Demîrtaş ji Le Monde re nivîsî: Em ê ji têkoşîna xwe venegerin

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, ji rojnameya Le Monde ya Fransayê re gotarek nivîsî.

Demîrtaş got, beriya niha bi salek û 8 mehan, ew ji Amedê ku malbata wî lê ye hate girtin û bi 1700 dûrî malbat û hevalên xwe, li girtîgeha Edîrneyê hatiye bicihkirin.

Demîrtaş diyar kir ku niha li girtîgehên Tirkiyeyê bi deh hezaran mirov hene ku ji ber mafê xwe yê azadiya raman û rêxistinbûnê bi kar anîne weke 'terorîst' hatine îlankirin û girtin.

Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist ku yek ji şeş namzetên Serokkomariyê ew e û wiha dewam kir: "Di dîroka siyasî ya cîhanê de kêm lîderên siyasî hene ku ji girtîgehê bûne namzetê Serokkomariyê. Tevî ku min nedixwest bi vî rengî bêm hişê mirovan jî, yek ji wan lîderan ez im. Lê belê ev rewş ne tercîha min e, daxwaza Erdogan e. Piştî ku hatim girtin bi salekê qet ez dernexistin pêşberî dadgeriyê. Piştre jî tenê du caran. Li ser darizandineke adîl tiştekî nabînim. Li gorî qanûna heyî diviyabû ji destpêkê ve negirtî bihatima darizndin. Niha jî li gorî daxwaza hikumetê dema darizandina min dikare bê dirêjkirin an jî bi sedan sal cezayê girtîgehê li min bê birîn."

Demîrtaş destnîşan kir ku ew ji dadger û dozgerên ji her kesî bêhtir ji Erdogan ditirsin, edaletê hêvî nake û got, "Tevî ku baweriya min a edaletê ya ji saziyên dadgeriyê qels e, baweriya min a bi gelên Tirkiyeyê gelekî xurt e ku wê hem xwe hem jî dadgeiryê azad bikin. Çar namzetên li derveyî Erdogan dan xuyakirin ku divê negirtî werim darizandin. Ji aliyê gel ve rewş hîn tevlîhev e. Eger li gorî îdîayên ku Erdogan her roj di mîtîngan de tîne ziman sûcdar bim, wê çaxê çawa dikarim bibim namzet. Na eger ne sûcdar bim, çima nayêm berdan. Ev pirs di hişê mirovan de ne. Bersiva vê nakokiyê gelekî hêsan e: desthilatdarî baş pê zane ku eger îro serbest bim, mîna 7'ê Hezîrana 2015'an bi mûxalefeteke xurt, ez ê xewn û xeyalên otorîter ên Erdogan lê bikim kabûs."

YA DÎKTATORÎ YA JÎ DEMOKRASÎ

Demîrtaş diyar kir ku bi derfetên kêm jî be ew hewl dide siyaseta Ewropayê ji nêz ve bişopîne û got, "Mixabin bi têrkerî destekê nadin welatên Tirkiyeyê yên li girtîgeha nîv-vekirî ji bo azadiyê têdikoşin. Di hilbijartinê de wê dengdan li ser dîktatorî ya jî demokrasiyê bê dayin. Eger em pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewropa deynin aliyekî jî, her pirsgirêkên aborî, ewlekarî û penaberan ên li Tirkiyeyê diqewimin yekser bandorê li Ewropayê dikin. Lewma daxwaza welatên Ewropayê bi xweşbînî pêşwazî dikim ku ji aliyê siyasî û aborî ve Tirkiyeyeke aram dixwazin. Lê mixabin hîn jî nabînin ku Erdogan çavkaniya nearamiyê ye. Hikumetên Ewropayê di berdêla nedîtina kiryarên antî demokratîk ên Erdogan dibe ku di mijarên aborî û penaberan de ji bo pêwîstiyên xwe yên demkin bersiv dîtibin. Lê belê ev rêveçûn nabe ku bidome. Krîza siyasî ku Erdogan bi sorkirina gel û neteweperestiyê rê li ber vekiriye, ber bi krîzeke aborî ya giran ve çûye. Eger Erdogan şeva 24'ê Hezîranê bi dek û dolaban ragihîne ku di hilbijartinê de bi ser ketiye, ev yek wê krîzan girantir bike.

Demîrtaş işaret bi gefên darvekirinê yên Erdogan jî kir û got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe, bi navê xwe, ez ê ti carî ji sekna xwe ya mûxalîf a ji bo gelê xwe venegerim. Mîna min bi dehan milyon mirov li Tirkiyeyê hene ku ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşin. Ez zanim ku ew mirov wê ti carî vê rêveçûna otorîterbûyînê qebûl nekin. Lewma encamên hilbijartinê çi dibin bila bibin, em ê têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî, edalet û azadiyê bidomînin."