Dayika min Leylaya gelê xwe ye

Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 33 roj in di greva birçîbûnê ya bê dorveger û bê dawî de ye. Keça Guven Sabîha Temîzkan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re nivîsî û qala dayika xwe kir.

Diya min wisa bedew dikeve jiyana mirovan ku… 

Vaye dîsa ketê…

Careke din bi berxwedana xwe karî her kesî bike heyranê xwe.

Di pêvajoyekê de ku êdî dema em dibêjin aştî dilê me dimîne, hêviya me ziwa dibe, ji bo aştiyê canê xwe danî holê diya min.

Ew lehenga min, lehenga gelê xwe ye.

Destpêkê ez ji we re qala Leyla Guven bikim.

Jineke ku hêj 16 saliya xwe bi xizmê xwe re hatî zewicandin û bûyî dayika du zarokan e.

Destpêka 30 saliyên xwe dema ji hevjînê xwe vediqete, rolê klasîk ê ji jinê re hatî diyarkirin napejrîne û dest bi jiyaneke nû dike, dixebite, dibe karmend. Zarokên xwe bi derfetên xwe mezin dike. 

Dema zarokên wê karîn li ser piyan bisekinin û li xwe binêrin, ji bo wê deriyê jiyaneke nû vedibû. Bi awayekî çalak tevlî jiyana siyasetê dibe ku jixwe xebatên wê dimeşandin. Di heyama HADEP’ê de destpêkê di nav xebatên Tevgera Jinê de, paşê jî di nava xebatên meclîsa partiyê de cih girt û kar kir. Piştî wê du heyaman şaredarîtî kir. Dema şaredar bû jî nasnameya wê ya jinê her tim li pêş bû. Di peymanên komî yên kar de xalên ji bo jinê jî lê zêde kirin. Mohra xwe li binê gelek karên jinan da. 

7’ê Hezîranê bû wekîl û hema piştî wê ji bo rawestina pêvajoya şer a ku ji nû ve destpê kiribû, çû Cizîrê. Li Cizîrê ku derketina derve hatibû qedexekirin, ji bo sivîl zererê nebînin bi hevalên xwe re di bin bombabarênê de li navçeyê ji taxekê dibeziya taxeke din hewariya gel. Ango ev ne cara yekem e ku Leyla Guven ji bo aştiyê dev ji canê xwe berdide.

Niha hê jî hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê ye. Bi awayekî derqanûnî di girtîgehê de ye. Bersiveke gelek bihêz dide kesên ku dibêjin em ê li girtîgehê têkoşîna wê bişkînin. Dibêje, 'Tiştekî Wan jibîrkirî heye ku em ê li her derê li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin'. Vê yekê, yek li navenda êşkencê ya faşîzma 12’ê Îlonê, di zindana Amedê de bi berxwedanê dike.

Diya min, ji bo ku bû şahidê vê faşîzmê, bû şahidê însanên me yên ji ber vê pêvajoya şer mala xwe, warê xwe berdayî û neçar bûyî koçî Konyayê bikin û li wir di bin şert û mercên gelek zehmet de bijîn, dest bi vê têkoşînê kir. Diya min nikariya li hemberî vê neheqiyê bê deng bima û nema jî. Weke jineke Kurd a li Konyayê dijî ji bo gelê xwe kete nav têkoşînê. 

Min diya xwe wiha nas kir.

Ji dayikbûnê wêdetir xwedî wateyekê bû, êdî ew û dema min Leylaya di nav têkoşînê de dît ji ronahiya wê çavên min çirisîn. We li dereke din dîtiye hêz, fedekarî û bedewiyeke wiha gelo?

Vîna wê… Heta van demên dawî ez ji bo ku bi qasî diya xwe ne xurt bûm, ji xwe hêrs dibûm. Lê belê ez fêhm dikim ku her kes nikare wisa bibe!

Ez keça jineke wiha bi hêz im; Ev, hem şanazî ye hem jî rakirina wê zehmet e ji bo min. 

Mîna ku mirov çi bike jî kêm bimîne, hîs dike; heçko mirov neçar be ku her tiştî bê kêmasî bike.. 

Leylaya min…

Dayika min, hevrêya min a hêja…

Ne tenê siberoja xwe, siberoja gelê xwe ye jî

Mînaka jiyana min, jina ku bê fikar têdikoşe…

Ez çiqas te vebêjim jî wê kêm bimîne!