Ji bo rabûna li ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û ji bo piştgiriya bi vegera Şengaliyan a li warê xwe, dawiya vê hefteyê li Elmanyayê meşeke du rojan pêk tê.
Meş bi pêşengiya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat di 17-18'ê Tîrmehê de ji bajarê Celle heta bajarê Hannoverê tê lidarxistin.
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya xwedîderketina li Şoreşa Şengalê hate kirin û hate destnîşankirin ku her kesên demokrat û aştîxwaz divê li dijî êrişên li Kurdistanê û li Şengalê helwestê nîşan bidin.
NAV-YEK'ê bi taybetî bang li civaka Êzidî ya li Ewropayê kir ku di asta seferberiyê de tevlî meşa dirêj a dawiya hefteyê bibe.
Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyan a Bakurê Kurdistanê jî daxuyaniyek bi heman armancê weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku her mirovperwer divê li ber zilma dewleta Tirk a li ser Şengalê rabin.
Koordînasyonê bal kişand ser vegera Şengaliyan li warê xwe û destnîşan kir ku helwesteke wiha pîroz e.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Meşa tê lidarxistin di heman demê de piştgiriya ji bo vegera Şengaliyan e û peyameke xurt li dijî dijminane.
Em bang li civaka Êzidî tevahiya gelê Kurd û dostan dikin ku bi hemû hêza xwe tevlî vê çalakiyê bibin."