Du gerîla; bav û keç

E 40 sal in li çiyayên Kurdistanê têkoşîneke bêhempa tê dayin. Vê têkoşîna ku azadiya Kurdan dayî ber xwe, gelek malbatan li çiyayan li heman eniyê digihijîne hev.

Ti nemaye 40 salî li pey xwe bihêle ev doza azadiyê. Zarên birûmet, leheng ên Kurdan bi salan bi fedekariyeke mezin, bi ji xwe dayinê û bi rikdarî heta bi dawiyê bawer kirin, xwe lê pêçan û niha jî bê dudiliyekê amade ne ku her cure berdêlê bidin. Rewşeke wiha ye ku îro gelek xwîşkên wan, bira, dayik, bav tevlî nav eniyên azadiyê bûne. Êdî pêkan e ku li heman mekanan, li heman derdora malbatê mirov li wan rast were, an j îli heman eniyê, mirov dikare wan bibîne ku li dijî dijmin şer dikin..

Rêwîtiya me li ser çiyayên Kurdistanê didome. Van rojên ku em rojên dawî yên payizê dijîn sirûşt şahidiyê dike ji wan dîmenên weke kartpostalan re. Em bi bêriyeke mezin ji xaçerêyan, ji kendalên asê derbas dibin. Dibêjim li her deverê bîranîniyek heye, di her bîranînê de li çiyayên Kurdistanê ku dibine mijara stranan didim pey şopa zarên leheng ên Kurdistanê û li çîrokên wan guhdar dikim. Vê carê jî ez şahidiyê li çîroka gerîlayên bav û keç dikim.

PÊRGÎBÛN

Lehenga vê çîrokê Arazad Botan. Çîroka Arazad Botan e ku 2014’an dema ku çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê, bermahiyên dewleta Tirk û guhartoyên wê ku dema îmhakirina Kurdan dayî ber xwe tevlî nav refên gerîla dibe. Di rewşeke wiha de ku li Rojhilata Navîn her cure paşverûtî û kirinên faşîst dijîn, ji bo mirovê ku ji hêla wate û hîsê ve hatî afirandin bibîne berê xwe dide çiyayên Kurdistanê Arazad Botan weke gelek jinên Kurd ên dilêr û diyar dike ji bo vê jî navê xwe wiha dnaiye, diyar dike ku Tevgera Azadiyê ji bo nirxên azadiyê şer dike û ji ber ku dikeve bin vê bandorê berê xwe dide nav çiyayan, ji bo ku li ser piyan bimîne

HEVAL..

Arazad ne ya pêşî ne jî ya dawî ye ku dikeve ber bayê tilisime vê peyva bi efsûn.Gelek gerîla bi vê peyva bi tilisim diçine îbadetgehên xwe û towbê dikin. Li gelek deveran her çend bi peyvên cuda were vegogin jî di Tevgera Azadiyê de ev ‘heval’ . Bi vê peyva ku ji apê xwe bihistiye, ji bo ku vê peyvê bi lehengê wê re binase ji bo ku bi wan re bibe rêwiya herman rêyê Arazd Botan berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Ev peyv di nav neçariyê de jê re dibe ronkahiya ku  tariyê dike ronahî. Arazad a ku bi an hîs û raman tevlî nav gerîla dibe dibêje, ‘’Ew kelecaniya ku dema hevalek li hevalekî dinere, ew hîsên ku dijî, ew hewldana wateyê û li gel hemû dijwariyan kenê wan bandor li min kir.’’

PÊŞWAZIYA PÊŞÎ..

Dema ku li çiyayên Kurdistanê lêgerîna xwe didomîne, dema ku pê dihise bavê wê Siyabend Mêrdîn jî tevlî nav refên gerîla bûye Botan pêşî bawer nake û kelecaniyeke mezin pê re çêdibe. Bi hîs û ramana wê kêliyê dide pey pirsên weke, ‘’kengî tevlê bûye, çawa hatiye, ketiye ber çi bandorê’ û ev pirs bi kelecaniyê bîra wê dagir dikin.

