Efrîn ne pariyekî biçûk e; wê di qirika we de bimîne!

Gotara Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, ku ji bo Ozgurlukçu Demokrasî nivîsandî.

Van rojên dawî dewleta Tirk careke dî li dijî Efrînê dengê xwe bilind kir, dibêje wê her tiştî tevlî hev bikin û gefên giran li Kurdan xwarin. Bi ser navçeyên Efrînê de gelek top avêtine û tevgera xwe ya li ser sînor zêde kirin. Heta niha Rûsya bêdeng e. Ev bêdengî tê maneya ku van topavêtinan dipejirîne. Tirkiye wiha difkire ku wê bikaribe bikeve Efrînê û li wir bimîne. Lê her wiha dizane ku li Efrînê kemîneke mezin li ber e. Ditirse ku Efrîn jê re bibe goristan. Ji bo vê bi her cure zext û gefan dixwaze gel bitirsîne û wiha zextê şer li ser bike.

Heke Rûsya bi vî hesabî difikire ku wê Idlibê bixe kontrola rejîmê de şaş dike. Idlib ne Heleb e, ne Humus û ne Hema ye. Idlib li ser sînorê Tirkiyê ye. Destek û kana ji bo hêzên çekdar qut nabe. El Nusra bi hevkariya Tirkiyê tevdigere. Tirkiye ji bo ku li xaka Sûriyê bi cih bibe desteka xwe nabire. Efrîn di navbeyna Tirkiyê û Rûsyayê de wê nebe bersiva Idlibê. Bixwaze jî nabe. Efrîn li dijî dagirkeriyê wê li ber xwe bide. Şerê Idlibê jî wê dirêjtir bibe.

DYA li ser erîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê zêde xwe berpirs nabîne. Ji ber ku ti hêza DYA’yê li vir nîn e. Rûsya li vir zêdetir xurt e. Gelo wiha DYA dikare xwe ji berpirsyariyê xilas bike? Na. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye. Welatekî endamê NATO’yê bê destûr nikare bikeve xaka welatekî dî. Bê destûr li diji welatekî dî nikare çekê bi kar bîne.

Ji ber sedema ku Tirkiye endamê NATO’yê ye, berpirsyariya DYA’yê ya li ser hewldanên li ser Efrînê zêdetir dike. Ev rewş jî gelek sedeman bi xwe re tîne ku DYA li ser êrîşên li ser Efrînê mudahele bike. Ev ê çawa bibe? Li hêlekê destekê dide Kurdn û li hêla dî destûrê dide êrîşên li dijî Kurdan. Ev nakokiyeke mezin e. DY heta niha destekeke mezin da projeyên ji bo tinekirina DAÎŞ’ê. Diyar dike, ji niha û pê de jî ji bo aramiya herêmên azadkirî wê destekê bide. Ev projeya ji nû ve avakirinê ye. Vê Tirkiyê dîn û har kir. Tirkiye dibêje, heke gefê li Kurdan bixwe DYA wê desteka xwe ji Kurdan bibire.

Lê Tirkiye nafikire, ji bo çareseriya kêşeyê neçar e ku divê gavan bavêje. Çareseriyeke mayinde wê bandora xwe li tevahiya herêmê bike. Lê Tirkiye tim li ser şer tercîha xwe dike. Li ser rêya şer rawestiyaye. Ka em binerin DYA wê Tirkiyê çendî ji şer dûr bigire? Diyar e ku ev hewldanên dawî ne. An Tirkiye wê aştiyê qebûl bike û çareseriyê bîne an jî di li ser şer raweste û têk biçe.

Ên ku li dijî projeya Bakurê Sûriyê ya ku geş dibe li ber xwe didin û şer dikin wê şaşîtiyeke mezin bikin. Ji bo vê jî ev proje bi ser ketî ye. Tenê bi vê projeyê wê bikaribe hilmekê bistîne. Hemû hewldanên dî wê gelên Sûriyê tevahî tengezar bikin û bixin nav berpirsyariyê.

Tenê yên ku li berjewendiyên xwe difikirin vê projeyê qebûl nakin. Ji bo vê jî li dijî projeya demokratîk li ber xwe didin. Herêma Bakurê Sûriyê dikeve pêvajoyeke nû. Hazir e ku ji bo hemû Sûriyê bibe mînak. Azîne û rengê rêveberiyê giring . Ev rengê rêveberiyê ji bo Rojhilata Naîn dibe modêla rêveberiyê. Heke desteka DYA’yê baş were xwnedin wê wiha dibe. Ne projeya parçebûnê ye lê berovajî vê ye. E hêza nû tê perwerdekirin. Di bin navê QSD’ê de dibe. Ne cuda ne. Lê hem Tirkiye û hem rejîm vê pir mezin dikin û dikine hênceta êrîşan.

Her demê hincet hene. Her gava ku tê avêtin ji bo dewletên mêtinger dibine hinceta şer. Li dijî her serketinê reşkirinê dikin. Ev siyaseta şerê taybet a wan hêzan e. Li dijî guherînê ne. Em ji vê projeya xwe bawer in. Ev proje li gorî rastiya civaka Sûriyê ye. Li dijî hewldanên kaosê rêbazeke mezin a çareseriyê ye.

Hêzên li Sûriyê divê vê rastiyê bibînin û destekê bidin vê projeyê. Li şûna ku li cem hêzên serwer rawestin, li cem projeya demokratîk bimînin wê rastir be û zêdetir encamgir be. Efrîn wê pişta hemû êrîşan bişkîne. Tirkiye weke ku parçeyek ji wan be nêz dibe. Lê divê her kes bizanibe ku Efrîn ne pariyekî biçûk e. Wê di qirika her kesî de bimîne. Efrîn bi eniyên mezin tê parasti. Wê li ber xwe bide û bi ser bikeve. Gelê Efrînê bi xwe bawer e. Wê dijmin li erdê rast bike. Di dîrokê de tim wiha bûye. Ti caran serî netewandiye. Her carê li ber xwe daye û bi ser ketiye.