Derket holê ku ewlekarê wargeha penaberan sîxurê MÎT’ê ye

Derket holê ku Arîf A. ku ewlekarê wargeha penaberan a li bajarê Grevenbroîch ê Elmanyayê sîxurê MÎT’ê ye.

Di hejmara îro ya rojnameya Frankfûrter Rûndschaû de, nûçeyek li ser karê sixuriya MÎT’a dewleta Tirk ê li Elmanyayê nûçeyek weşiya. Di nûçeya bi îmzeya Erkan Pehlîvan de hat diyarkirin ku Balyozxaneya Dusseldorfê cihekê giring di nav tora sixuriyê de digire û hat gotin ku agahiyên 8 penaberên dijberê rejîma Erdogan bi rêya vê balyozxaneyê ji Enqereyê re hatiye şandin.

Li gor kitekitên bûyera sîxuriyê ku me bi dest xistin, derket holê ku sîxurê MÎT’ê Arîf A. yê di wargeha penaberan a li navçeya Grevenbroîch a Dusseldorfê de ewlekar e, agahî ragihandine Balyozxaneya Tirk a li Dusseldorfê.

AGAHIYÊN PENABERAN DANÊ DESTÊN MIDÛRIYETA EWLEHIYÊ

Piştî hevdîtina bi Arîf A. re balyozxaneyê belge şandine ji Midûriyeta Ewlehiya Giştî ya Enqereyê re. Numreya telefonê û ya nasnameyê ya Arîf A. ya Komara Tirkiyeyê û her wiha numre û agahiyên taybet ên 8 kesên dijberê desthilatdariya AKP-MHP’ê di nav belgeyê de ne. Li gor belgeyê ku 4’ê Kanûna 2020’an hatiye amadekirin xuya ye ku Arîf A. sîxurekê MÎT’ê ye û ji sala 2004’an heta niha di Şirketekeke Ewlekariyê de dixebite ku li Eyaleta Ren Westfalya ya Bakurê Elmanyayê ye.

Salên çûyî jî gelek caran belge derketin holê ku sefaretxane û balyozxaneyên dewleta Tirk ên Elmanyayê wek şaxên MÎT’ê dixebitin. Tê texmînkirin ku 6 hezar sîxurên MÎT’ê li Elmanyayê hene, lêpirsînên li wan tê kirin jî ji bo nîşandanê ne. Tu giringiya wan nîn e.

MELEYAN JÎ SÎXURTÎ JI BALYOZXANEYÊ RE KIRIYE

  Li gel ku rayedarên dewleta Elman gelek caran aniye ziman ku amadekariya sûîkastê li siyasetmedarên Kurd û kesên dijberê dewleta hatiye kirin, Elmanya çavên xwe ji kirinên MÎT’ê re digire.