Doza Cizîrê ya DMME'yê: Hikûmet ji bersivan reviya

Li DMME'yê di Doza Cizîrê de di danişînê de serlêdana du serlêdaran hate dîtin, her wiha hate dîtin ku hikûmeta Tirk dema bersivdayina komkujiyê û hesabdanê tengijî û xwe bi gotinên giroverik bersiv da.

Li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) komkujî û binpêkirinên dema berxwedana xwerêberiyê ya Cizîrê hate dîtin. Serlêdanên ku bi navê Omer Elçî û li ser navê Orhan Tunç, ku di komkujiyê de jiyana xwe dest dabû, ji nav 30 serlêdanan bûbûn ên pîlot û hatibûn hilbijartin.

Piştî danişîna îro ku bi giştî diviya 2 saetan dom bikira lê 3 setan dom kirî, bi tevlêbûna malbatên Tunç û Elçî daxuyaniyeke kurt a daxuyaniyê hate dayin.

Parêzer Ramazan Demîr û Newroz Uysal, her wiha hevjîna Mehmet Tunç, ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, Zeynep Tunç û dîsa hevjîna Orhan Tunç, Guler Tunç jî dema daxuyaniyê hazir bûn. Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û parlamenterê berê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî hazir bûn.

DEMÎR: HIKÛMET NEKARÎ BERSIV Û HESABA KOMKUJIYAN BIDE

Parêzer Ramazan Demîr diyar kir dema komkujiya Cizîrê û piştî komkujiyê 30 serlêdan li DMME'yê bûne û ji van serlêdanên Elçî û Turnç hatine hilbijertin. Demîr diyar kir ku di parastinê de diyar kirine dema ku hêzên dewletê li Cizîrê operasyon kirine bi amûrên şer li jîgeha xistin li dijî hiqûqê ye û her wiha bi çarçoweya xala 2'yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê, ya têkilî parastina mafê jiyanê, ku divê rêjedar be û bi tevdîran pêşî li mirina sivîlan bigire nehatiye bi cih anîn. Parêzer her wiha diyar kir lêpirsîna têkilî mirina Orhan Tunç jî ne serbixwe, karîger û bêalî bûye.

Parêzer Demîr got di danişîna îro de pirs ji parastina dewleta Tirk kirine, beriya niha jî hay ji parastinên Tirkiyê hebûne û têkilî pirsên ku DMME'yê bersiva wan xwestî jî Demîr got, ''Hikûmeta Tirk bersiv neda piraniya van pirsan. Biya min bersiv ne li gorî daxwazên dadgehê bûn. Binpêkirinên li Cizîrê hema hema hemû hatin vegotin. Lê ji ber ku dema ku dadgehê dayî kin bû me nekarî behsa her tiştî bikin.''

Demîr bi berdewamî diyar kir dewleta Tirk di danişîna îro de nekarîbûye ku hesabê komkujiya Cizîrê bide û got, ''bêhtir bi gotinên giroverik bersiv dan'. Demir her wiha got dadgeh biryara xwe wê di demeke pêş de bide..

HUKÛMETA TIRK XWEST KU DOSYA LI DMME'YÊ NEYÊ DÎTIN

Dadgerên dadgehê diyar kirin bê ka her du aliyan hiqûqa navxwe bi kar anîne yan na û asteng kirine yan na.

Hikûmeta Tirk parastina xwe li ser wê ava kir ku divê dosya ji hêla DMME'yê ve neyê qebûlkirin, hiqûqa navxwe neqediyaye û ji bo vê jî dosya divê li Dadgeha Destûrê were dîtin.

PARÊZERÊN MALBATAN GOTIN QEDEXE XWE NEDISPARTIN TI HIQÛQÊ

Parêzerên malbatên Tunç û Elçî diyar kirin wê demê qedexeya derketina derve dispartin Qanûna Îdarî ya Bajêr û di wê qanûnê de ti xaleke ku dikare pê qedexeya derketina derve were ragihandin tine, ji bo vê jî ''xwe naspêrê ti qanûnê''.

HEKE BIXWESTANA DIKARÎBÛN TUNÇ XILAS BIKIN

Parêzeran diyar kirin nifûsa Cizîrê ji 100 hezarî zêdetir e, bi tangan li jîgeha sivîl dane û wêneyên şer derketine holê. Parêzeran her wiha diyar kirin elektrîk, av û xwarin ji ser gel qut kirine, nehiştine ku mirov derkevin derve û di rewşeke wiha de li Tirkiyê ne pêkan e ku hiqûqa navxwe were bikaranîn û li ser mijara delîlan jî, derfeta berhevkirina delîlan tine.

Li ser kuştina Orhan Tunç jî parêzeran gotin ji ber ku ambûlan nehatiye Tunç jiyana xwe ji dest daye û 'heke xwestibûna Tunç nedimir''.

KOMKUJIYÊN KU BÛNE MIJARA DOZÊ

Piştî ku Walîtiya Şirnexê 14'ê Kanûna 2015'an qedexeya derketina derve li Cizîrê ragihand, 79 rojan dom kir û 2'yê Adara 2016'an qediya. Di van 79 rojan de bi giştî 259 kes hatin kuştin. Ji 177 kesên ku di nav wan de gelek birîndar jî hebûn û xwe li jêrzemînan girtibûn ji hêla hêzên Tirk ve bi saxî hatin şewitandin. 92 kes bêyî ku agahiyên wan ên nasnameyê werin ragihandin li goristana bêkesan hatin veşartin.