Dersim: Em ji her demê bêhtir nêzî serketinê ne

Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê Pîro Dersim diyar kir ku ew ji her demê bêhtir nêzî serketinê ne û got, desthilatdariya heyî bi esasî ji aliyê konsepteke polîtîk ve bi dawî bûye.

Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê Pîro Dersim bersiv da pirsên ANF'ê û diyar kir ku desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê ji aliyê pratîkî nebe jî bi esasî ji aliyê konsepteke polîtîk ve bi dawî bûye.

Dersim anî ziman ku bûyerê niha diqewimin wê rêveçûna pêvajoya bê diyar bike û got, " Plana Têkbirinê ya ku bi pêşengiya tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê bi destûra hêzên navneteweyî sala 2014'an hate amadekirin û ji 24'ê Tîrmeha 2016'an û pê ve bi cih hate anîn, bi têkoşîna ji 6 salan hate têkbirin, bêencam hate hiştin. Vê berxwedana bi heybet a 6 salan kir ku bloka desthilatdariya faşîst ji hev bikeve. Yên ku her carê hin demên cuda bilê vdikin, niha bi hev ketine. Eger îro di ser Sedat Peker re sûc têne eşkerekirin, ev yek encameke vê têkçûnê ye."

Dersim destnîşan kir ku ev encama bi berdêlên giran a têkoşîna wan hatiye afirandin, destpêka pêvajoyeke nû ye û got, "Serketina ku gerîlayên serdema nû li Heftanîn, Garê, Metîna, Avaşîn û Zapê bi dest xist, dewleta Tirk a dagirker û qirker li gel teknîka wê têk bir."

Dersim diyar kir, dewleta Tirk a ku li pêşberî gerîla xitimiye, îro PDK'ê berdide qadê, bi vî rengî dixwaze xwe ji têkçûnê rizgar bike û got, "Lê belê PDK jî wê nikaribe tifaqa faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê ji hilweşînê rizgar bike. Têkçûna vê tifaqa faşîst wê di heman demê de li Kurdistanê jî bibe têkçûna xeta xiyanetê û nokeriyê."

Têkildarî grevên birçîbûnê yên li zindanan ên li dijî tecrîdê jî Dersim bi bîr xist, ku qada zindanê di her pêvajoya têkoşînê de bûye çepereke girîng a berxwedanê û got, "Dijminê ku baş bi vê rastiyê zane, di konseptên xwe yên êrişê de yên li dijî tevgera me timî cihekî cuda daye zindanan. Bi taybetî bi dîlgirtina Rêberê me re rola qada zindanan zêdetir bûye, di şexsê Rêber Apo de bûye qada pêşengiya berxwedanê."

Dersim ragihand ku nêzîkatiyên niha li zindanan têne kirin bi hiqûqa dijminatiyê jî nikare bê vegotin û got, "Di hiqûqa dijminatiyê de jî çarçoveyeke hiqûqî heye û neçar e ku vê bi cih bîne. Halbûkî li zindanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistane ti hiqûq nîne. Bi deh hezaran girtiyên siyasî ji însafa rêveberiya girtîgehan re hatine hiştin ku rêveberiyên girtîgehan jî ji milîtanên AKP-MHP'ê pêk tên. Nexweşiya girtiyên nexweş jî weke amûrek ji bo teslîmgirtinê bi kar tînin, ji ber ku vê xiyanetê qebûl nekirin, bi sedan hevrêyên me nehatin tedawîkirin û şehîd bûn."

Dersim bal kişand ser berxwedana bi heybet a li zindanan li dijî zilm û êşkenceyê tê kirin û got, "Rêber Apo ji vê yekê re got berxwedana bi rûmet. Bi rastî jî doza mafdar a têkoşîna me û gelê me ji aliyê hevrêyên me ve bi rûmetî li ser xeta fedayî tê parastin. Polîtîkayên dijmin li bin guhê vê berxwedanê dikeve û têk diçe."

Dersim anî ziman ku ji her qadê bêhtir, qada zindanê bersiv da Pêngava 'Dem dema azadiyê ye' û got, "Di çarçoveya pêngavê de zêdeyî 200 roj in greva birçîbûnê bi biryardariyeke mezin dewam dike. Heta ku tecrîda li ser Rêberê me neyê rakirin, girtiyan diyar kirin ku wê vê berxwedanê bi biryardarî dewam bikin. Lewma ji bo xwedîderketina li berxwedana hevrêyên me, ji bo mezinkirin û encamgirtina vê berxwedanê, divê yên li derve çi ji destê wan bê bike. Ev yek wezîfeyeke bingehîn û wijdanî ye."

Ji bo vê xwedîderketinê jî bang li malbatên girtiyan, rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên welatparêz siyasî, dayikên aştiyê, jin û ciwanên Kurdistanê kir ku pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Dersim destnîşan kir ku hêzên li dijî desthilatdariya faşîst li ser bingeha xwedîderketina li berxwedana zindanan, divê têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin û got, "Her wiha rêxistinên parêzeran, parêzvanên mafên mirovan divê li dijî bêhiqûqaiya li zindanan bikevin nava têkoşîneke çalak. Sedemên hebûnê, rûmeta pîşeyî vê yekê ferz dike. Malbatên girtiyan bêyî ku li benda kesî bimîne li refên pêş divê xwedî li vê berxwedanê derkevin, bexwedanê civakî bikin. Sazî û gelê me yê welatparêz, di serî de jin û ciwanên Kurdistanê divê xwedî li hevrêyên me yên li zindanan derkevin, bibin dengê wan ê li derve. Bila her kes vê zanibe; Em ji her demê bêhtir nêzî serketinê ne. Eger li ser bingeha xwedîderketina li zindanan û berxwedana gerîla, têkoşîna li dijî faşîzmê bê mezinkirin serketin wê ya me be."