Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyeke nû weşand

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser şewata li Girava Îmraliyê daxuyaniyeke nû weşand.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser şewata li Girava Îmraliyê daxuyaniyeke nû weşandin. Daxuyaniya ku li ser hesabê medya civakî ya buroyê hate weşandin wiha ye:

"Di 27'ê Sibata 2020'an de Wezîrê Karên Hundir di weşana zindî ya TV de bi raya giştî re parve kir ku li Girava Îmraliyê şewat derketiye. Weke ku tê zanîn, Girava Îmraliyê di sala 1999'an de li dijî muwekîlê me Birêz Ocalan weke girtîgeheke şexsekî hatiye dîzaynkirin, piştre di sala 2015'an de jî muwekîlên me yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş veguhastine giravê. Muwekîlên me li giraveke li bicihbûnê girtî, li serdanan girtî û herêmeke leşkerî ya qedexekirî ne. Eşkere ye ku ev şewat wê yekser bandorê li Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din bike. Di rewşeke wiha de ku li nava şert û mercên heyî yên giravê rîskeke jiyanî û lezgîn e, destwerdana di cih de ya li şewatê cihê nîqaşê ye. Ev jî sedema tirs û fikaran ên mafdar in.

'PÊWÎSTE HEVDÎTIN TAVILÊ BÊ KIRIN'

Piştî serdana malbatê ya 12'ê Tebaxa 2019'an, hewldanên me yên ji bo pêwendiya bi muwekîlên me yên li Girava Îmraliyê hatin astengkirin. Mixabin li ser ewlekariya jiyanê û tenduristiya muwekîlên me agahî li ber destê me nînin. Ji bo em karibin şert û mercên tê de ne li cih kontrol bikin, mecbûrî ye ku hevdîtina parêzeran û malbatan bê kirin ku ev yek mafekî me yê qanûnî ye. Bi vê armancê ji bo hevdîtina parêzer û malbatan bê kirin, me serî li dozgeriya pêwendîdar û Wezareta Edaletê dan. Tecrîda muqlet a li Girava Îmraliyê ku li muwekîlên me tê ferzkirin, sûc e. Helwesta li dijî vê yekê beriya her tiştî helwesteke exlaqî û însanî ye û mafekî qanûnî demokratîk e. Em bawer in ku raya giştî wê vê hesasiyetê bibîne û bang li berpirsyaran dikin ku ya pêwîst bikin."