‘Bilind kirina berxwedanê geş kirina agirê Newrozê ye’

Gerîlaryên HPG û YJA Starê, Newroz pîroz kir û gotin: “Newroz, bi ruhê berxwedaniya zindana Amadê re tê pêşwazî kirin û di vê biharê de rêheval Leyla meşaleya Newrozê bilind dike.”

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Qadên Parastina Medyayê bihara sala 2019 an pêşwazî dikin. Roja vejînê Newroz, li wargehên azad coşeke mezin dide jiyîn. Gerîlayên Kurdistanê, Newroz û bihara 2019’an dinirxînin û wiha dibêjin; “Bihara sala 2019’an ji her salê cudatire lewra ruhê berxwedanê di pêşengtiya berxwedêrên zindanan de car din zindî dibe.”

Gerîla YJA Star Devrîm Sozdar: Bihar; ji nû ve dayîkbûn, jiyaneke nû îfade dike ji ber vê heyecan û coşa jiyanê ye. Ji bona gerîla hatina biharê tê wateya; destpêkirina pêvajoyeke nû di heman demê de jî destpêkirina pêngavên nû ye. Bi taybetî bihara 2019’an ji bona me hîn cudatir e lewra dirûşmeyên vê salê ‘Faşîzmê biruxînin, tecrîtê bişkînin’ ne, bê guman asta berxwedaniya heval Leyla Guven û hevrêyên wê jî gav bi gav ruhê berxwedaniyê hîn xurtir dike. Çawa ku Kawayê Hesinkar, zilma Dehaqê hilweşand û meşaleya Newrozê girt destê xwe, hevrê Leyla jî bi berxwedaniyê xwe re meşaleya Newrozê girtiye destê xwe û ew pêşengeke mezin a vê serdemê ye. Berdewam kirina xeta Zîlan e. Rêber Apo li Îmraliyê berxwedaniyeke bê hempa di asta herî jor de dimeşîne, çalakiya hevrê Leyla, Nasir Yagiz û tevahiya dîlên azadiyê heman berxwedaniyê pêşwazî dikin ji ber ku jiyan kirina rastî û berxwedaniya Serokatî re asta berxwedaniyên xwe hîn bilindtir kirin û bi vî rengî ji bona me jî mînaka herî şênber a rêya serkeftinê ne.

Çawa ku hevrê Sema, hevrê Mazlum Dogan ji bo xurt kirina agirê Newrozê çalakiyên demê lidar xistin heman awayî hevrê Leyla û hemû çalakgerên berxwedêr bûn bersiva vê serdemê. Wek gerîla ji bo me jî hest û hêzeke mezin e. Hevrê Leyla Guven wek nexşarêyeke herî zelal; xwe naskirin, dijminê xwe nas kirin li gorî wî asta berxwedaniyê bilind kirin, hêza xwe xurt kirin bi taybetî jî wek gerîlayên YJA Starê rêya şehîd Zîlan û Semayan şopandinê cardin bi ruhê berxwedaniyê re nîşanî her kesê da.

Çalakiya hevrê Leyla îradeya me mezin kir. Bi van berxwedaniyên mezin re bihara sala 2019’an jî dibe xwedan wateyeke cudatir. Rengê jinê di vê biharê de hîn cudatir e, lewra bi berxwedaniya jin re azadî misoger dibe. Hevrêl Leyla jî di vê milî de ji bo me hemûyan bû mînak. Berxwedaniyek mezin li pêşiya me ye, erkên me wek jin pir e, divê bi serbilindî bimeşînin. Li hember Serokatî, hevrêyên şehîd û bi taybetî jî li hember berxwedêran berpirsiyartiyên me di asta herî jor de ye. Wek gerîlayên çiyayên Kurdistanê rolê xwe leyîstin, bi vî awayî pêşwazî kirina azadiya Serokatî ji bo me hêviyên mezin dafirîne. Serkeftin nêz e. Bi jinê re jî serkeftin misoger dibe.

