NÛ BÛ-Dîwana Edaletê: Argumanên YE yên ji bo qedexeya PKK’ê kêm in

Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê diyar kir ku biryara YE ya ku di navbera salên 2014-2017’an de PKK xistibû nav ‘lîsteya rêxistinên terorê’ xwe naspêre argumanên zêde û bal kişand ser banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan a di sala 2013’an de.

Yekîtiya Ewrûpayê her 6 mehan carekê ‘lîsteya rêxistinên terorê’ nû dike. YE herî dawîn PKK jî xistibû vê lîsteyê. Di dozê de ya li hemberî vê biryarê de hate diyarkirin ku argumanên ku tên pêşkêşkirin ne zêde xurt in.

Dadgeha Giştî ya Dîwana Edaletê diyar kir argumanên ku tên pêşkêşkirin, têra xwe li ser wan nehatiye sekinandin.

Di dozê de ya li hemberî vê biryara ku 4 sal berê hatibû dayîn, Dadgeha Giştî ya bi ser Dîwana Edaletê diyar kir ku biryarên hatine dayîn şaş în. Di argumanên dozê de biryarên dadgehên Tirkiyeyê jî hebû.

BIRYARÊN LI DIJÎ PKK’Ê BAŞ NEHATIN NIRXANDIN

Dadgeh ne bawer e ku biryarên li ser êrîşên PKK’ê yên ku di dadgehên Tirkiyeyê de tê diyarkirin ku PKK’ê ew kirine, li gorî îctîhatê ye yan na. Dadgeh di biryara xwe de balê dikşîne ser vî tiştî ku Konseya Ewrûpayê dema biryarên welatekî din ji xwe re bike bingeh, divê bi awayên hiqûqî wan analîz bike û binirxîne.

REWŞA NÛ YA PKK’Ê YA LI ROJHILATA NAVÎN

Dadgehê diyar kir ku hin bûyer û çalakî ji bo qedexekirinê wekî hincet hatine nîşandan lê ev arguman ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê ji nav nirxandineke hiqûqî nehatiye derbaskirin. Di biryarê de bal hate kişandin ser rewşa PKK’ê ya li Rojhilata Navîn û tê diyarkirin ku sûcdariyên ku tên kirin rê li ber argumanên xurt venakin.

BAL KIŞANDIN SER BANGA AŞTIYÊ YA OCALAN

Dadgeran di biryara xwe de bal kişandin ser agirbetên PKK’ê yên piştî salên 2009’an û qala hevdîtinên aştiyê yên bi dewletaTirk re kirine. Di biryarê de qala daxuyaniya Newroza di sala 2013’an de hate kirin a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû. Di biryarê de hate diyarkirin ku di wê demê de Nûnera Bilind a Karên Derve ya YE’yê Catherîne Ashton û Komîserê Berpirsê Berfirehkirinê Stehan Fule jî bi daxuyaniyeke hevpar piştgirî dabûn daxuyaniya Ocalan.

BIRYARA LI FRANSAYÊ NE ZELAL E!

Dadgerên dozê bal kişandin ser biryareke li ser Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li Fransayê û diyar kir şaş e ku di navbera komele û PKK’ê de têkiliyek were çêkirin ev tişt nikare bibe hinceta qedexekirina PKK’ê.

DIVÊ BIRYARÊN QEDEXEYÊ XWE BISPÊRIN BÛYERÊN AKTUEL

Dadgerên Dîwana Edaletê bal kişandin ser 69 êrîşên ku piştî salên 2001’ê PKK’ê kiriye û diyar kir ku biryarên têkildarî van êrîşan ji aliyê dadgehên dewleta Tirk hatine dayîn û ev biryar ji aliyê saziyên darizandinê yên welatekî endamê YE’yê nehatine piştrastkirin. Dadgehê bal kişand ser biryara li ser Pilingên Rizgariyê yên Tamîlê (LTTE) û biryar da ku divê YE van ‘êrîşên terorîst’ îspat bike.

Dîwana Edaletê biryar da ku divê biryarên Konseya Ewrûpayê ya di navbera salên 2014-2017’an de ya ku PKK xistiye nav lîsteya qedexeyan, werin betalkirin. Daxwaza ku bila PKK ji nav ‘lîsteya rêxistinên terorê’ derkeve jî ji ber biryarake YE ya di sala 2001’an de hate redkirin.