Dagirkeriya Tirk a li Efrînê hate protestokirin

Li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê bi meşekê dagirkerî û kiryarên dij mirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê hate protestokirin.

Bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan lêkirina dîwarê dagirkeriyê, dîsa kiriyarên dij mirovî û guhertina demokrafî ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Efrînê li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin. Meş saet 13:30’î li ber BHF a Oldenbûrgê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan ên Elman destpê kir. Di meşê de belavokên li ser kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin belavkirin.

Di meşê de dirûşmên protestokirina lêkirina dîwarên dagirkeriyê û siyaseta qirker a Tirk û çeteyên wê hatin qîrkirin. Meşa heta navenda bajar dom kir, eleqeyek mezin ji bo wê hate nîşandan.

Piştî belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin û şûnde meş bi dirûşman bi dawî bû.