Destwerdana Tirkiyeyê ya li Kerkûkê û hewldanên ji bo dagirkirinê

Dewleta Tirk ji avabûna komara xwe ve dest li bajarê Kerkûkê werdide ku ji bo dagir bike û ev hewldanên xwe vê dawiyê zêdetir kiriye. 

Her ku diçe metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk ya ji bo bajarê Kerkûkê zêdetir dibe. Tirkiye di çarçoveya wîlayeta Mûsilê de (Başurê Kurdistan) hewldanên xwe yên ji bo dagirkeriyê ji bo bingehê dewleta Osmanî ya nû pere distîne. Têkildarî wê jî dest bi amadekariyê dike û hewldanên ji bo çêkirina bingehê dagirkeriyê sud ji wan valehiyên siyasî û leşkerî a Iraqê û Başurê Kurdistanê dibîne. Yek ji wan bajarên ku di hedefa Tirkiyê de ye, bajarê Kerkûke. Bi wê ve girêdayî ew ji aliyê berhemên ser erd û bin erd ve bajarekî dewlemende. Her wiha di aliyê stratejîkî de xwedî giringiyek erdîgarî heye ku niha di aliyê siyasî û leşkerî de di valahiyekê de ye. 

TIRKIYE LI SER 3’Ê PÊNGAVAN DEST BI ÊRÎŞÊ KIR

1-    Êrîşên çandî û dîrokî ya li ser navçeyê.
2-    Amadekariyên leşkerî avakirina Çete û leşkerên bi pere.
3-    Amadekariyên rêxistinkirina fikrî û çêkirina endamên siyasî û civakî yên serbixwe. 

Bê guman hewldanên dagirkeriya Tirkiyê gelek in lê em hewl didin ku di vê raporê de, bal bikişînin li ser van her sê xalan ku dagirkeriya dewleta Tirk ya bajarê Kerkûkê bi belge raxîn li berçavan.

1-    Êrîşên çandî û dîrokî yên li ser navçeyê

Her ku diçe metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser bajarê Kerkûkê zêdetir dibe, tevî projeya wan ya Erebkirin û Tirk kirinê niha jî gelek pirsgirêkan li ser bajêr çêkiriye. Her wiha hemû belgeyên ji dîrokê vê rastiya mijarê îspatkiriye, qala vê yekê nake ku ew bajar ji aliyê Huriyan (Kurdan) ve hatiye avakirin. 

DÎROKA BAJARÊ KERKÛKÊ

Her çiqas gelek nêrînên cuda li ser dîroka avabûna bajarê Kerkûkê hebe jî lê nêrînên herî baş tê qebûlkirin ku dîrokzan li ser hemfikrin ewe bajarê Kerkûk B.z 2000 sal ji aliyê Huriyan ve hatiye damezirandin ku koka wan digihije çiyayê Zagros û Torosan. Piştre ev gel weke Gotî hatin naskirin, ew gel dinavbera du çeman de bejahiyekê çêkirine. Erebxa jî paytexta Gotîyan bû. Her wiha di wê serdemê de ji Kurdan re Gotî dihate gotin, destpêka avabûna Kerkûkê jî divegere avabûna qeleya bajêr ku dikeve Rojhilatê Damîn a çemê Xase ev jî di belgeyên Sûmeran de qala wan hatiye kirin.

Yek ji cihê dîrokî ya girîng a bajêr Qeleya Kerkûkê ye, bingehê avabûna bajêr jî ji wê destpêdike. Her wiha ew qela di dîroka xwe de rastî gelek êrîşên ji derve hatiye heta niha jî li ser destê dewleta Tirk ew êrîş didomin. 

ÊRÎŞÊN NADIRŞA EFŞAR YA LI SER QELAYA KERKÛKÊ

Li gorî çavkaniyên ji serdemên dîrokê Qelaya Kerkûkê çend caran rastî êrîşên leşkerî hatine, ev jî bûye sedemê ziyan gihiştina xanî, bîna û avahiyên nava qelayê lê ji aliyê rûniştvanan ve ew cihên zerer dîtîn hatin çêkirin. 

