Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Dayikên Şemiyê di bin dorpêçê de cara 715’an li hev civiyan

Dayikên Şemiyê di bin dorpêça polîsan de cara 715’an li hev civiyan û li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn.

Çalakiya 715’an a Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta windayan dipirsin û dixwazin faîl werin darizandin li Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve carek din hate qedexekirin. Beriya çalakiyê kolana Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.

Di çalakiyê de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya hate pirsîn yê ku 6’ê Kanûna 1993’an li Taxa Baglar ya navçeya Siwêrek a Rihayê hatibû destgîrkirin û piştre agahî jê nehate girtin. Daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê ji aliyê biraziya Huseyîn Taşkaya Surgun Taşkaya ve hate dayîn.

Taşkaya, anî ziman ku mafê azadî û jiyana mirovekî tenê bi demokrasî û hiqûqê tê parastin û wiha got: "Divê darizandin serbixwe û bê alî be. Şertê serbixwe û bêaliya hiqûqê bi darizandina adîl pêkan e. Li Tirkiye darizandinek bi edalet û serbixwe nayê kirin. Ji ber ve yekê demokrasî jî bi pêş nakeve. 15 hefte ne, em nikarin li Qada Galatasarayê daxwazên xwe bi raya giştî re parve bikin. Em nikarin daxwaz û pirsgirêkên xwe bînin ziman. Mafê me yê ji aliyê zagonan ve hatiye parastin bi zora polîsan tê astengkirin. 15 hefte ye em bi israr dibêjin ev astengî li dijî Qanûna Bingehîn e. Li dijî peymanên navneteweyî ne. Ev astengî êrîşa li dijî mafên bingehîn ên azadiyan û demokrasiyê ye."

ÇÎROKA TAŞKAYA

Surgun Taşkaya çîroka mamê xwe û têkoşîna tê dayîn wiha vegot; “25 sal in ji bo winda bên dîtin em têkoşîna edaletê didin. Bavê 4 zarokan Huseyîn Taşkaya yê 42 salî li Siweregê di bin serweriya Eşîra Bucakan de mutahîdî dikir. Piştî bihîst ku navê wî di lîsteya kesên bên kuştin de heye, mala xwe bar kir û hat Stenbolê. Ji bo karê xwe yê fermî dîsa çû Sîweregê. Li mala mamê xwe Mehmet Taşkaya ma. Di şeva 6'ê Kanûna 1993'an de hat destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin. Polîs û cerdevanên eşîra Bûcak bi 30 maşîneyan mala Mehmet Taşkaya dorpêç kirin. Bi rêveberiya Tegmen Ahmet Şenturk bi ser mala Huseyin Taşkaya de girtin. Piştî Huseyîn Taşkaya hat destgîrkirin malbatê serî li hemû rayedaran dan. Lê tu encam bi dest nexistin.

Dayika Huseyin Taşkaya Fatime Taşkaya tevî hemû serlêdanan û hewldanan agahî ji kurê xwe negirt û di 17'ê Cotmeha 2015'an de ji nava me koç kir. Em kesên Huseyîn Taşkaya destgîrkirine dizanin. Lê ev kes li şûna bên darizandin hatin xelatkirin. Em bang li darazê dikin ku li gorî edaletê tev bigerin û heqîqetê ronî bikin û hesab ji berpirsiyaran bê pirsîn. Heta ku daxwazên me yên edaletê pêk bên têkoşîna me wê berdewam bike. Em ê ji daxwaza xwe ya qada Galatasarayê jî gavan paşve navêjin."

‘EV 25 SAL E LI BAVÊ XWE DIGERIM’

Piştre Hevjîna Taşkaya Sultan Taşkaya axivî û got: "Heta kujer bên dîtin û darizandin ez ê têkoşîna xwe û lêgerîna edaletê berdewam bikin." Keça Huseyin Taşkaya Serpil Taşkaya jî diyar kir ku 32 salî ye û ji 7 saliya xwe de li aqûbeta bavê xwe dipirse û wiha got: "25 sal in têkoşîna edaletê didim. Min ev têkoşîn ji dayika xwe wergirt. Îro ez berdewam dikim. Sibê wê zarokên min berdewam bikin. 15 hefte ye li dijî hiqûqê çalakiya me li Qada Galatasarayê tê astengkirin. Ez ji 9 saliya xwe de li qada Galatasarayê qurnefîlan datînim qadê. Heta aqûbeta bavê min ronî bibe û hesab ji kujeran bê pirsîn tekoşîna me ya edaletê wê berdewam bike."