Dayikên Kurd: Kes nikare me ji Rêberê me qut bike!

Greva birçîbûnê ya li Swîsreyê di roja 5'an de ye. Çalakgerên jin gotin, "Ji bo Rêberê xwe em ê xwe ji têkoşînê venegirin" û bang li CPT û Ewropayê kirin ji bo bi erka xwe rabin.

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li Swîsreyê dest pê kir, di roja 5'an de ye. Grev li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê pêk tê. Koma destpêkê ya grevê wê çalakiya xwe îro radestî koma duyemîn bike.

Çalakgeran diyar kirin ku gelê Kurd wê ti carî hînî tecrîda li Îmraliyê nebe û bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê kirin ku berxwedanê geş bikin.

Ji çalakgeran Îsmîhan Ok diyar kir ku dayikên Kurd wê ti carî dev ji Rêberê xwe û zarokên xwe bernedin û got, "Em amade ne ku di oxira vê de her tiştî bikin. Em ê tiştên ku li me û gelê me hatiye kirin ti carî ji bîr nekin. Ez ji vê derê silavên xwe ji zarokên me yên li serê çiyê re dişînim. Em baş pê zanin ku dem ne dema rûniştinê. Em ê ti carî neheqiyê qebûl nekin. Têkoşîna me ya ji bo Rêberên me û girtiyan wê bidome. Kes nikare me ji Rêberê me qut bike. Divê Ewropa bi erk û berpirsyariya xwe rabe û be destekê bide dîktatoriya Erdogan."

Zahîde Hussen jî bi bîr xist ku dewleta Tirk çi jin, çi jî extiyar û zarok her kesî dixe zindanê û wiha dewam kir: "Demeke dirêj e Rêberê me tecrîdkirî ye û Leyla Guven zêdeyî meheke di greva birçîbûnê de ye. Lê belê cîhan vê yekê ji nedîtî ve tê. Di serî de Rêberê me heta ku hemû hevalên me werin berdan, em ê her roj çalakiyan bikin. Ji bo daxwaza edaletê em ketine greva birçîbûnê. Dayikên Kurd wê ne xwe ji Rêberê xwe, ne jî xwe ji têkoşînê vegirin.

Mirovên me bi salan e tên kuştin, lê belê Ewropay ku xwe demokratîk bi nav dike, tenê li vê komkujiyê temaşe dike. Em jî ji vir dipirsin; ka edaleta we, ka demomkrasiya we?

Zarokên me li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û mirovahî parastin. Lê belê Ewropa ya ku me ew parast, îro bi kujerên Kurdan re hevkariyê dike. Em ê vê qebûl nekin. Em amade ne ku ji bo Rêberê xwe ya pêwîst çi be wê bike.

Dayika Zahîde ya ji Efrînê jî bal kişand ser rewşa zarokên Efrînî û bi vê armancê helbestek xwend.