Demîrtaş: Tirk jî dikarin fêrî Kurdî bibin

Hevserokê Gişît yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîn tê girtin, têkildarî Komxebata Zimanê Kurdî ya li Amedê hatî kiri peyamek şand û got: “Ji bo fêrbûna Kurdî pêwîst nake ku tenê Kurd be.”

Demîrtaş têkildarî Komxebata Zimanê Kurdî ya li Amedê hate kirin bi rêya parêzerên xwe peyamek şand.

Demîrtaş got: “Li ser rûyê erdê her zimanê ku heye qedir û bi qîmet e.”

Demîtaş da xuyakirin ku hewldana xwedî derketina zimanên tê qedexekirin an jî bi tinebûnê re rû bi rû ye ‘xwedî wate ye’ û got: “Kurdî jî yek ji van zimanan e.”

Demîtaş ê bal kişand ser girîngiya komxebatê wiha dom kir: “Komxebata Zimanê Kurdî ya li Amedê girîng û bi wate dibînim. Divê ji bo encamên ku ji komxebatê derketîn bê şopandin û bikeve meryetê, baş bê şopandin û her kes bikeve nava ked û hewldanan.

Demîrtaş bi domdarî got: “Di demê Rewşa Awarte de gelek TV Kurdî, rojname, kovar û malper, kreş, qûrs û enstîtû hatin girtin. Ne tenê fêrbûna zimanê Kurdî, bûna fermî û bûna zimanekî civakî, hewldanên bi derfetên kêm ên gel ku ji bo parastina zimanê xwe jî bi însafa hişmendiya qedexeker re hiştin bê wijdanî ye.”

Demîrtaş têkildarî qedexeyên li ser ziman jî axivî û got; “Bi teqez divê qedexeyên bê wate yên li ser ziman werin rakirin. Em di demek wiha de dijîn ku divê hemû kes ji her kesê zêdetir xwedî li zimanê dayikê derbikeve. Zimanên desthilatdaran ku di jiyana rojane de bi pêdiviyên ragihandin û tekonolojiyê zêdetir tên bikaranîn re her roja diçe ziman dorpêç dike û sîstema perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê ku Kurdî qebûl nake bûye sedemê windabûna zimanê Kurdî. Gelek feyde ye ku ev rewş bi cîdiyeke mezin di rojevê de bê hiştin.”

Demîrtaş got rolê dengbêjan a di parastina zimanê Kurdî heta roja me ya îro de gelek mezin e û ev peyam da; “Ji bo fêrbûna Îngîlîzî ne şerte Îngîlîz bî, ji bo fêrbûna Tirkî ne şerte Tirk bî. Ji bo fêrbûna Kurdî jî ne şerte hûn Kurd bin. Ji bo her yekê hebûna mirov bes e. Fêrbûna Kurdî tavsiyeyî tenê kesên ku zimanê xwe yê dayikê nizanin nakim ji bo hemû kesê ye. Em bihevre dijîn û em ê bihevre bijîn. Wê demê em rêz û hurmetê ji zimanê hevdu re bigrin û fêr bibin. Ev me ji hev qut nake dijber; xweşiktir dike, bihêztir dike.”