Du Hozanan bi klîbekê piştgirî dan berxwedanê

Hozanên Kurd Diyar û Emekçî bi klîbekê piştgirî dan berxwedana li dijî tecrîdkirina Ocalan.

Hozanên Kurd Diyar û Emekçî li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê klîbek amade kirin û gotin, wan xwestin ji aliyê xwe ve bibin beşek ji vê berxwedanê û bang li her kesî kir ku piştgiriya vê berxwedanê bikin.

Hozan Diyar û Hozan Emekçî bi rêya klîba xwe balê dikişînin ser grevên birçîbûnê. Gotin û muzîka stranê ya Hozan Diyar e. Navê klîbê jî Canlar Semahi ye.

Hozan Diyar got, "Ya ku îro diqewime Semaha Canan e. Lewma divê Elewî hemû tevlî vê semahê bibin."

Hozan Diyar destnîşan kir, divê civak hemû bibe parçeyek ji vê berxwedanê û got, "Faşîzm bi vî rengî dikare ji holê bê rakirin."

Hozan Emekçî jî da xuyakirin, bêdengiya li pêşberî tecrîdkirina Ocalan tê wateya dûrketina ji nirxên mirovahiyê û got, "Di serî de jin û ciwan, civaka Elewî divê mirovên ku ji bo siberoja me bedena xwe dane ber mirinê bi tenê nehêle. Divê em tevlî vê têkoşînê bibin."