Diyar Xerîb li Silêmanî bi pêşangehekê hate bibîranîn

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) bi pêşangehek ku li Baxê giştî bi tevlîbûna 20 hunermend û 22 tabloyên hatin çêkirin hate bibîran.

Li Baxê Giştî yê Bajarê Silêmanî di salvegera yekem a şehîdbûnê de Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) bi vekirina pêşangehekê ya a ji aliyê Rêxistina Niwêger ku ji berhemên 20 hunermendan ku hemû jî tabloyên wêneyên wî li ser hatibû çêkirin, hate bibîranîn.

Pêşangeh saet 16:00’an li Baxê Giştî bi tevlîbûna dayika Şehîd Diyar Xerîb Sadiye û bi dehan hunermend û welatiyên bajarê Silêmaniyê destpê kir.

Endama Rêveberiya Çand û Huner a Başûrê Kurdistanê Rûbar Ehmed berî destpêkirina pêşangehê axivî. Rûbar di serî de Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bibîr anî û diyar kir ku ew komek hunermendên ji başûrê Kurdistan û Ewropayê ji bo bîranîna Diyar Xerîb vê pêşangehê amade kirin.

Rûbar anî ziman ku pêşangeh ji 22 berhemên 20 hunermendên ji deverên cihê yên başûr, Silêman, Hewlêr, Kerkûk, Germiyan, Heleçe, Koyê, Mexmûr û dîsa Ewropayê pêk tê û hemû jî taboloyên wêneyên Şehîd Diyar Xerîb li ser hene.

Herî dawî Rûbar got ku bi vekirina vê pêşangehê didin diyarkirin ku ew ê li ser xeta şehîd Diyar Xerîb bimeşin û tim bibîr bînin. Rûbar wiha domand: ‘Em ê weke ciwan xwedî li bîranînên Şehîd Diyar Xerîb derkevin.”

Piştre jî Dayika Şehîd Xerîb Sediye Nazim kurdeleya pêşangehê birî û pêşangeh bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û ‘Şehîd Diyar Xerîb Namire’ ve hate vekirin.

Dema Dayika Sediye li pêşangehê geriya pir hestyar bû û daxwaza azadî û serketinê ji hemû şervanên azadiyê re kir.

Girseya kombûyî piştre ketin qada pêşangehê û eleqeyek pir mezin nîşanî tabloyandan. Tablo piranî bi şêwazê portre hatibûn amadekirin.

Dîsa di pêşangehê de pirtûkên Şehîd Diyar Xerîb hatin belavkirin û welatiyan eleqeyek zêde nîşanî pirtûk û tabloyan dan.

Pêşangan wê du rojan dewam bike.