Destana çalakiya Harûna

Ji ber ku ji bo azadiya gel têdikoşin, di rojnivîskên gerîla de herî zêde kêliyên çalakiyê û lehengî cih digirin. Ji bo ya qewimiye, ya hatiye dîtin û jiyîn neyê jibîrkirin û li rûpelên dîrokê were neqişandin, tê nivîsandin û vediguhere çîrokan.

Yek ji wan kêliyên lehengiyê yên gerîla jî çalakiya Harûna ye, ku di sala 2012'an de hate kirin û ji aliyê Kendal Zana ve di rojnivîska bi navê "Destana Çalakiya Harûna" de hatiye nivîsandin.

Zana bi gotina, "Sala 2012'an di nava govenda raperînê ya hezaran salan de bû govenda herî germ" dest bi vegotina Destana Çalakiya Harûna dike. Çend beşên vê rojnivîskê wiha ne:

MEJIYÊ DEHAQ DIVIYABÛ CAREKE DIN BIHATA PARÇEKIRIN

Sala 2012'an bûbû saleke ku gerîla li dijî hovîtiyê daketibû meydanê. Agirê Şerê Gel ê Şoreşgerî sala 2012'an li gelemperiya welêt belav bû bû. Agirê ku Kawayê Hesinkar 2624 sal beriya niha dada bû, îsal jî geş bû. Ev agir her bilind dibû. Diviyabû mejiyê Dehaq ji nû ve bihata parçekirin. Îsal bi dehan, bi sedan leheng tevlî karwanê lehengan ê Mezopotamyayê bûn. Mîna Mehmet Goyî, Rojînda Gewda, Delîl Amed, Behçet Ûrfa, Bawer, Remzî, Sadik, Mahîr, Rûbar...

ÎSAL JÎ EFSANE DUBARE DIBÛN

Îsal ji bo şerê bi rûmetê yê demdirêj ê PKK'ê bû saleke cuda. Paşayên ku ji qedeha xiyanetê vedixwarin, li pêşberî lehengên ku xwe li deya nemiran şuştine, wê li qulikeke mişkan bigeriyan ji bo xwe lê veşêrin. Îsal jî efsane dubare dibûn. Lehengên ku ji laneta mîtolojiya dîrokê rizgar bûn, li dijî hovîtiyê li meydana şer mîna Spartakus têdikoşiyan.

TIRS Û XOF KETIBÛ DILÊ CELADÊN HADES

Tovên ku ji bo bibe dewama şerê Rustem, Çîçek, Elîşêr, Xebat, Arjîn û Rozerînan hatin reşandin, ji bo şîn bibin bê sebir lê didan. 

Êdî her kesî tirsa celadan didîtin. Xwedayê dojehê Hades êdî bi kêr nedihat. Tirs û xof ketibû dilê celadên Hades. Di saleke bi vî rengî de tevgera me dest bi Şerê Gel ê Şoreşgerî kir. Vê pêngavê bi rengekî dijwar li Şemzînanê dest pê kir.

HER KESÎ JI BO ÊRÎŞÊ ZEXT DIKIR

Bêyî ku haya me jê hebe, me amadekariya çalakiyekê dikirin ku wê li rûpelên dîrokê bihata nivîsandin. Li dijî qereqola Harûna em ê çalakiyê bikin. Piştî ku me keşfa qereqolê kir, j ibo rêbaza çaakiyê em li hev civiyan. Me biryar dan ku çalakiyê bi rojê bikin. Her heval li benda amadekirina planê bû û her kes ji bo tevlî koma êrîşê bibe xwe amade dikir. Di nava hêza çalakiyê de ruhekî fedayî hebû. Her kes bi baldarî li benda plansaziya çalakiyê bûn. Piştî civînê plansazî hate kirin. Di koma êrîşê de hevalên Cuma, Newal, Mordem, Karwan, Ekîn, Baz, Amed, Berxwedan, Çirav û ez hebûn. Ev hevalên cihê xwe di koma êrîşê de girtin, gelekî kêfxweş bûn. Hevalên di koma parastinê de cih digirtin jî ji bo tevlî koma êrîşê bibin zext dikirin.

