Di çarçoveya pêngavê de çalakiyan xurt: Gelek leşker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê di çarçoveya pêngava KCK’ê ya ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dema pêkanîna azadiyê ye’ çalakiyên xurt li dar xist. Di çalakiyan de bi qasî ku hate tespîtkirin 5 jê bi rutbe gelek leşker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Hêzên me di çarçoveya pêngava KCK’ê ya ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dema pêkanîna azadiyê ye’ çalakiyên xurt li dar xist. Agahiyên li ser çalakiyan wisa ye:

HEFTANÎN

Di 15’ê Îlonê de saet di 12.30’an de hêzên me li Girê Şehîd Şîlan a qada Kartalê  ya Heftanînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt li dar xistine. Li vî girî çeperek a ku leşker tê de hate îmhakirin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Dewleta Tirk a dagirker piştî çalakiyê gule li derdorê reşand û li wesayîtên sivîlan daye. Di vê êrîşê de xisareke maddî ya wesayîtên sivîlan çêbûye. Agir bi dora gundê Keşanê ketiye.

Di 17’ê Îlonê de saet di 18.00’an de li Girê Kato Sulê ya qada Bektorya ya Heftanînê çepereke artêşa Tirk a dagirker bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de çeper hate îmhakirin, 5 leşker hatin cezakirin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Piştî çalakyiê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.

Artêşa Tirk a dagirker li Girê Kartal, Girê Şehîd Zinar û Geliyê Şehîd Gever operasyoneke dagirkeriyê daye destpêkirin. Ev operasyon didome.

ÇELÊ

Di 17’ê Îlonê de saet di 05.00’an de hêzên me li Girê Şehîd Bîlal a Çelêya Colemêrgê li artêşa Tirk a dagirker daye.  Di vê çalakiyê de çeperek tevî leşkerên tê de hatiye îmhakirin. Du kamerayên mobese yên li gir jî hatine îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi obus, hawan û balefirên şer li qadê daye û operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me yekîneyeke operasyonê xistine bi kontrola xwe û saet di 09.40’an de dema ku hêzên dagirker xwestine kamerayên mobese li qadê bi cih bikin, hêzên me bi sabotajê li wan daye. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatine cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker saet di 17.30’an de bi helîkopterên Kobra li qadê daye û bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye.

ELKÊ

Dİ 11’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker di destê sibehê de bi balefirên şer û helîkopteran qada Kato Jîrka ya Elkêya Şirnexê bomberdûmanê kir. Piştî ku bi helîkopteran leşker anî qadê, li qadê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me tevgera leşkeran şopandiye û di heman demê de li koordîneya operasyonê dane. Di vê çalakiyê de koordîneya operasyonê hate îmhakirin û 5 jê bi rutbe, gelek leşker hatine cezakirin. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya medyaya xwe ya şerê taybet diyar kiriye ku 3 mirî û birîndarekî wan heye, ev ne rast e. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên me derbên giran xwariey û di 13’ê Îlonê de hin hêzên xwe ji operasyonê vekişandiye.

ŞAX

Di 5’ê Îlonê de saet di 06.00’an de artêşa Tirk a dagirker qada Masîro ya Şaxa Wanê bi helîkopterên Skorsky leşker aniye qadê û operasyoneke dagirkeriyê daye destpêkirin. Di dema operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran çêbûye. Di vî şerî de rêhevalên me Agît û Mazlûm heta fîşeka xwe ya dawîn şer kirine û şehîd bûne. Wê nasnameya hevalên me yên şehîd piştre were eşkerekirin.

OMERYAN
Artêşa dagirker a Tirk li gundên girêdayî herêma Omeryan a Mêrdînê cilên hêzên me li xwe dikin û faliyetên kontra dikin. Piraniya van komên kontra ji jinan pêk tên. Pêwîst e gelê me yê herêmê li hemberî van komên kontra yên ku şerê qirêj ên dewleta dagirker Tirk bi rê ve dibin hişyar bin.

AGAHÎ DI DERBARÊ NASNAMEYA GÊRÎLAYÊN ŞEHÎD DE DAN
Di daxuyaniya di dîroka 18’ê Tebaxê de, me di derbarê 3 gêrîlayên ku di operasyona 30’ê Tîrmehê ku li qada gundê Banê ya li herêma Çiyayê Gabar a Şirnexê şehîd bûyîn de agahî bi raya giştî re parve nekiribûn. Berfirehiya di derbarê nasnemeya rêhevalê me Botan ê ku şehîd bûyî de wiha ye:
Nasnav: Botan Hezex
Nav û Paşnav: Emîn Turhan
Cihê Dayîkbûnê: Şirnex
Navê Dê – Bav: Fatma – Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: 30 Tîrmeh 2020 / Gabar

 


 

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Artêşa dagirker a Tirk êrîş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîne. Agahiyên berfireh ên di derbarê êrîşan de wiha ne:
Rojên 17, 18 û 19’ê Îlonê qada Bektorya li herêma Heftanînê bi obus û hewanan hatiye bombebarankirin.
Roja 18’ê Îlonê di navbera seat 09:40 – 10:40’an de, artêşa dagirker a Tirk li gundê Kînyanîş a girêdayî navçeya Çelêya Colemêrgê bi helîkopterên Kobra bombe kir û bi helîkopterên Skorsky leşker danîne li ser Tepeyê Şehîd Bilal.”