Dîmenê ji şerê rûmetê yê li Serêkaniyê

Şervanên QSD'ê li bajarê Serêkaniyê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Li gel êrîşên bi balafirên şer, tank, top û bi hezaran dagirkeran, dewleta Tirk a dagirker dikin nakin nikarin bi berxwedana şervanan.

Berxwedana şervanên QSD'ê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan bênavber didome. Tevî ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer, tank û topan, her wiha bi hezaran dagirkeran êrîş dike, Serêkaniyê di kontrola şervanên QSD'ê de ye. Şervanên ku êrîş hemû têk birin, derbên giran li dagirkeran didin. Nûçegihan Ersîn Çaksû û Rûken Cemal dîmenê vê berxwedanê kişandin.