Gerîlayê HPG’ê Serhed Tolhildan: 21’ê Adarê di serî de li Rêber Apo û tevahiya gelên me yên welat parêz pîroz dikin. Bihara 2019 bi çalakiyên mezin û berxwedaniya gelê Kurd ve hat pêşwazîkirin. 21’ê Adarê hevrê Mazlum Dogan, di zindana Amadê de li dijî faşîzmê berxwedaniyeke mezin raber kir û bû Kawayê hemdem. Çirûskên agirê zindana Amedê heta gihîşt Zîlan û Viyanan, ew jî bû ronahî. Hemû cîhan bi fikrê Rêber Apo hesiyan. Her ku çû berxwedanî mezin bû û agirê Newrozê hîn geştir bû. Eger em bi ruheke mezin 21’ê Adarê pêşwazî dikin bê guman ev bi berxwedaniya Rêber Apo û şoreşgerên mezin ve hat ava kirin. Berxwedaniya hevrê Leyla Gûven û gelê Kurd pê re girêdayî çalakiyên gerîlayan jî dihêle ku dijmin tengav bibe. Bi tevgera gerîlayên Kurdistanê re dijmin vala derdikeve. Gelê me vê biharê bi berxwedaniyeke mezin pêşwazî dikin. Em wek gerîlayên Kurdistanê ji ruhê berxwedaniyê hêz û moraleke mezin digrin. Berxwedaniya hevrêyan silav dikin û 21’ê Adarê li wan pîroz dikin. Di roja îro de erkên herî mezin meşandina vê berxwedaniyê ye ji ber vê ev sal ne wek salên berê ne. Em wek gerîla yên Kurdistanê di vê biharê de hîn bi biryarin ku Serok Apo û gelê xwe re bi awayekî azad bijîn. Em ê tecrîtê bişkînin Serokatî azad bikin. Hemû hêzên dagirker êrîşê me bikin jî wê ruhê berxwedaniyê bibe têk çûna wan ji ber ku ev sal wê ji hemû salan cudatir be.

Gerîlayê HPG’ê Şoreş Koçer : Tecrîdekî girankirî li ser Rêbertiyê me tê meşandin. Bi hevkariya dewleta Tirk, AKP-MHP’ê re siyasetên têk birinê li hember me di asta herî jor de dewam dike. Hewl didin ku dengê Rêber Apo ji me qut bikin û ramanên Rêbertî ji mirovahiyê dûr bixin. Di vê plansaziyên dijmin de jî diyar dibe ku Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurde ew, Rêberê tevahiya mirovahiyê ye. Ji bona qut kirina dengê wî pergala tecrîtekî girankirî li ser Rêbertî pêk tînin. Li Bakurê Kurdistanê, li çiya û tevahiya Kurdistanê berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin. Şexsê hevrê Leyla Gûven de hemû çalakgerên gireva birçîbûnê silav dikin. Çalakiyeke pir bi rûmet e ji ber ku ne tenê ji bona azadiya gelê Kurd ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn e. Wek tê zanîn meha Adarê meha berxwedanî û serbilindiyê ye. Çawa ku Kawayê Hesinkar roja Newrozê li hember Dehaqan serî hilda, agirê Newrozê pêxist heman awayî hevalên ku bedenên xwe didin girevên birçîbûnê bêguman bi ruhê Newrozê re bigihîjin armancên xwe. Em wek gerîla, kêlî bi kêlî hevalên ku di gireva birçîbûnê de ne re dijîn. Dibe ku em di milê fizîkî de ji hev dûr bin lê belê eger armancê me yek be emê ser bikevin. Ji ber ku me xwe bi serkeftinê re kîlît kiriye. Armanca me ewe ku Rêber Apo di vê salê de bi awayekî azad di nava me de azad jiyan bike. Li çiyayên azad bi gerîlayên Kurdistanê re bijî.