Dîmenê operasyona QSD'ê ya li Hesekê

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li Hesekê ya li dijî şaneyên DAÎŞ'ê dewam dike. Li taxên ku ji şêniyan hatine valakirin şervan yek bi yek dikevin nava malan û li çeteyan digerin.

Çeteyên DAÎŞ'ê 20'ê Çileyê êriş birin ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê û hewl dan bi hezaran DAÎŞ'iyên girtî birevînin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dike ku pêwendiya rasterast a dewleta Tirk bi êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Hesekê re heye.

QSD'ê jî serê sibehê bi daxuyaniyekê ragihand ku 9 personelên girtîgehê yên li nava girtîgehê ji aliyê DAÎŞ'iyan ve dîl hatin girtin, hatine rizgarkirin.

Li gorî bîlançoya ku 24'ê Çileyê hate eşkerekirin, 300 çeteyên ku li Girtîgeha Sînaayê hatibûn dorpêçkirin teslîm bûn. Hate ragihandin ku li girtîgehê û derdora wê di operasyonan de 8 çeteyên din ên DAÎŞ'ê hatine kuştin.

550 ÇETE TESLÎM BÛN

Li gorî bîlançoya dawî ya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ku vê Sêşemê eşkere kir, 250 çeteyên din teslîm bûn. Bi vî rengî hejmara çeteyên teslîm bûn gihîşt 550 kesî.

Ji destpêka operasyonê û vir ve bi dehan çete hatin kuştin, piraniya çeteyên ji girtîgehê reviyan jî hatin girtin.

Di encama operasyonan de gelek beşên girtîgehê hatin kontrolkirin.

Hêzên QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di halê hazir de li rojhilat û başûrê taxa Xiwêranê li dijî şaneyên DAÎŞ'ê operasyonan dewam dikin.

Ji dîmenên ku ji aliyê kamerayên ANF'ê ve hatine kişandin tê dîtin ku li taxên ji şêniyan hatine valakirin şervan yek bi yek dikevin nava malan û li çeteyan digerin.