Efrîn wê bersivê bide dagirkeriyê

Yek ji endamên Fermandariya YPJ'ê ya Efrînê Nûjîn Dêrik got, bi sewqiya dawî re xuya ye dewleta Tirk bi tena serê xwe jî bimîne wê amadekariya dagirkirina Efrînê bike û destnîşan kir, ew amade ne bersiva pêwîst bidin.

Operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakurê Sûriyeyê, ku di 24'ê Tebax 2016'an de dest pê kir, dewam dike. Ev hefteyeke jî di ser Ezazê re gelek tank, top, maşînên zirxî, çete û leşkeran derbasî herêmê dike. Xuya ye, dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan, ku bi Cenga Mezin a rizgarkirina Reqayê re hemû hesabên xwe xera bûye, vê veguhastina leşkerî bi destûra rejîma Baas, Îran û Rûsyayê dike û hewl dide bi rengekî berfireh bikeve nava operasyoneke dagirkirina Efrîn û Şehbayê. Yek ji endamên Fermandariya YPJ'ê ya Kantona Efrînê Nûjîn Dêrik der barê mijarê de bersiv da pirsên ANF'ê.

Nûjîn Dêrik piştrast kir, ku dewleta Tirk amadekariya êrîşa li dijî Efrîn û Şehbayê dike û li gorî agahiyên Dêrik da; dewleta Tirk di nava çend rojên dawî de maşînên zirxî, tank, top, obus û gelek hêzên xwe li aliyê Ezaz, Marê û Raî bi cih dike. Armanca xwe ew e ku ji Ezaz û Marê heta Qastelê êrîşî Efrînê bike. Çeteyên wê yên ku bi navê 'Mertala Firatê' li hev civandiye, wê piştgiriyê bidin. Ev çend roj in veguhastina obus, hawan, tank û çekên giran qet nesekinî. Ev çend roj in ji xeta Şebhayê bi çekên giran êrîş tên kirin.

TIRS Û XOFA KU REQA YA AZAD DIXE DILÊ WAN

Nûjîn Dêrik got, piştî ku Koalîsyona Navneteweyî eşkere kir ew ê destekê bide QSD'ê ku amadekariya rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ'ê dikir, dewleta Tirk kete nava panîkê. Dêrik ragihand, ji ber ku li Minbic û Girê Spî bloke bûye, hemû giraniya xwe da ser Şehba û Efrînê û destnîşan kir, bi nêzbûna rizgariya Reqayê re amadekarî ji hewldaneke nû ya dagirkeriyê re dikin. Fermandara YPJ'ê anî ziman, ku ji dewleta Tirk a dixwaze pêşî li serketina QSD'ê ya li Reqayê bigire, hemû nebaşî tê û bibîr xist, ku Îdlib ji ber ku li ser sînorê Efrînê ye, tevlî "herêma ewle" hatiye kirin.

JI CERABLÛSÊ HETA ÎDLIBÊ

Nûjîn Dêrik da zanîn, dewleta Tirk qîma xwe bi çeteyên ku li ser navê wê şer dike nîne, bi xwe dixwaze li Îdlibê hebe û diyar kir, ku dewleta Tirk dixwaze Skenderûn û vê herêmê bi hev ve girê bide, ji Cerablûsê heta Îdlibê korîdorekê veke.

BI TENA SERÊ XWE JÎ BE DIBE KU ÊRÎŞ BIKE

Nûjîn Dêrik diyar kir, dewleta Tirk di dema dawî de ji bo zemîna rewabûna êrîşên li dijî Bakurê Sûriyeyê çêbike, bi navê 'malovan' komeke çete ava kiriye û desnîşan kir, ku ew ne bawer e ev yek li cîhanê rewa bê dîtin. Fermandar Dêrik her wiha anî ziman, ku dewleta Tirk çi rewa be çi jî ne rewa be, bi tena serê xwe jî bimîne dibe ku êrîş bike.

DESTEKA BLOKA RÛSYAYÊ BI GUMAN E

Ji Fermandarên YPJ'ê Dêrik ragihand, heta niha dane li ber destê wan nîne ku bêjin Îran, Rûsya û Sûriye hevparê plana Tirkan a li dijî Efrînê ye û got, lê belê ew dizanin, ku dewleta Tirk ji bo pêşî li operasyona Reqayê bigire, dikare her tiştî bike.

GIRTINA RÊYA HELEBÊ

Nûjîn Dêrik da zanîn, ew girtina rêya Helebê ji aliyê rejîma Baasê ve weke pirsgirêkek demkî dibînin û got, "Ev yek pirsgirêkeke rojane ye. Em weke helwesteke gelekî cidî û mayinde nabînin. Rewşeke ji ber Reqayê rû daye, lê ji bo çareserkirina wê hewldanên me didomin. Hêvîdar im wê di demeke kin de çareser bibe."

ROJANE ÊRÎŞ DIKIN

Nûjîn Dêrik diyar kir, artêşa Tirk û çeteyên wê rojane êrîş dikin, lê bersiva xwe digirin û bibîr xist, Serokkomarê Tirk ji roja Înê û vir ve Rojava û Bakurê Sûriyeyê dike hedef. Dêrik got, "Aliyê Tirk gotina 'em ê ti carî destûrê nedin' her dubare dike. Heta ku em jî hebin, wê kes nikaribe pêşî li azadiya Bakurê Sûriyeyê bigire. Di vê oxirê de em ê her berdêlê bidin."

HÊZA ME HEYE KU PÊŞÎ LÊ BIGIRIN

Endama Fermandariya YPJ'ê ya Kantona Efrînê Nûjîn Dêrik destnîşan kir, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk amadekariyên wan hene û ev agahî da: "Hêzên me li eniyê, li xeta parastinê bi cih bûne. Me hemû derfetên xwe xistin dewrê. Hem weke Eniya El Ekrad, hem jî YPG û YPJ, em amade ne bersiva her êrîşekê bidin. Hemû hêzên me, bi berxwedana gelê me ya bi pêşengiya jin û ciwanan, em ê pêşî li êrîşên dewleta Tirk a faşîst bigirin. Em ji xwe û gelê xwe piştrast in. Bila dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP'ê bi vê zanibe; Çi dikin bila bikin, wê bi ser nekevin. Çiqasî êrîş bikin jî, hêza me heye ku em pêşî lê bigirin."