EM Ê ALA PKK'Ê LI KULÛBEYA QEREQOLÊ BIÇIKÎNIN

Çalakî wê bi vî rengî pêk bihata: piştî ku hevalên koma êrîşê ketin nava qereqolê û qereqol îmha kirin, dema ku dijmin derket eraziyê wê derbên mezin li dijmin bihata xistin. Bi qemyonê wê biketa nava qreqolê. Hevalê bexwedan wê wesayit bikar baniya. Dema ku wesayit gihîşt ber devê qereqolê hevalên Cuma, Mordem û Karwan wê bi roketên B-7 ewilî li sê kulûbeyên nîzamiyeyê bixista, me yê jî xwe ji wesayitê bavêta. Hevalên Cûma û Ekîn wê li aliyê rastê, hevalên Mordem û Karwan jî wê li aliyê çepê yê hewşa qereqolê bidan. Di vê navberê de hevalên Newal, Çirav û Baz jî wê biketa nava avahiya xwaringehê. Piştre hevalê Cuma wê biketa cihê fermandariyê. Hevalên Dunya, Karwan û ez, me yê kulûbeyên li pêş deriyê qereqolê îmha bikira û piştgirî bida hevalên din. Û hevalên Karwan û Dunya wê ala PKK'ê bi ser kulûbeyê ve daliqanda.

EM Ê DI SALVEGERA FAŞÎZMA 12'Ê ÎLONÊ DE ÇALAKIYÊ PÊK BÎNIN

Çalakî wê 12'ê Îlona 2012'an saet di 15:00 de bihata lidarxistin. Di salvegera faşîzma 12'ê Îlonê de bi bîranîna şehîdên şoreşê me yê bersiveke mezin bida dijmin. Normal wê hevalên Karwan û Dunya al li kulûbeyan daliqanda. Lê belê li ser zextên hevalê Aşîkar biryar hate dayin ku ew jî tevlî koma êrîşê bibe û alê bi ser kulûbeyan ve daliqîne. Me jî keşfa dawî ya qereqolê kir û bi du koman bi rê ketin.

Tevî ku barê me giran jî bû, moralê her hevalî gelekî bilind bû. Ji aliyekî ve me stran digot, li aliyê din jî henek bi hev dikir. Mîna ku em nediçûn çalakiyê, lê diçûn dawetekê. 

KEŞFA DAWÎ

Em hatin herêma ku qereqola Harûna lê ye. Ji bo çalakî kifş nebe ti teknîk nehate bikaranîn. Bi bêdengî û bi rengekî çalak em hatin. Û bi bêdengî me dest bi karê bingehîn kir, qenalek kola. Piştî qedandina vî karî, li ser girekî ku xweş qereqol jê tê dîtin, me keşfa dawî kir. Keşf wê rojê heta danê nîvro saet 15:00 dewam kir.

LI BER SOHBETEKE XWEŞ ME TAŞTÊ YA XWE XWAR

Bi berbanga sibehê re piştî ku dengê roj baş hate bihîstin, heval hemû rabûn û me çaya ji çaydanê reş ê li ser êgir vexwar. Ji ber ku hejmara me zêde bû, çaydan qet ji ser êgir danediket xwarê. Taştê ya me jî ji xûrikên nan pêk dihat. Me li ber sohbeteke xweş û henekan taştê ya xwe xwar. Piştre hevalê li koordîneyê civîna dawî bi me re kir. Û kom bi kom em bi rê ketin.

ROKET TEQIYAN...

