Duran Kalkan: Eyaleta 17’an a Elmanyayê Tirkiye ye

Endamê Komîteya Rêvebir ê PKK’ê Duran Kalkan têkiliyên Tirkiye-Elmanya û polîtîkaya Elmanyayê ya PKK-Kurdan nirxand.

25 sal ji ser qedexeya Elmanyayê ya li ser PKK’ê derbas bû. Wezareta Karê Hundir a Elmanyayê ya ku her sal qedexeya li ser PKK’ê nû dike, hefteya borî jî girte ser saziyên Kurdan.

Elmanya ya ku 30 sal in piştgiriya Tirkiyeyê dike, ji destpêka salên 1980’î li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdan ‘provokatîf’ û ‘tasfiyekar’ tevdigeriya. Endamê Komîteya Rêvebir ê PKK’ê Duran Kalkan ê ku ji sala 1988’an heta 1994’an li zindanên Elmanyayê de dîl hatibû girtin,  têkiliyên Tirkiye-Elmanya û polîtîkaya Elmanyayê ya PKK-Kurdan nirxand.

Duran Kalkan diyar kir ku Tirkiye hikumeta Elmanyayê wekî ya xwe dibîne û destnîşan kir ku Elmanya ji çend eyaletan pêk were, mirov dikare Tirkiyeyê jî li wê zêde bike. Kalkan got ku, “Ji ber ku karkerên Tirk çûn Elmanyayê, li wê derê civak jî ketin nava hev û têkiliyên wan bi hev re zêde bûn.

Kalkan têkildarî mijarê axaftina xwe wisa domand, “Di salên 1980’î de em hîn bûn ku Maseya NATO’yê ya Tirkiyeyê yê li Elmanyayê ye. Erê navenda NATO’yê li Brukselê ye lê maseya Tirkiyeyê li Elmanyayê ye. Ji ber têkiliyên ekonomîk û stratejîk ev maseya Tirkiyeyê ya NATO’yê li Elmanyayê hatiye bicihkirin.

Ji ber vê jî biryargeh û navenda rêveberiya derbeya faşîst a 12’ê Îlonê pêk aniye, Elmanya ye. Rêveberiya 12’ê Îlonê ne ji Enqereyê lê ji Elmanyayê hate birevêbirin. Beriya her kesî Elmanyayê êrîşî têkoşîna PKK’ê û amadekariyên gerîlayan kir. Elmanyayê hêz da meylên tasfiyekar û cudakar. Gelek sîxur amade kirin û ew şandin ser PKK’ê.

Piştî 15’ê Tebaxê biryargeha ku li hemberî gerîlayan şer meşand ji Enqereyê zêdetir Elmanya derket pêş. Elmanya li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi tenê dijminatiyê nake, ji bo têkçûna vê tevgerê stratejî û taktîkan jî çêdike. Ango şerê li dijî PKK’ê di salên dawîn de ji ser Elmanyayê tê kirin û koordînekirin.”

Kalkan têkildarî polîtîkaya Elmanyayê ya li ser Kurdan jî got ku, “Gelo bi rastî jî polîtîkayeke Elmanyayê ya li ser Kurdan heye? Ya rastttir gelo Elmanya hebûna Kurdan qebûl dike yan na? Kurdan wekî gel dibîne yan na? Mafên ku dide gelên din, gelo dide jî Kurdan, vî tiştî qebûl dike? Ev hemû tişt ne zelal in.

Li Elmanyayê gelek siyasetmedar ji her kesî zêdetir qala mafên mirovan dikin, qala Kurdan dikin. Têgehên wekî ‘mafên Kurdan’ li Elmanyayê zêde tê bikaranîn. Di dema rûniştina me ya li Düsseldorfê de jî dadger û dozger bi vî awayî nêz dibûn. Dadgerê dadgehê ji min re got ku, “Em piştgiriya hebûna Kurdan û gelê Kurd dikin, lê PKK rêxistineke terorê ye, em li dijî vî tiştî ne.

Parêzerê min jî gotibû ku ‘Kurd=PKK=Apo’ gotibû ku formul ev e. Kesên ku vê formulê qebûl nekin, heke qala hebûn û mafê Kurdan bikin ew ê tu qîmeteke wê ya pratîk tunebe. Wê demê polîtîkayên Tirkiye-Elmanyayê ne zêde baş bû. Hikumeta Elmanyayê dixwest Tirkiyeyê di warê ekonomîk de sûdê jê bigire.

Di dadgeha Düsseldorfê de dozger digot, “Elmanyayê rexne nekin, têkiliyên Elmanya-Tirkiyeyê rexne nekin lê hûn dikarin ji rêveberiya Tirkiyeyê re bibêjin faşîst.” Bi vî awayî dixwestin li ser Tirkiyeyê zextan bikin. Dixwestin ku ji ser me, Tirkiyeyê tehdît bikin, ji bo ku bikaribin sûdê ji ekonomiya Tirkiyeyê bigirin. Di vê çarçoveyê de mirov dikare li polîtîkaya Elmanyayê ya li ser Kurdan binirxîne. Derdê wan ev e ku zextan li Tirkiyeyê bikin. Elmanya ji Tirkiyeyê re dibêje ku, ‘heke hûn xwestekên me cih neynin em ê Kurdan tahrîk bikin.’ Elmanya li Kurdistanê naxwaze tiştekî bike. Dixwaze mafên Kurdan ji xwe re bike sedema mêtingeriyê. Li hemberî Tirkiyeyê vî tiştî dike, li hemberî Îranê vî tiştî dike.”