Arazad, dema ku bi bavê xwe yê hevrê re li rast hev tê wiha dibêje: ‘’Dema ku li Zapê li girekî bûm heval bi bêtêlên ji min xwestin ku biçim cem wan. Ez çûm, destpêkê negotin bavê min hatiye. Gotin tu yê biçî deverekê peywirê û hevalek dixwaze te bibîne. Wê demê min pê derxist ku bavê min hatiye. Û bi hevalekî re em çûne devera ku behsê dikirin. Rêya me dirêj bû. Piştî meşa çend saetan em çûn. Çend deqe mabûn, ji kelecaniyê li cihê xwe asê mam. Û min digot dema ku min nû ew dît ez bi destê wî bigirim an hembêz bikim. Ez jê re bibêjim yabo an Heval Siyabend. Hê wiha dema ku Heval Siyabend ji mangayê derketibû ji bo ku hewayê bistîne û em li rasta hev hatin. Ez wê demê şok bûm û di cihê xwe de mam. Lê heval Siyabend ber bi min ve dihat. Destê min girt û ez hembêz kirim. Wê demê ji kelecaniyê min nikarîbû tiştekî bibêjim. Tenê min êlegê wî ber bi xwe ve dikişand, min li çek û cîhaza wî dinerî û hewl dide bawer bikim.

Cıvata me bêhtir li ser gerîla û şer bû. Û demê ji bo ku em bav û keç tevlî nav gerîla bûbûn henekên ku   li min kirin min ferq ku hevalan li Heval Siyabend jî kirine. Cara pêşî wiha em li rasta hev hatin.’’

TU KENGÎ MEZIN BÛYÎ?

Arazad dibêje piştî hevdîtina pêşî gelek caran hev dîtine û li ser hevdîtina dawî dibêje: ‘’Hevalê Siyabend beriya ku biçe Şengalê hate cem min bi komek heval re. Piştî ku hate hundir hevalan got mêvanê te heye û biçe slavekê bide wan. Dema ku ez ber bi wan ve diçûm heval Siyabend ber bi min ve hat, wê demê min bawer nekir.

Ew kelecaniya ku roja ku pêşî me hev dîtî bi min re çêbû. Min wê demê dixwest ku wî bibînim ji bo vê bi hatina wî pir kêfxweş bûbûm. Di cih de me dest bi civatê kir. Em ji bav û keç wêdetir bûbûn du hevrê Lê heval Siyabend ji ber kêfxweşiya tevlêbûna min a li civatê got, ‘’tu kengî wiha mezin bûyî’. Min jî got, ‘’ez ha di wê valahiyê de mezin bûm’. Û min got şerê li Kurdistanê zarokan zû mezin dike. Demeke dirêj me pirsa hevalan ji hev kir. Piştre got ez ê biçim Şengalê û xatir xwest.’’

XWEŞ E KU MIROV DI HEMAN ENIYÊ DE BE

Arazad Botan dibêje piştî wê hevdîtinê ew çûye qadekê û bav-hevrêyê wê jî çûye Şengalê û dibêje, di nav gerîla de yên ku girêdaniya wan a xwînê heye pir moral dide û wiha dibêje: ‘’Hebûna li çiyayan hîseke cuda ye. Vegotina wê zehmet e lê ev hîs divê were jiyîn.  Bi taybetî bi bav, dê an jî bi xwîşk û bira de mirov di heman kozikê de ji bo heman armancê têbikoşe hîseke watedar, xweş e û kelecaniyê dide. Û hê jî wê kelecaniya ku roja ku min heval Siyabend dîtî, wê kelecaniya axaftina bi bêtêlê hîs dikim û hêzê distînim.’’

VEGER

Li Kurdistanê gelek çîrokên weke Arazad Botan hene. Çîroka Arazad tenê yek ji van e.

Ev çil sal in li çiyayê Kurdistanê têkoşîneke bêhempa heye. Ev têkoşîna ku azadiya Kurdan dayî ber xwe gelek malbatan li çiyayan tîne cem hev, heman mewziyê.  Bi hîs û kelecaniya ev bûyera ku em bûne şahidê wê, şiverêyên bi bayê sar ê payizê û pelan zer bûyî vedigerin cihê xwe…