Yek ji paşayê herî mezin yê Îranê Nadirşa Efşar di sala 1742 artêşa xwe ji Efsehan ya Îranê berbi axa Kurdan ve hat, hêjmara wan nêzîkî 100 hezar leşkeran bûn. Nadirşa beşek ji hêza xwe şand ji bo dagirkirina bajarê Kerkûkê lê ew hêz rastî berxwedana Kurdan hat û êrîşên hêzên Nadirşa ya Îranê nekarîn bajêr bigrin. Ji ber wê zêdetir her çar aliyên qelayê girtin û karîn hinek alî kunbikin bi top û mencenîqê êrîş dikirin, vê yekê wisan kir ku xelkê nekarîn zêdetir berxwebidin û xwe radestkirin ku qela jî rastî wêranbûnê hat. 

OSMANIYAN BERMAHIYÊN QELAYA KERKÛKÊ DIZÎN 

Dîrokzanan derbarê rakirina dîroka Kurdan ya li bajar ya ji aliyê Osmaniyan ve got: “Gelek bermahiyên qeleya bajêr ji aliyê Osamaniyan ve hatine dizîn, heta niha jî li Mûzexaneya Topkapi ya Stenbolê ne. Yekem tişta ku danî wê mûzexaneyê Quranek ji nivîsînek xweşik ya Kurd Mihemed Karahîsar ku di serdema Sultan Selîm de qanûnî nivîsandiye li wê hatiye bi cehkirin.”

BIRYARA RÛXANDINA QELAYÊ JI ALIYÊ SEDAM HISÊN VE HAT

Di 16’ê Adara 1990’î  de serokkomarê Iraqê yê wê demê Sedam Hisên hate ser qelaya Kerkûkê, ew roj jî salvegera komkujiya Helebceyê bû ku bi hezaran xelkê Helebceyê şehîd kiribû ku di televîzyona Iraqê de daxuyaniya Sedam hate kirin ku ferman da rûxandina xaniyên qelaya bajêr û tazmînat dayina xwediyê wan. 

Piştî serdana Sedam ya qelayê, waliyê Kerkûkê yê wê demê di 17’ê Adara 1991’ê de Desteyekî ji bo pêkanîna fermana Sedam û rûxandina xaniyên qelayê avakir. 

Çûna Sedam ya ji bo qelayê û biryara rûxandinê di salvegera komkujiya Helebceyê de ne bê armanc bû. 

DAGIRKERIYA OSMANIYÊN NÛ ANGO TIRK YA LI SER QELAYA BAJÊR

Dewleta Tirk niha binavê nûjenkirina qelayê û bazara Qeyserî ya Kerkûkê bi awayekî Osmaniyan dest bi destkarîkirina wan cihên dîrokî dike. di heman demê de berpirsê dewleta dagirker Sefîrê wan peyama dagirkeriyê didin ku wan cihên dîrokî bi dîroka Tirkan û Osmaniyan binav dikin. Her wiha dîroka avabûna qelayê digiheje 3000 sal berî avabûna Osmaniyan. 

Di qelayê de hinek cihên girîng yên dîrokî hene, yek ji wan cihên dîrokî jî Qûbeya Şîn ya Qelaya Kerkûkê tê zanîn, yek ji cihê dîrokî yê herî xweşik û balkêş yê bajêr tê naskirin. 

Qûbeya Şîn ji deriyê ketina odeya Qelaya Kerkûkê 200 metre dûr ku dikeve aliyê Bakurê Rojhilatê qelayê, bilindahiya wê zêdetirî 10 metreyan ne û bi çargoşeye. 

KENGÊ QÛBEYA ŞÎN YA KERKÛKÊ HATIYE AVAKIRIN?

