Cenazeyê gerîla piştî pênc mehan dane malbatê

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Idrîs Ince ku li Skenderûnê di şer de şehîd bûyî piştî pênc mehan dane malbatê.

Gerîla Idrîc Ince (Zinar Tatvan), bi gerîlayê HPG'ê Dogan Demîr (Harûn Firat) re 26'ê Cotmehê li navçeya Skenderûnê ya Hatayê çalakiyek kiribûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Kanûnê di daxuyaniyekê de gotibû, ''Di van çalakiyan de li Payas a Hatayê û Skenderûnê, hevrêyên me Harûn û Zinar ku bi lehengî li dijî dijminên mêtinger şer kirin, şehîd bûne.''

Malbata gerîla Ince beriya bi pênc mehan ji bo ku cenaze bistînin serlêdan kiribûn, Saziya Tiba Edlî ya Edene mînaka DNA'yê ji malbatê standibû.

Piştî ku encam aşkere bûn, malbatê dîsa serî li Saziya Tiba Edlî da, tespît kiribûn, li gel ku bedana zaroyê wan yekpare jî bûye, çavê zarokê wan ne di cihê xwe de bûne.

Hatibû gotin dozger ji malbatê re gotiye, ''Dema teqînê çavê wî çûne. Dema ku çûyî du çavên wî hebûne?''

Malbatê piştî 5 mehan cenaze stand, ber bi navçeya Sultanbeyî ya Stenbolê bi rê ket.