DAÎŞ'iyê Swêdî li xwe mikur hat

Khaled Shahadeh ê Swêdî ku ji Swêdê tevlî nava DAÎŞ'ê bû di destê QSD'ê de ye. Shahadeh diyar kir ku wan komkujî kirin û li Tirkiyeyê tedawî bûn.

Khaled Shahadeh (Halîd Şedadê) ku ji Swêdê tevlî nava çeteyên DAÎŞ'ê bû, li xwe mikur hat ku wan li Sûriyeyê komkujî kirine. Shahadeh ê DAÎŞ'î her wiha diyar kir ku ew li Edeneyê tedawî bû.

Li gorî Polîsê Ewlekariyê yê Swêdê Shahadeh yek ji wan çar DAÎŞ'iyan e ku eger ji Sûriyeyê vegere wê ji bo ewlekariya Swêdê bibe metirsî. Ji ber ku demeke dirêj li Sûriyeyê di nava DAÎŞ'ê de şer kir û bi kesên li derveyî Sûriyeyê çalakiyên terorê kir nêzî hev bû, yekî metirsîdar tê dîtin.

Shahadeh di dîmenekî de li gel emîrê DAÎŞ'ê yê Çeçen Ebû Omer Şîşanî tê dîtin ku di sala 2015'an de hate kuştin. Rojnameya Expressenê hevpeyvîna bi Shahadeh weşand ku Shahadeh di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye.

'JI TIRKIYEYÊ DERBASÎ NAVA SÛRIYEYÊ BÛM'

Shahadeh li Baxozê di şer de kete destê QSD'ê. Shahadeh li xwe mikur hat ku li Sûriyeyê di nava DAÎŞ'ê de bû û qala komkujiyên ku tevlî bûye û dîtiye kir.

Li gorî gotinên wî Shahade tevî çar 'cîhadîstan' di sala 2012'an de bi wesayitê di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûye û tevlî nava çeteyan bûye.

Shahadeh anî ziman ku piştî di nava komên cuda yên çete de şer kir herî dawî tevlî DAÎŞ'ê bû û got, "Em koma destpêkê ya Ewropiyan bû ku çûn wê deverê. Ji hevalên ku bi min re hatin piraniya wan hatin hatin kuştin."

Di nava yên hatin kuştin de kekê Shahadeh Omar Shahadeh û sê xizmên wî Mostafa Shade, Taha Shade û Jonas Aref El Hassan jî hebûn.

Shahadeh anî ziman ku ji ber ku wan OSO ne ecibandin derbasî Tirkiyeyê bûn, bi rêya têkiliyên xwe yên li Tirkiyeyê tevlî nava refên Ahrar El Şam bû û îdîa kir ku demeke dirêj ti çalakî nekir.

TEVLÎ CEYŞ EL MÛHACÎRÎN BÛ

Shahadeh diyar kir ku ji bo şer bike xwestiye biçe Helebê, ji ber ku ev daxwaza wî nehatiye pêkanîn ew tevî 'cîhadîst'ên ji Swêdê hatin tevlî Ceyş El Mûhacîrîn a bi serkêşiya Ebû Omer Şîşanî bûne. Ragihand ku piştî koma çete tevlî DAÎŞ'ê bû ew jî tevlî bûn.

Shahadeh li xwe mikur hat ku dema li Sûriyeyê bû tevlî şerê li Helebê, Şeyh Suleyman û Darat Îzza bû û di sala 2013'an de li Til Eranê di şer de ji milê xwe bi giranî birîndar bû û li Sûriyeyê 8 caran ji milê xwe emeliyat bû.

LI TIRKIYE Û SWÊDÊ DERMAN BÛ

Li gorî mikurhatinên wî, ji ber ku rehet nebû Şîşanî 8 hezar dolar daye wî û jê xwestiye ku li Tirkiyeyê li nexweşxaneyeke taybet bê dermankirin. Piştî ku li nexweşxaneyeke li Edeneyê tedawî bû ji nû ve derbasî Sûriyeyê bû. Ji ber ku êşên wî derbas nebûn di sala 2014'an de hat Swêdê.

Polîsên Ewlekariyê yên Swêdê Shahadeh li balafirgehê pêşwazî kirin û ew li taksiyekê siwar kirin û ji balafirgehê birin.

Shahadeh anî ziman ku polîsên ew pêşwazî kirin ji vegera wî bi fikar bûn û got, "Yekser pirsîn ku çima vegeriya me û li Swêdê çi bikim. Destpêkê bi rengekî eşkere nîşan da ku min li dijî qanûnan tiştek nekiriye. Wan gotin ku qanûnek nîne ku tevlîbûna min li nava DAÎŞ'ê ya jî cîhadê asteng bike."

Shahadeh piştî ku li nexweşxaneyên dewletê hate dermankirin li Swêdê zewicî û tevî hevsera xwe vegeriya Sûriyeyê û tevlî DAÎŞ'ê bû.

DI DESTÊ QSD'Ê DE YE

Shahadeh destpêka salê li Baxozê di şer de bi birîndarî hate zevtkirin. Shahadeh di destê QSD'ê de ye, hevser û du zarokên wî li kampa El Holê ne.

'SERÊ ÊSÎRÊN ŞER HATE JÊKIRIN'

Shahadeh diyar kir ku dema li Sûriyeyê bû komkujiya herî giran li 18 girtiyan hate kirin û got, "Ew di şer de birîndar bûbûn. Hinek ji wan bi çekan hatin kuştin, hinek jî serê wan hate jêkirin. Tişta herî nebaş bû ku min bi çavên xwe dît."