Qûbe ji deriyê Bakur yê qelayê ve 200 metre dûre di hewşekî berfireh de hatiye avakirin, li her çar aliyan pêlpêlik hatiye çêkirin. Li gorî çavkaniyên dîrokî weke perestgeh sûd lê hatiye girtin ew qûbe di dawiya desthilata Elîxanyekan û di destpêka desthilata Celayiriyan hatiye damezirandin. Pêkhatina qûbeyê ji kerpîç, gêç û mdeya Nûra ku tenê li axa Kerkûk û Germiyan heye ku ji wan hatiye çêkirin, li cihên din nayê dîtin. 

Dîwarê nava qûbeyê jî ji berê Qaşan hatye çêkirin, beşek ji wan beran jî reg bi reng in. Dîwarê nava qûbeyê bi 5 metreyan firehe û bilindahiya xwe jî 10 metreye, dinava xwe de jî bi awayekî çargoşeyî hatiye sazkirin. bi çêkirina çargoşeyî ji bo rojane tav bikeve nava qûbeyê. 

TAYBETMENDIYÊN KÛBEYÊ ÇINE?

Dinava Qûbeyê de gorek heye ku xwedî dîrokek kevnare, gora keçekî dewlemend yê Qacaryekane ku bavê wê xwedî rolekî yê paşatiyê hebû lê di dema nexweşketina wê keçê ya sala 762’ê koçî, xwestin ji bo çareserkirina wê ji Kerkûkê bibin welatê Hindistanê. Her wiha jiyana xwe ji dest da û li vê qûbeyê veşartine ku ew jî yek ji veşartiyên vê qûbeyê ye. 

OSMANIYAN GORA KEÇA QACARIYAN DIZÎ

Pisporê dîrokê Star Cebarî qala talankirina Osmaniyan dike û got: “Piştî hatina Osmaniyan û dagirkirina Kerkûkê û çeteyên Osmaniyan vê gorê radikin, wisan dizanin ku divê gorê de zêr û tiştên bi nirx hene lê pişî rakirina gorê tê dîtin ku tenê hestî hene. Piştre gorê di dizin dibin cihekî ne diyar heta niha jî hestiyên di wê gorê de ne diyarin.”

Di heman demê de Cebarî bal dikişîne li ser vê û got: “Her cihê ku Osmaniyan dagirkirî berhemên wan dizîne, bi belge di axive û dibêje beşek ji wan berhemên ku dinava Qûbleyê de li Mûzexaneya Topkapi ya li bajarê Stenbolê tê pêşkêşkirin. Niha jî qurana herî mezin ku bi nivîsekî xweş ya Kurd nivîsandî hatiye dizîn û li wê mûzexaneya Tirk hatiye bi cehkirin.”

Şirketên Tirkan li ser navê nûjenkirina qûbeya qelaya Kerkûkê mûdaxeleya cihên dîrokî kirin û bi awayê Osmaniyan nûjenkirin ji bo wê jî di demên pêş de weke belgeyekê bikarbînin û bi malê Osmaniyan binav bikin. 

Di heman demê de Tirk bi rêya Tirkmenan Lobî ji bo şirketên Tirkan didin ji bo ku cihên girîng û berhemên dîrokî yên bajêr kesên serbixwe dadimezirînin. Bi wî awayî ev 10 salin ku Eniya Tirkimen û Tirkiye bi dest danîne li ser navendên berhemên şaxê qelayê û endamên ser be dewletên Tirkiyê li wê derê sazkirine. Her geştyarek yan jî lêkolnînvanek yê dîrokê yan jî arkeolog dema ku diçin sedana qelaya Kerkûkê dikin ew endamên Tirkiyê ji wan re qala dîroka qelayê dike ku dikine beşek ji dîroka Osmaniyan. Di vê astê de jî hemû hêzên siyasî yên Kurd û hikûmeta Iraqê bê dengin ti gavên pêwîst di vê derbarê de ne avêtine. 

