Derbên giran li artêşa Tirk hate xistin: 16 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA STAR’ê bi wesîleya salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiyeke fedaî li dar xistibû, li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên di rojên dawîn û êrîşên hewayî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome hêzên me bi wesîleya salvegera şehadeta şehîd Zîlan de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor li dar xistine.

Di 23’ê Hezîranê de saet di 09.05’an de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker a ku li Girê Şehîd Rahîme ya Gevera Colemêrgê rê çêdikir, çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji du milan ve li çeper û makîneyên kar ên dijmin xistine û di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi obus û hawanan li qadê dane.

Di  heman rojê de hêzên me saet di 19.30’an de di navbera Çelêya Colêmêrgê û Wanê de li nêzî gundê Çemê Bedel li dijî benda kontrolê ya artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Hêzên me ji 3 milan ve li dijmin dane. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin, klûbeyeke dijmin û wesayîteke leşkerî jî derb xwarine.

Di 24’ê Hezîranê de hêzên me saet di 11.30’an de li ser rêya di navbera Girên Şehîd Ferman û Şehîd Elîşêr li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

GERÎLAYÊN YJA-STARÊ 8 DAGIRKER KUŞTIN

Di heman rojê de saet di 19.35’an de hêzên me yên YJA-Starê li Qada Meydankê ya Gevera Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji 2 milan ve li dagirkeran dane û di vê çalakiyê de 8 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

LI AZAXPÊRTÊ OPERASYON

Di 19’ê Hezîranê de saet di 00.10’an de artêşa Tirk a dagirker li qada Karar a Azaxpêrta Çewligê operasyonek dane destpêkirin û saet di 02.00’an de hêzên dagirker bi balefirên şer û helîkopteran qad bomberdûman kirine. Piştî bomberdûmanê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterê leşker aniye qadê. Li vê derê şerên giran çêbûye. Di vî şerî de 2 rêhevalên me, piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûne. Ev operasyon di 20’ê Hezîranê de ji qadê hatiye vekişandin. Wê nasnameya rêhevalên me yên şehîd piştre werin eşkerekirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. Di vê çarçoveyê de:

Di 23’ê Hezîranê de saet di navbera 23.00 û 00.00’an de qada Kunîşka ya Zapê, di 24’ê Hezîranê saet di 13.00’an de Qada Cîloya Biçûk a Zapê û saet di 13.30’an de jî qada Xinêrê ya Xakurkê hatiye bomberdûmankirin.

Di 25’ê Hezîranê de jî (Îro)  saet di 00.30’an de qada Xantûrê ya Heftanînê hatiye bomberdûmankirin.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye û agir bi daristanên van qadan ketiye.”