye. BAMF'ê biryarên ku daraza Tirk dayî yek bi yek bi kar anî, ji bo Îsen got, ''Ji bo endamtîya li rêxistina terorê cezayê hepsê lê hatiye birîn û ji ber vê îdîa ku ti mafê Esen nîne ku xwe li Elmanyayê bigire.

'LI TIRKIYÊ LI HEQÊ XWE BIGERE'

Daîreyê her wiha îdîa kir ku li Tirkiyê darizandineke dadmend heye û xwest ku Îsen biçe Tirkiyê û li wir li dijî cezayê xwe îtîrazê bike. Di biryarê de her wiha tê gotin li Tirkiyê darizandineke dadmend heye û li ser daneyên hikûmeta Elman hate îdîakirin ku li Tirkiyê êşkenceyha sîstematîk nîne, bi ser de hate gotin li girtîgehên Tirkiyê standartên Yekîtiya Ewropayê tê bicihanîn.

Di biryarê de kitekiteke dî ya balkêş gortinên derheqê biryara lêgerînê ya Interpolê ya derheqê Îsen e. BAMF balê dikişîne ser ku biryara girtinê ya derheqê Esen 2015'an ji bo Interpolê hatiye ragihandin û hate gotin ,''Ji ber sedema ku bi rengekî zêde ya girtinê ya li ser Tevgera Gulen a Tirkiyê ji 15'ê Tîrmeha 2016'an û vir ve agahiyên ku didin Interpolê netê têne hesibandin, lê derheqê we 2015'an Interpolê biryar daye.''

ELMANYA BI INTERPOLÊ RE ÇI BAZARÎ KIR?

Îsen li dijî biryara BAMF'ê helwest nîşan da û got, ''Ji ber zextên PDK bêgav mam ku Başûrê Kurdistanê biterikînim, niha jî li Elmanyayê bi biryare derî hiqûq re rûbirû me.''

Îsen got Îlona bihurî xwqe li Elmanayê girtiye û Kanûnê yekîneyên ewlehiyê jê re gotine, ''Tirkiye bi ınterpolê li we digere, heke hûn ji Elmanyayê derkevin hûn ê bêne girtin''. Îsen her wiha got, ''Dixwazin biryara Interpolê bikin hincet û niha dixwazin ku min bidin Tirkiyê.''