Dîmenê çalakiya li Xantûrê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li herêma Xantûrê ya Heftanînê weşand ku di encamê de 2 dagirker hatibûn kuştin û kozikek hatibû rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 10'ê Mijdarê saet di 08:30'î de li dijî dagirkerên li ser Girê Xaç ê herêma Xantûrê ya Heftanînê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xistin. Dema komek dagirker li derdora kozikekê diciviyan, hêzên me derbeke xurt li wan dan. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin û kozikek jî hate rûxandin."