Dijminên duh, dostên îro

Di dîroka kurdan de gelek caran dagirkerên Kurdistanê, tevî nakokî û pirsgrêkên di nava wan de ji bo şerê li dijî kurdan li hev kirin e û ketine nava koordîneyekê. Ango ev konsepta şer jî xeleka ji zincîra şerê dagirkeran li ser Kurdan e.

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve pêwendiya di navbera rejîma Baes a Sûriyeyê û rejîma AKP`ê ya Tirkiyê di rewşek nebaş de ye. Beriya aloziyê di navbera Beşar El-Esed û Recep Tayyîp Erdogan de danûstandinek baş hebû û wekî hevalbendên hev dihatin naskirin. Lê bi destpêkirina aloziyê re Erdogan ê dîktator ji bo li Sûriyeyê hin berjewendiyan bi dest bixe dev ji Esed berda, xwe wekî piştgirê şoreşê nîşan da û dest bi alîkariya komên çekdar ên ku li dijî Esed şer dikin, kir.

Di dirêjahiya salên şoreşê de, Erdogan ji bo ku şûna lingê wî li Sûrî hebe, destek da komên çekdar ên cuda û gelek komên çete jî ava kir. Her yek ji armancên wî ku Kurd nebin xwedî statu, lewre bi demê re û her ku stêrka kurdan ronahiya wê zêde dibû destekdayîn û rêkirina komên çete bi ser herêmên Rojavayê Kurdistanê de zêde dibû. Nimûneya wê jî êrîşa berfireh a çeteyên DAIŞ'ê bi ser Kobanê ve ye.

Bi vê rewşê ve girêdayî her aloziya di navbera Esed û Erdogan de hebû, lê piştî ku êrîşên Erdogan encam negirtin, Erdoganê xwe wekî bavê şoreşa Sûriyê nîşan dida û digot 'ez ê azadiyê ji gelê Sûriyê re bînim', carek din li dostê xwe yê berê vegeriya. Ku heta duh bi hev re di nava dijminatiyê de bûn.

Ev guhertina nû carek din li ser bingeha şerê li dijî Kurdan û tepisandina projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê ye, ku herdu di heman demê li dijî hêzên QSD'ê êrîş dan destpê kirin.

Rejîma Baes a ku ji beriya sê salan serweriya xwe ser bajarê Reqa winda kir, ku di nava rojekê de yek ji 14 parêzgehên Sûriyê bi temamî ket destê komên çete û tevî ku beriya niha nêzîktir bû, lê nediçû û bajarê ku serê leşkerên wî li pêşiya çavên tevahî mirovahiyê hatin jê kirin ne li ser bala wî bû, lê piştî ku Hêzên Sûriya Demokraîtk QSD`ê di 6`ê Hezîranê de destpêkirina oprasyona rizgarkirna navenda bajarê Reqayê ragihandin, leşkerên xwe xistin tevgerê û ew ber bi Reqayê ve ajotin. Armanc ew e astengkirina pêngava QSD'ê û dûrxistina zarokên Reqa ji azadkirina bajarê xwe ye. Ev ji milê leşkerî ve, ji aliyê siyasî ve valaderxistina projeya ku MSD'ê (sîwana siyasî ya QSD'ê) di avakirina Sûriyeyeke demokratîk ji bo tevahî gelê Sûriyeyê armanc dike û ew li dijî projeyên Esed ê ku Sûriyeyê weke ya beriya 2011'an dixwaze. 

Hemwextî pêngava rizgarkirina Reqayê û piştî dûrxistina artêşa Erdogan û çeteyên wî ji vê hemleyê, êrîşên xwe yên li ser kantona Efrînê û herêma Şehbayê zêde kirin. Her wisa hejmarek mezin ji çek û cebilxaneyê ku di nav de hawan, tank û topavêj hene sewqî herêmê kirin. Dîsa jî li gorî hindek çavkaniyan fermandarê hêzên taybet ên Tirkiyeyê Zekayî Aksakli di xutba sibeha cejnê li bajarê Babê yê dagirkirî banga şerê li dijî QSD'ê li welatiyan kir. Wekî din amadekariyên êrîşek berfireh li ser Efrînê tê kirin û tê gotin ku bi rejîma Esed re jî li ser vê êrîşê li hev kirin e. Nîşaneya wê jî ku hindek rêyên bazirganiyê yên tên Efrînê ji aliyê rejîma Esed ve hatine girtin di van rojên dawî de. Ango armanca AKP'ê jî heman armanca Baes e.

Di dîroka kurdan de gelek caran dagirkerên Kurdistanê, tevî nakokî û pirsgrêkên di nava wan de ji bo şerê li dijî kurdan li hev kirin e û ketine nava koordîneyekê. Ango ev konsepta şer jî xeleka ji zincîra şerê dagirkeran li ser Kurdan e.