Careke din kevir li serê dagirkeran bariya

Konvoya leşkerên Rûs-Tirk li rojavayê Dirbêsiyê geriya. Şêniyên Rojava careke din kevir li wan barandin.

Polîsên leşkerî yên Rûs û leşkerên Tirk ên dagirker li rojavayê Dirbêsiyê dewriyeya hevpar pêk anîn. Şêniyên herêmê careke din nerazîbûn nîşan dan û kevir li konvoyê barandin.

Di 8'ê Mijdarê de dema ku dewriyeya hevpar a Tirk-Rûs li Girkê Legê û Dêrikê yên Kantona Qamişloyê pêk dihat, şêniyên herêmê li ber rabû bûn. Di dema nerazîbûna gel de hêzên Tirk ên dagirker Serxwebûn Elî yê sivîl qetil kiribûn. Her wiha 5 sivîl jî birîndar kiribûn.

Di 5'ê Mijdarê de dewriyeya hevpar a ji 7 wesayitên leşkerî yên Rûs û 7 wesayitên leşkerî yên Tirk pêk dihat, li gundên Kobanê jî bû hedefa kevirên şêniyên herêmê.