Bîrdal: Em ji malên xwe derkevin û li qadan li hev bicivin

Serokê Rûmetî yê ÎHD'ê Akin Bîrdal operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd nirxand û got, meşrûiyeta hilbijartinê ji niha ve bûye mijara nîqaşê.

Vê dema dawî ku amadekarî ji hilbijartinên herêmî re tê kirin, bi fermana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li dijî gelê Kurd operasyonên qirkirina siyasî dest pê kirin.

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di nava 2 hefteyên dawî de 300 kes hatin destgîrkirin ku di nav de endamên HDP, DBP, TJA, TUAY-DER, DÎK û gelek rojnamevan jî hene. Bi dehan ji wan hatin girtin û yên din jî bi şertê "kontrola edlî" û "qedexeya derketina derveyî welat" hatin berdan.

Serokê Rûmetî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal, hilbijartinên herêmî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

Bîrdal diyar kir ku Tirkiye careke din ketiye nava pêvajoya hilbijartinê, lê ji niha ve meşrûiyeta hilbijartinê bûye mijara nîqaşê.

Akin Bîrdal da xuyakirin ku 87 nûnerên gel niha girtî ne, li zêdeyî 100 şaredariyên Kurdistanê qeyûm hatine bicihkirin û daxuyaniya Erdogan ku digot "Dibe ku careke din qeyûm werin tayînkirin" bi bîr xist. Bîrdal destnîşan kir ku ev daxuyanî gefeke cidî ye li ser hilbijartinên demokratîk, azad û wekhev.

'LÎDERÊ GELEKÎ 20 SAL IN JI AZADIYÊ BÊPAR HATIYE HIŞTIN, EV YEK ÊŞKENCE YE'

Bîrdal bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re hate gotin, li ser mirovekî ku weke îradeya gel hatiye diyarkirin, 'tecrîd û êşkence nîne'. Halbûkî ev 20 sal in mirovek ji azadiyê bêpar hatiye hiştin û ev yek bi tena serê xwe tecrîd û êşkence ye. Di xala destpêkê ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de wiha tê gotin; 'Her mirov bi rengekî azad û wekhev ji dayik dibe. Divê her mirov bi awayekî xwişk-biratî nêzî hev bibin'. Lê xuya ye ev xal nehatiye hezmkirin."

Di dewama axaftina xwe de Bîrdal got, "Bêparhiştina rêveberên herêmî û parlamanteran ji azadiya xwe, girtina gelek aktîvîstên mafên mirovan û aştiyê û amadenekirina îdîanameyan, binpêkirina belgeyên navneteweyî ye ku Tirkiyeyê jî ew qebûl kiriye."

'KRÎZA ABORIYÊ BÊYÎ DEMOKRASIYÊ ÇARESER NABE'

Akin Bîrdal bi bîr xist ku Akademîsyenên Aştiyê yên bi gotina "Em ê nebin hevparê vî sûcên we" li ber şer rabûn, her roj li ber deriyê dadgehan e û wiha pê daket: "Di vir de xala girîng ew e, ku mekanîzmayên kontrolê yên navnetweyî bê bandor mane. Rojên dawî li ser meşrûiyeta HDP'ê nîqaş hate destpêkirin û vê nîqaşê cesaret daye hêzên ewlekariyê. Bi vê yekê re hîn bêhtir êrîş li xwepêşandanên demokratîk tê kirin. Êşkence niha bi rengekî giran û rêk û pêk dewam dike."

Bîrdal destnîşan kir ku rojev timî tê manîpulekirin û got, "Rojev timî tê manîpulekirin. Qala krîza aboriyê tê kirin. Eger demokrasî nebe, wê krîza aboriyê jî çareser nebe. Edalet nebe wê dawî li krîza aboriyê neyê anîn. Azadî û hilberîn nebe, krîza aboriyê naqede. Di encamnameya 2. Konferansa Mafên Mirovan a Cîhanê de hate gotin, 'çiqasî demokrasî, ewqasî aborî, çiqasî aborî ewqasî demokrasî'. Di navbera wan de têkiliyeke diyalektîk heye. Bêyî demokrasiyê ev krîza aboriyê çareser nabe."

'EM JI MALÊN XWE DERKEVIN Û LI QADAN LI HEV BICIVIN'

Bîrdal bi bîr xist ku par salvegera 100. a Şoreşa Cotmehê hate pîrozkirin û di dawiya axaftina xwe de got, "Divê em şiyara 'Nan, aştî û azadiyê' bikin yek. Di pirtûka min de ya bi navê 'Zerfa Zer' de postavan li nava malan digere û hewl dide xwediyê zerfa zer bibîne. Bawer bikin; mîna postavan wê sibe kesek li deriyê me nede. Ji ber vê yekê em deriyê xwe bi xwe vekin, ji kolan û malên xwe derkevin û li qadan li hev bicivin. Em bikin ku kolan û meclîs piştevaniya hev bikin."