Delal Soran: Dem dema parastina hebûnê ye

Şervana YPJ'ê Delal Soran bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir û got; "Divê gelê me ti carî hevkariya dagirkirin û qirkirinê qebûl neke û nerazîbûna xwe bi rengekî xurt nîşan bide."

Nerazîbûna li dijî bazarî û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi dewleta Tirk a dagirker re dewam dike. Girêdayî vê mijarê şervana YPJ'ê Delal Soran ji ajansa me re axivî. Delal, kiryarên PDK’ê wekî pejirandina komkujiyên li dijî Kurdan nixand û wiha got; "Ne tenê li dijî PDK’ê yan jî li dijî dewleta Tirk, divê gelê me li hemberî hemû hewldanên bazarî û dagirkirina xaka Kurdistanê hişyar be. Ev xaka ku şahidî ji şoreşa mirovahiyê re kiriye, divê bi ti awayî li ser bazarî, siyaset û hesabên çewt neyên kirin."

Delal diyar kir bûyerên niha li Başûrê Kurdistanê diqewimin, hevkariya PDK`ê ya bi dagirkeriya dewleta Tirk re nîşan dide û got: "Heke em li dîroka gelê Kurd û serhildanên Kurdan yên ji dema Şêx Mehmûd Berzencî û heta roja îro binêrin, em ê bibînin ku tişta nehiştiye gelê Kurd bigihê armanca xwe û bibe xwedî statû, îxaneta nav xweyî ya Kurdan bi xwe ye."

Şervana YPJ’ê Delal Soran got, "PDK dibêje ew xak û gelê Başûrê Kurdistanê diparêze. Lê belê di dema şerê li herêma Heftanînê û şerê Kerkûkê de, ji her kesî re diyar bû ka kî xaka Başûrê Kurdistanê diparêze". Delal wiha domand: “Dema PDK dibêje em Başûrê Kurdistanê diparêzin, ev pirs dikeve hişê mirov; wê demê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker û bi dehan baregehên wê yên leşkerî li xaka Başûrê Kurdistanê çi dikin?!"

Delal Soran bi dewamî got, "Êrişên dagirkeran ne tenê li ser Başûrê Kurdistanê pêk tên, li ser tevahî Kurdistanê êrîş hene û li hemberî van êrîşên dagirkirin û qirkirinê pêdivî bi yekrêzî û yekbûna Kurdan heye. Em baş dizanin ku dijmin her tim hewl dide Kurdan bi destê Kurdan tine bike, bide kuştin. Ji lewra divê PDK`ê ber bi xeta neteweyî ve were û ji dijminên ku dixwazin hebûna gelê Kurd tine bikin, dûr bikeve."

Şervana YPJ'ê Delal Soran bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî hevkariya PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker bi rol û misyonê xwe rabin vê hevkariyê red bikin. Delal wiha dewam kir: "Divê dagirkerî û desthildariya li ser xaka Başûrê Kurdistanê neyê qebûlkirin. Divê gelê Başûr li hemberî wê yekê rabe ser piyan. Ji ber ku êrîşên li qadên parastina Medya li dijî hêzên gerîla tên kirin, di heman demê de êrîşên li dijî hemû gelê Kurd e."

Şervana YPJ'ê Delal Soran di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Wekî keçeke Soran ji malbateke YNK’yî û wekî ciwaneke bajarê Silêmaniyê banga min ji bo partiya YNK’ê jî heye ku bi rol û mîsyona xwe rabe. Rola YNK’ê jî di yekîtiya gelê Kurd de heye. Her wiha rola her ferdek Kurd li kuderê dibe bila bibe, rola xwe di vê yekîtiyê de heye. Em dibêjin bi rastî jî êdî dem dema yekîtiyê ye, dem dema azadiyê ye. Mafê me kesî nîne ku em tenê bi hin berjewendiyên sivik û erzan bifikirin, divê em hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe misoger bikin. Ez jî weke ciwaneke ji başûrê Kurdistanê bi vê zanebûnê îro cihê xwe di nava refên YPJ’ê de digirim û di çepera xwe de parastina şoreşa Rojava û ya tevahî Kurdistanê dikim."