Li aliyê din şeva 26’ê Mijdara 2018’an de di bûyerekî bi guman de Qeyseriya Kerkûkê cihwarekî dîrokî ku ev bi sedan sal a Kerkkûke ji aliyê Cihuyan ve hatiye sazkirin hate şewitandin. Her wiha rojekî piştî şewitandina wê rasterast serok Konsolê Tirkiyê Fatih Yildiz a Iraqê çû cihê bûyerê û wan berhemên dîrokî bi malê Osmaniyan binav kir. Bi bê agihiya hikûmeta Iraqê Rêveberiya Berhemên Dîrokî ya Kerkê weke malên xwe reftar nîşanda û da diyarkirin ku şirketa Tika a Tirkî wê cihên dîrokî nûjen bikin. 

Her wiha arkeolog û dîrokzan gûman ji wan gavên nûjenkirina Qeyseriya Kerkûkê dikin ku berî du salan bi nûjenkirinê re hinek guherîn di binesazî de hatine kirin ji ya berê ya ku bi destê Cihuyan hatî çêkirin bi awayê Osmaniyan. Zimanê Kurdî li ser tebeleya Qeyserî rakirin, piştre li ser nerazîbûnên xelkên bajêr carek din zimanê Kurdî li ser nivîsandin û heta li ser deriyê ketina hindir jî alaya Tirkiyê daleqandine. 

Heta niha hemû karên wan cihên dîrokî temam bûne lê ew şirketa Tirkî ne amadeyek ku Qeyserî radestî wan bikin bi hêceta li benda serok Konsolê Tirkiyê yê li Iraqê Fatih Yildiz dikin ku qirdêleya vekirina wê bi biri ev yek jî çavdêrên siyasî û welatiyên bajêr bi fikar dikin ku tê gotin ew bi teamamî hatiye dagirkirin. 

2-    AMADEKARIYÊN LEŞKERÎ AVAKIRINA ÇETE Û LEŞKERÊN BI PERE 

Piştî paşvekişîna pêşmergeyan ya 16’ê Cotmehê û bi cihbûna hêzên Iraqî li navçeya madeya 140 ji Xaneqînê heta digihije Şengalê valehiyek di aliyê siyasî û leşkerî de çêbû. Tirkiyê wê valehiyê bi endamên MÎT’ê Eniya Tirkmenan xistin nava hêza Heşda Şebî, ji bo ku hêza desthiledar ya leşkerî û sîxûrên xwe li nava rêzên Iraqê û Heşda Şebî de pere bidinê.   

Ji aliyê din ve jî Tirkiye bi rêya Eniya Tirkmenan hêzekî leşkerî çêkirine ku ji 600 kesan pêktê. Hemû jî bi giştî ji aliyê MIT’a Tirkiyê ve hatine perwerdekirin û şandine Kerkûkê ji bo MIT’ê kar dikikin. 

Parlementerê berê yê Parlemena Iraqê Şiwan Dawidî derbarê avabûna wê hêzê de ji ANF’ê re axivî û got: “Berî sazkirina wê hêzê ya ji aliyê berpirsên Eniya Tirkmenan ve, ew hatibûn agihdar kirin. piştre ew kes li navçeya Yayçî ser be navçeya nû ya ku li Kererkûkê navê wê hatî zêdekirin, li wê derê hevdîtin li gel berpirsên Eniya Tirkmenan Hesen Turan û Erşed Salihî dikirin. 

567 kesan navên xwe qeyid kiribûn piştre ew kes bi wesayîtên taybet bi rêveberiya dezgayê îstîxbarata Tirkiyê bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl re çûn Tirkiyê navçeya Silopyayê, ji wê derê jî çûn navenda leşkerî ya Fermandariya Giştî ya Artêşê yê.  

