Demîrtaş: Dem dema serkeftinê ye!

Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku hê jî di girtîgehê de ye, peyamek şand civîna nasandina namzetên parlementeriyê ya partiya xwe. Demîrtaş got “Êdî dem dema serkeftinê ye.”

Peyama ku Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê şand di civîna nasandina namzetan de hate xwendin.

Demîrtaş di peyama xwe de qala van tiştan kir:

“Hevalên min ên hêja yên ku biryar dane têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê bi parlementeriya di bin banê HDP’ê de bidomînin;

Ji ber vê vê biryara we ya bi rûmet û wêrek ez we pîroz dikim û we hemûyan silav dikim.

Di vê qonaxa krîtîk a têkoşînê de, piştgiriya we ya ji bo têkoşîna HDP’ê, dikare qedera hemû bindestan biguherîne.

We berpirsyariyeke giran wergirtiye ya ku dikare civakê azad bike û di meşa demokrasiyê de astengiyan ji holê rake.

Di têkoşîna me ya siyasî de hilbijartinên 24’ê Hezîranê êdî rewşeke krîtîk e. Ji bo ku em van hêviyan bikin destkeftiyeke mayînde, ji sibê û şûnde hûn ê li qadan bin. Ez bawer im ew ê ciwan, jin û kedkar eleqeyeke germ nîşanî we bidin. Ji ber ku hûn nûnerên gel in û hûn sembolên berxwedana li hemberî faşîzmê ne.

Bi dîsîplîna partiyê, rêgezên demokratîk ên hevpar ên HDP’ê û bi berpirsyariyek mezin li her derê hûn ê bi rêxistinî tevbigerin û bi zimanê hevpar ê aştî û wekheviyê hûn ê barê kampanyayê hilgirin.

Li vê hucreya me, ew ê we bi kêfxweşî û bi heyecan bişopînin. Her ku me dît hûn hêviyê didin gelê me, ew ê hucreya me ronî bibe û bi her gava we re, em ê serbilind bibin.

Êdî dem dema serkeftinêye. Serfirazî nêzî me ye û êdî hûn ê xwe bigihînin wê. Bi baweriyeke xurt dakevin qadê û di êvara 24’ê Hezîranê de wê xelata demokrasiyê ya hêja diyarî welat bikin.

Ez bawer im, hûn dikarin bikin. Bila rêya we vekirîbe. Ez careke din we hemûyan pîroz dikim.”