Em êdî nêzî qereqolê bûn. Mîna ku em ê piştî kêliyeke din dest bi lîstikeke şano bikin. Ji bo vê jî mîna ku her kes li pişt perdeyê bi rengekî bê sebir disekinin. Dema ku wesayitê leza xwe hêdî hêdî kêm kir, dilê me ji kelecanê hê bi lez lê dida. Û wesayit sekinî. Hevalên ku roketa B-7 pê re bûn, dest bi teqandina roketan kirin. Piştî ku roket li hedefan ketin, em jî bi lez û bez ji qemyonê peya bûn. Hevalê Mordem, ku hê ji qemyonê peya nebû bû, bi guleya li sînga wî ketî şehîd bû. Lê haya me ji vê nebû. Jİ ber ku her kesî berê xwe da bû wezîfeya xwe. Her tişt di nava çend kêliyan de qewimî.

QIYAMET LI DIJMIN RABÛ

Dema ku em ji qemyonê peya bûn, leşkerên li nîzamiyeyê dema em dîtin şoq bûn. Hevalan ew leşker anîn xwarê û ji nîzamiyeyê ketin nava qereqolê. Hevalên li koma parastinê, li çep, rast û hewşa qerqolê direşandin. Me jî di nava vê gulebaranê de ji aliyekî ve êrîşî çeperên leşkeran kirin, li aliyê din jî ketin nava qreqolê. Bêguman di wê kêliyê de dengê teqînan, dengê çekan û qareqara leşkeran her bilind dibû. Tam cihê şer bû. Bêhna barûtê qirik û bevila me dişewitand. Leşkerên dijmin ji ber ku di nava rojê de ne li benda êrîşeke bi vî rengî bûn, matmayî ma bûn. Mîna ku qiyamet li wan rabû bû. Toz dûman li nava qereqolê rabû bû. Qereqol di nava tarîtiyê de winda bû bû.

KETINA NAVA QEREQOLÊ

Çawa ku em ketin nava qereqolê hevalên Çirav, Newal û Baz di nava çend kêliyan de êrîşî avahiya xwaringehê kirin. Hevalê Aşîkar jî êrîşî wesayita zirxî ya bi tîpa akrep a li hewşê kir. Hevalê Cuma êrîşî tank û fermandariya li aliyê rastê kir. Hevala Ekîn jî di vê kêliyê de li pişt min bû. Hevale Amed gazî me kir û got ku kulûbeya li aliyê din êrîşî me dike. Me jî berê xwe da vê kulûbeyê. Di vê kêliyê de hevala Ekîn ji milê xw eyê rastê birîndar bû. Bi hevalên Ekîn, Dunya û Amed re bi bombeyên destan û kleşê me êrîşî kulûbeyê kirin. Û ji ber ku hevala Ekîn birîndar bû, me ji hevalê Berxwedan xwest ku wesayitê bîne. Lê belê ji ber ku cerdevanan gelekî gule li wesayitê reşandin, nema dihate ajotin. Me jî kulûbeya li hemberî xwe rûxand. Hevalê Cuma bi çeka xwe ya B-7 li hewşa qereqolê operasyona paqijkirinê dikir. Piştî ku hewş paqij kir hevalê Cuma berê xwe da fermandariyê. Û tanka li hemberî xwe îmha kir. Hevalê Karwan piştî ku ji wesayitê daket demeke kin şer kir û ji ber guleyên cerdevanên gundê Baye şehîd bû. Hevlaên Newal, Baz, Aşîkar û Çirav berê xwe dan xwaringehê. Hevalê Cuma bi B-7 deriyê xwaringehê îmha kir û 2 leşker kuşt. Piştre hevalên Çirav, Newal, Aşîkar û Baz êrîşî leşkerên li xwaringehê kirin û li vir 20 leşker kuştin. Dûre hevalê Aşîkar kete nava xwaringehê û li leşkerên li wir da. Her der ji xwînê sor bû bû. Piştî ku pênc heval ji xwaringehê derketin, hevalên Cuma û Aşîkar berê xwe dan fermandariyê. û li pêşiya avahiya femandariyê wesayiteke zirxî ya bi tîpa akrep rûxandin. Piştre êrîşî kamelyaya ku leşkeran lê xwarin dixwarin kirin. Li vir leşkerek kuştin. Piştre ketin avahiya fermandariyê. Û avahî di nava toz û dûmanê de ma. Hevalê Cuma piştî ku demeke dirêj li vir şer kir, şehîd bû. Hevalê Aşîkar jî piştî ku ji avahiyê derket, bi guleya ji kulûbeyên leşkeran hate teqandin, şehîd bû. Di vê demê de hevalên Baz, Newal û Çirav ji nû ve ketin avahiya ku beriya niha ketibûn hundir û 2 leşker kuştin. Piştî ku ji avahiyê derketin hevalê Çirav ji çonga xwe birîndar bû. Hevalê Baz bi 2 bombeyan li panzera ku 5 leşker tê de bûn xist û panzer îmha kir. Hevalê Baz çek û rextê heval Çirav girt û hat cem me. Heval Newal jî hewl da hevalê Çirav ê birîndar bîne ber deriyê derve. Lê belê heval Çirav şehîd bû û heval Newal jî bi giranî birîndar bû. Di wê kêliyê de li hewşê me hîn şer dikir.