Li gorî heman çavkaniyê ew hêz ji aliyê dezgayê sîxûrî yê Tirkiyê û Eniya Tirkmenan ve tên perwerdekirin û piştre dişînin bajarê Kerkûkê ku li cihên dibin desthilta xwe de li bajêr dabeş dikin ku dibin navê parstina navendên Tirkmenan û cihên dibin desthilata wan de. 

Her wiha Dawidî wiha jî gotibû; “Ji aliyê Tirkiyeyê ve mûçe û çek ji bo wan çekdaran tê dayîn û mûçeyê her çekdarekê 400 heta 700 dolar e. Ji bo ku Tirkiye rewatiya hêzên xwe nîşan bidin mil didin Heşdî Şebî lê serneketin, ji ber wê niha jî niha dibêjin hêza me ser be Şirketekî Parastinê ye. Ew hêza ku Tirkiye û Eniya Tirkmenan bi şirketa ser be parstinê dide diyar kirin gelek caran jî di reqabeta siyasî de jî bikaraniye weke nimûne: Di bûyera piştî eşkerekirina encamên dengdanê ya li Kerkûk, ew hêz hate bikaranîn û baregeha Komisyona Serbixwe ya hilbijartina Iraqê li Kerkûkê dorpêç kir.”

Di dema şerê DAÎŞ’ê ya 2014’ê li ser navê şerê li dijî DAÎŞ’ê Tirkiye li navçeya Başîka ya ser be Mûsilê hêzek sazkir, di rastiyê de ew hêz piştgiriya DAÎŞ’ê dikir ne ku li dijî şer dikir. 

3-    AMADEKARIYA RÊXINKIRINA FIKRÎ Û ÇÊKIRNA ENDAMÊN SIYASÎ Û CİVAKÎ YA SERBIXWE.

Li aliyê din bi rêya Eniya Tirkmenan û çend partiyên Îslamî a Kurdî hemfikrên AKP’ê hewlên cidî kirine ji bo endamên siyasî û civakî perwerde bikin. Her wiha bi rêya wan endaman mejiyê welatiyên bajêr ji dagirkeriya paşeroja bajêr re amdade bikin, bi wê ve girêdayî qadro û endamên wan partiyan dibin bajarên Tirkiyê li ser fikrên Îxwanî û Osmaniyan perwerde dikin. Piştre vedigerin bajarê Kerkûkê ew jî bi awayê bernameyên Tirkiyê li bajêr kar dikin û bingehê dagirkeriya Tirkiyê çêdikin. Ji bilî wê jî Tirkiye bi piştgiriya serokê Eniya Tirkmenan Erşed Salihî û endamê parlemena Iraqê ye, çend navendên binavê Saziya Medenî û Fêrkirina Quranê vekir yek ji wan navendan ku dikeve kolana Serçinar li taxa Rehîmawey nîştecihên Kurd ya li Kerkûkê. 

1-    Eniya Tirkmenan: Partiyekî Tirkmenan ya nijadpereste ku ji aliyê Erşed Salihî ve tê bi rêvebirin, li Kerkûkê ji bo Tirkiyê kar dike. 

2-    Serfermandariya Giştî: Navendekî leşkerî ya artêşa Tirkiyê ye û li navçeya Silopî ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ye.

3-    Heşdî Wetenî: Ji wan komên çeteyan yên ku Tirkiyê  dibin rêveberiya waliyê berê yê Mûsilê Esîl Nûcêfî de çêkirîn pêktê. 

4-     Artêşa Înkşarî: Hêzekî leşkerî bû siltanek yê Osmaniyan wê sazkiribû, hinek dîrokzan dibêjin; ew hêz di serdema Silatan Osmanî kurê Ortûxral damezrênerê Osmaniyan damezirandine ku li ser wê bingehê her hoz û qebîleyek şaxekî yê leşkeriye. 

ÇAVKANΠ

Arşîva Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF)
Ajansa Nûçeyan a ROJNEWS
Lêkolîna dîrokê (Umud Necim) li malpera peyser hatiye belavkirin.