Kalkan têkildarî têkiliya PDK û Elmanyayê jî diyar kir ku, “PKK îradeya Kurdên azad temsîl dike. Heke Elmanya PKK’ê qebûl bike ew ê tê wateya ku ew ê nikaribe li Kurdistanê li gorî xwe tevbigere. Lê PDK ne wisa ye.  Tu îradeya PDK’ê tune. Berevajî vî tiştî dema ku mirov têkiliyê bi PDK’ê re deyne, tu dikarî wan talan bikî, ji wan bidizî û her wekî din.

Ji ber vê jî Elmanya ne nikare hebûna Kurdan qebûl bike. Gotinên wê yên Kurd û Kurdistanê jî, ji bo mêtingeriya wê ye. Kî derfetên mêtingeriyê bide wê têkiliyên baş bi wan re datîne, lê kî pêşiya wan bigire ji wan re dibêje ‘terorîst’. Ji ber vê jî divê mirov nebêje ku, Elmanya hebûna Kurdan nas dike û mafên wan ên demokratîk diparêze. Di pergala Elmanyayê de tiştekî wisa hîç tune. Berjewendî, kar û mêtingerî li ba wan heye. Ji ber vê jî di warê dîrokî de her dem bi çavên dijber li Kurdan dinihêrin. Hebûna Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurdan ji xwe re wekî dijmin dibînin.”

Kalkan têkildarî qedexeya Elmanyayê ya li ser PKK’ê jî got ku, “Di Mijdara 1993’an de rojek mabû ji salvegera PKK’ê ya 15’emîn re, lê hikumeta Elmanyayê û parlementoya wê PKK’ê qedexe kir. Li gorî min dema Elmanyayê biryara vê qedexekirinê da li dîroka salvegerê nenihêrî. Li dadgehê nihêrî. Girtina 6 salan didomiya, tu sûc nikaribûn îspat bikirina û nikaribûn ceza jî bidana. Ev dadgeh li ser wan bûbû barek. Ev darizandin bi propagandayên mezin hatibû destpêkirin lê di 6 salan de nikaribûn tiştekî safî bikin. Di vê meseleyê de herî zêde dadger û dozgerên dadgeha Düsseldorfê bi fikar bûn.”

Kalkan têkildarî bidawîkirina dadgehê jî got ku, “Beriya biryara qedexekirinê dadger û dozger xwestibûn ku bi me re li hev bikin û vê dozê bi dawî bikin. Xwestin bi me re hevdîtinekê bikin, me jî got temam bila werin. Rojekê di hucreyên me de ligel parêzerên me bi dadgeran de civîneke bazariyê kir. Meseleya bazariyê ev bû, wan ji me re gotin ku, ‘Em dixwazin vê dozê bi dawî bikin. 6 sal in hûn girtî ne, Elmanya nikare ku berê we sûcdar bike û piştre jî we efû bike. Ji ber vê jî divê hûn ceza bistînin. Ji bo ceza jî sûc hewce ye.’ Me got hûn çi dixwazin gotin ku, ‘Sûcê xwe qebûl bikin, di dadgehê de em ceza bidin we û piştre we tehliye bikin’ Bi vî awayî em dikarin vê dozê bi dawî bikin.’ Me ji wan re got ku, ‘Em bêsûc in, em ê çima sûcê xwe qebûl bikin, jixwe em 6 sal in di girtîgehê de ne. Beriya em têketina girtîgehê we tiştekî wisa bigota, me yê qebûl bikira lê jixwe 6 sal in em girtî ne. Dewleta Elmanyayê rûmeta xwe pak dike, lê ê me ew ê çi têkeve destê me. Em 6 sal in girtî ne, em dikarin 6 salên din jî girtî bimînin. Me teklîfa wan red kir.’

Piştî vê pêvajoyê Elmanya negihişt armanca xwe û di destê wê de tenê ev tişt ma bû, PKK’ê wekî rêxistina sûc îlan bike. Ji ber vê jî Elmanyayê di Mijdara 1993’an de Elmanya PKK wekî rêxistina sûc qebûl kir û 6 salan ceza da me. Lê dema ku em di 1988’an de hatin girtin ev zagon tunebû, bi biryareke sala 1993’an em bi awayekî bêhiqûq ceza kirin. Em jî di bihara 1994’an de tehliye bûn. Qedexeya li ser PKK’ê ya di salên 1993’î de li ser vî esasî çêbû. Eleqeya xwe ne bi têkoşîna li Kurdistanê, ne têkiliyên Elmanya-Tirkiyeyê hebû. Hinek kes dibêjin li Elmanyayê çalakiyên girseyî çêbû, ji ber vê ev qedexe pêk hat. Lê eleqeya xwe tune.

Piştre dadgehên bilind ev ceza xera kirin. DMME ev biryar xera kir û diyar kir ku dewleta Elmanyayê sûcdar e. Dikaribû biryara xwe girantir jî bikirira, ji ber ku 6 salan mirov dîl hatin girtin. Edalet û demokrasiya vî tiştî li ku ye? Dema ku mesele Kurd bin, heq û hiqûq û demokrasî tune. Di sala 1988’an de hatim girtin, lê çima ji ber zagoneke di sala 1993’an de werim girtin. Gelo ev tişt mumkun e? Kes vî tiştî napirse, lê rastî ev e. Ev tişt çiqasî adil û hiqûqî ye, em ji wijdanê mirovan re dihêlin.

Jêderk: YENİ ÖZGÜR POLİTİKA