Civîna salane ya QSD’ê dest pê kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo civîna xwe ya salane hemû meclîsên xwe yên leşkerî anî ba hev.

Civîna salane ya QSD’ê bi tevlîbûna hemû meclîsên wê yên leşkerî, hêzên YPG û YPJ yên di bûnyeya QSD’ê cih digirin û meclîsên leşkerî yên Ereb, Senadîd, Suryanî û hemû gelên din ve destpêkir.

Civîn saet 11:00’an li navenda Fermandariya Giştî ya Hesekê destpêkir. Fermandarê Giştî yê Koalîsyona Navnetewî ya dijî DAÎŞ’ê Paûl Calvert û Partiyên Yekîtiya Netewî (PYNK), Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, Kongra-Star, Yekîtiya Jinên Sûryanî, oldar, malbatên şehîdan û eşîrên Ereb bi rengekî berfireh tevlî civînê bûn.

Civîn bi axaftina vekirinê ya ji aliyê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ve dest pê kir. Ebdî behsa gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û bal kişande ser sûcên mirovatiyê yên li ser Efrîna dagirkirî, Serêkaniyê û Girê Spî pêktîne.

Ebdî da zanîn ku ew pêkanîn ji yên DAÎŞ’ê cuda nînin û ragihand ku ewê herêmên dagirkirî wisa bernedin û bang li hêzên navnetewî, koalsyon û Neteweyên Yekbûyî kir ku bêdengiya xwe bişkînin.

Mazlûm Ebdî tekez kir ku têkoşîna wan a li dijî DAÎŞ’ê wê bê navber bidome û got ku ew di rizgarkirina cîhanê ji belaya DAÎŞ’ê de bi biryar in, encax di serî de Tirkiye gelek hêz alîkariyê didin DAÎŞ’ê û qedandina wan asteng dikin.

Fermandarê Koalîsyona Navnetewî Calvert ragihand ku evê têkilî û alîkariya xwe ya ji bo QSD’ê ya di şerê li dijî DAÎŞ’ê bidomînin.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abid Hamid El Mahbaş axivî û diyar kir ku sîstema xweser ya wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê heyî di çarçoveya yekparetiya welat pêş xistî, yekane rêya çareseriyê ye.