Dîmenê ku tê îdîakirin ê leşkerên Tirk e

Hin dîmen hatin weşandin ku tê gotin ên leşkerên Tirk in, ku li herêma Idlibê di dema êrişa dijî rejîma Sûriyeyê de hatin kuştin.

Piştî weşandina dîmenê êrişa hêzên hewayî ya Rûs li bajarokê neyrab ê Idlibê ya li dijî leşkerên Tirk, dîmenên nû derketin holê.

Di dîmen de ku li ser medya civakî hate weşandin û hate îdîakirin ê leşkerên Tirk ên li Idlibê hatine kuştin e, herî kêm 4 cenaze tên dîtin. Li ser wan jî unîformayên leşkerên Tirk hene. Kesekî li ser cenazeyan e bi Erebî dibêje, "Leşkerên Tirk, leşkerên Tirk."

Li aliyê din ji ber ku di dîmen de xuya dike ku cenaze parçe nebûne, tê gotin ku yên hatine kuştin ne bi êrişa hewayî hatine kuştin.

Nayê gotin ku dîmen kengî û li ku hatiye kişandin. Lê belê li gorî ANHA'yê ev dîmen li herêma Neyreb a li rojhilatê Idlibê hatiye kişandin. Ne dewleta Tirk ne jî rejîma Sûriyeyê daxuyaniyeke fermî nedane.

Piştî ku dîmen bi lez û bez li medya civakî belav bû, gelek endamên medyaya alîgir ên Tirkiyeyê îdîa kirin ku kesên hatine kuştin ne leşkerên Tirk in, lê belê OSO'yî ne.

Nayê gotin ku OSO'yî bin, li ser wan çima unîforma û çekên artêşa Tirk hene.

Li aliyê din, heman dîmen li ser hesabê medya civakî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê hatin parvekirin û li ser hate nivîsandin, "Leşkerên Tirk çima li Lîbya û Sûriyeyê dimirin? Ji ber fantaziyên zilamekî ehmeq."