Cenazeyên her du birayên Zehîbî li Bane hatin veşartin

Cenazeyên her du birayên bi paşnavê Zehîbî yên roja Înê li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Her du birayên bi navê Rehîm û Keywan Zebîhî ji bo fîlmekî li ser kolberan çêbikin çûbûn bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê, lê ji hêla kesên ne diyar ve hatibûn kuştin. Îro bi tevlîbûna gelek hunermendan, li goristana gundê Selîm Begê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. 

Derhêner Rehîm Zebîhî, heta niha ji bo televîzyonên curbecur 10 fîlmên metraja kurt, 6 fîlmên dirêj kişandiye. Dîsa tevlî gelek festîvalên fîlman bûye û xelat wergirtiye. 

Qeymeqamê Baneyê Mihemmedê Felaxî li ser kuştina her du birayan daxuyaniyek weşand û got, kujer hatiye girtin. Tevî nerazîbûnên gel ku dibêjin her du bira bi armancên siyasî hatine kuştin, qaymeqamtiyê diyar kir ku kujer li xwe mikur hatiye û gotiye, ji ber sedemên aborî her du bira kuştine.

Her du birayên hatin kuştin, roja înê li gundê Mezû yê bi 5 kîlometreyan dûrî bajarê Bane, di nava seyarekê de bi awayekî ku destê wan pişt ve girêdayî hatin şewitandin.