Ciwanên Çep ên Swêdê ji bo YPG/YPJ'ê dest bi kampanyayê kirin

Rêxistina Ciwanên Partiya Çep a Swêdê, ji bo destekê bide berxwedana li Efrînê dest bi kampanya alîkariyê ji bo YPG û YPJ'ê kir.

Ciwanên Çep bi vê armancê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bêdengiya cîhanê ya li pêşberî qirkirina Kurdan bi destê dewleta Tirk, rexne kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku DYA destpêkê desteka aborî û leşkerî da hêzên YPG/YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer dikin, lê belê piştî ku Tirkiyeyê dest bi êrîşê kir, Kurd bi tenê hişt. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Me dît ku ji wê demê ve Tirkiye êrîş û dagirkeriya xwe ya li Efrînê didomîne, bombeyan li sivîlan dibarîne û gel ji cih û warê wan derdixîne."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi sedan salan zext, zordarî li Kurdan têne kirin û hate gotin, "Em dibînin ku li Efrînê li dijî Kurdan paqijiya etnîkî û qirkirin tê kirin. Em destekê didin têkoşîna azadiyê ya Kurdan ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dikin. Çep a Ciwan, bêdengî û lawaziya siyasetmedarên Swêdî şermezar dike. Em ji hikumeta Swêdê dixwazin ku li dijî dagirkirina Efrînê helwesteke zelal nîşan bide û li ber dagirkeriyê rabe."

Çep a Ciwan got, di demekê de ku hêzên mezin xiyanetê li piştevaniya navneteweyî dikin, gelekî girîng dibîne ku piştevaniya navbera gelan bê xurtkirin û bang li rêxistinên xwe kir ku ji bo YPG û YPJ'ê dest bi kampanyayên alîkariya madî bikin. Her wiha bang li gelê Swêdê jî kir ku tevlÎ kampanya alîkariyê bibe.

Medya Swêdê jî cih da kampanya Çep a Ciwan a ji bo YPG û YPJ'ê.