VEKIŞÎN

Hêdî hêdî me dest bi vekişînê kirin. Ewilî ez derbasî rêya li pêşberî qereqolê bûm. Di dema vekişînê de bi çekên giran gule li me hate reşandin. Piştî ku min leşkerê li kulûbeyê xist, dengê çeka giran hate birîn û min dest bi parastina hevalên din ên vekişe kir. Ewilî hevalên Ekîn û Dunya derbasî aliyê din ê qenala li pêşberî qereqolê bûn. Piştre hevalê Baz hat. Li dû hevalê Baz, heval Amed hat. Di vê demê de ji ber gulereşandina ji mewziya A-4 hevalên Dunya û Ekîn şehîd bûn. Em sê heval ji qereqolê derketin. Piştre me xwe gihand hevalê Berxwedan. Em her çar heval ber bi aliyê gundê Baye ve vekişiyan. Di vê kêliyê de bi rêya cîhazê me pêwendî bi hevalê Firat re danîn. Hevalê Firat got ku heval Newal dema ji rê derbas dibû şehîd bû û dîmenê çalakiyê jî kişandibû kamerayê.

GUNDÊ BAYE

Em ketin nava gundê Baye. Lê belê me nizanîbûn gund hemû cerdevan e. Me rê ji gundiyan pirsî. Wan jî bi zanebûn berê me da rêyeke ku cerdevanan kemîn lê danî bûn. Lê belê ji ber ku jin û zarok li gund hebûn û ji ber hesasiyeta gelê me, me ewilî fîşek neteqand. Piştî ku cerdevanan gule reşandin, em bi du koman ji hev qut bûn. Hevalên Baz û Amed berê xwe dan jêrê gund, ez jî heval Berxwedan jî me berê xwe dan jorê gund. Di wê demê de cerdevanekî berê çeka xwe da min û bi Tirkî ji min re got, 'teslîm ol'. Ji bo parastina xwe, min jî ew kuşt. Dema em ji gund derdiket, cerdevanekî gule li min reşand. Min ew jî bê bandor kir. Dûre ji gund derketim. Li nava gund di şer de me sercerdevanek kuşt, 2 cerdevan jî birîndar kir. Li derveyî gund me xwe veşart û helîkoptera bi tîpa kobra gule li dora me reşand. Piştî vê gulereşandinê, rojek piştre em xwe gihand hevalan. Di vê demê de balafirên şer ên Tirk jî bombe li herêmê barandin.

DI ÇALAKIYÊ DE 64 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Me ji çalakiya Harûna encameke mezin bi dest xist. Ji dijmin 64 leşker hatin kuştin, 3 tank û 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa akrep, panzerek hatin rûxandin. Qereqol bi giştî hate îmhakirin. 8 hevalên me di vê çalakiyê de şehîd bûn. Hevalên Cuma, Ekîn, Dunya, Mordem, Aşîkar, Çirav, Newal û Karwan tevlî karwanê şehîdan bûn.

Piştî vê çalakiya bi bandor a gerîla, artêşa Tirk a dagirker neçar ma cihê qereqola Harûna biguherîne.