'Civak bi vekirina deriyê Îmraliyê aram dibe'

Parêzer Mesût Beştaş anî ziman ku pêkanînên li Îmraliyê, di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de nîne û got: "Bi vekirina deriyê Îmraliyê re gelên Tirkiyeyê wê aram bibin. Li herêmê sedema şer û aloziyên heyî, polîtîkaya tecrîdê ye."

Ji bo rakirina tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger hatibûn destpêkirin û 200 rojan dom kir. Çalakî bi serkeftî bi dawî bûbû û parêzer û malbata Ocalan li Girava Îmraliyê çend hevdîtin kirin. Hevdîtina herî dawî jî di 7’ê tebaxa 2019’an de hate kirin. Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve parêzeran ji bo hevdîtinê gelek caran serlêdan kirin lê tu bersiv nehatin dayîn. Parêzer Mesût Beştaş der barê tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ANF’ê re axivî.

‘TECRÎD DER HIQÛQÎ Û DER QANÛNÎ YE’

Beştaş anî ziman ku li gorî qanûnên heyî aşkera ye ku hikûmxwar û girtî divê di nava kîjan şert û mercan de hevdîtinê pêk bînin. Beştaş da zanîn ku desthilatdariya siyasî bi israr polîtîkaya tecrîdê didomîne û wiha axivî: “Ev tiştekî ku ji keyfiyet û şîroveyan re bê hiştin nîne. Di hiqûqê de ev zelal in, sînor û çarçoveya wan hatiye diyarkirin. Mirov çi hikûmxwar çi girtî bin, di kîjan şert û mercan de xwedî mafên hevdîtinan e, dê bi kê re hevdîtinan pêk bînin, bi awayekî zelal hatine diyarkirin. Navê tecrîdê bi xwe tiştek tehil û xirab e. Tecrîd 20 sal e di rojeva sereke ya Kurdan û Tirkan de cihê xwe digre. Dem dem tecrîd sivik dibe û dem dem jî li gorî  konjektura siyasî giran dibe. Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan tê meşandin, tecrîd li ser tevahiya girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin. Gelek aliyên cuda yên tecrîdê hene. Tecrîd bi xwe sûçê li dijî mirovahiyê.”

GOTIN Û PEYAMÊN OCALAN

Di berdewama axaftina xwe de Beştaş da zanîn ku tecrîda li hemberî Ocalan bi pirsgirêka Kurd ve girêdayiye û wiha pê de çû: “Ev salên dirêje ku pirsgirêka Kurd didome. Heta pirsgirêka Kurd çareser ne be, tê xuyakirin ku dê tecrîda girankirî ya li hemberî Birêz Ocalan jî bidome. Birêz Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne û ew Rêberê Gelan e. Gotin û peyamên Birêz Ocalan ji bo çareseriya gelek pirsgirêkan xurtir dike û dibe sedema aramiyê. Sedema herî girîng a astengkirina hevdîtina wî bi parêzeran re ev e. Di rewşa heye de dewlet naxwaze bi awayek demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bike. Ev jî dibe sedema ku tecrîd kûr û giran bibe. Tecrîd tenê li hemberî Îmraliyê û girtîgehan pêk nayê, di heman demê de tecrîd li ser civakê û gelan jî tê rêveberin. Ji bo çareserkirina pirgirêkan jî ti hewldanên dewltê nîne û li herêmê hemû rêyên aştî, aramî û siyasetê hatine girtin. Çiqas tecrîd kûr bibe dê ewqas polîtîkayên şer jî kûr bibe.”

‘BIRYARÊN ÎMRALIYÊ SIYASÎ NE’

Beştaş destnîşan kir ku li gorî qanûnên heyî ti cihê tecrîdê di hiqûqê de nîne û got: “Tecrîd bi awayê keyfî û şexsî tê bi rêvebirin. Ji ber ku Birêz Ocalan Rêberê gelên Kurdistanê ye û ji bo pirgirêka Kurdan xwedî model û çareseriyê ye tecrîd tê birêve birin. Di nava 20 salan de tecrîdê hemû sînorên mirovahiyê jî derbas kiriye. Di hiqûqê de ti sedem û rêbaz tineye ku hikûmxwar ji raman, fikir, malbat, parêzer û civakê qut bibe. Pir zelal û aşkera ye tecrîd siyasî ye. Hincetên keştî xirabûye, rewşa hewayê û herî dawî jî cezayê disiplînê çêkerin û nayên qebûl kirin. Kesek bi tenê nikare sûç bike û ev cezayê disiplînê jî rastiyê dure. Kesê cezayê disiplînê bigre jî nayê wê wateyê ku têkiliya bi cîhanê re bê birin e. Tu ceza nabe sedema astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê. Di hiqûqê de qanûn ji bo şexsan dernakeve, lê belê dema em dinêrîn her roj ji bo Îmraliyê qanûnê nû derdikevin û cihê van qanûn jî di hiqûqa navxweyî de tineye.”

‘DENGÊ OCALAN CIVAKÊ ARAM DIKE’

Bi domdarî jî Beşta anî ziman ku tecrîd dibe sedema nakûyên mezin yên li herêmê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku ser rêber û nûnerên girîng yên civakê tecrîd û bêhiqûyiye bê kirin. Bê guman civak ne rehet dibe û rageşî dikeve nava civakê. Ev jî bi xwe re nakûkî û ne rehetiyê tîne. Ger ku deriyên Îmraliyê bên vekirin, ji bo nîqaşan bingeh bê avakirin û pêvajoya şer bi dawî bibe, dê li Tirkiyeyê bingeha aştî û aramiyê çêbibe. Tecrîd ziyaneke mezin dide aramiya Tirkiyeyê. Gava çûyîna Îmraliyê çê dibe civak aram dibe û rehet dibe. Gava çûyîna Îmraliyê tê asteng kirin aramî xirab dibe û nakûkî di civakê de rû dide. Ev tiştekî ku hevdû xwedî û mezin dikin. Lazime dewlet ji bo aramî û rehetiya gelê xwe bixebite û dawî li polîtîkaya tecrîdê bîne.”

‘CPT LI GORÎ RÊGEZÊN XWE TEV NAGERE’

Herî dawî jî Beştaş bertek nîşanî nêzîkatiya CPT ya li hemberî Îmraliyê da û wiha got: “Rêgezên bingehîn yên sedema avakirina Komîtieya Pêşîlêgirtina Îşkenceya Ewrûpa (CPT) û Dadgeha Mafê Mirovan a  Ewropayê (DMME) hene. Di çarçoveya rêgezên xwe de divê xebatan bidin meşandin. Ez ne di wê baweriyê de me ku CPT di mijara Îmraliyê de li gorî rêgezên xwe tev digere. Divê berî her tiştî peywîra xwe bi cîh bîne û li cihê ku binpêkirina mafan hebe li wir lêkolînan pêk bîne.”