Bihuşta ser erd: Hewreman

Nêrîna ku derdikeve pêş, navê Hewreman ji Uraman hatiye. ‘Ur’ tê wateya agir, ‘aman’ jî tê wateya bilindbûyînê. Ango cihê ku agir lê bilind dibe. Dîroka Hewreman diçe Hûriyan ku wek proto-Kurd tên nasîn.

Her ku mirov diçe ber bi lûtkeyê ve zêdetir dikeve ferqa xweşiktiyên wê. Ji ber ku axa wê hişk e her gava ku mirov diavêje bibe sedema westandinekê jî sira axa Hewramanê nahêle ku hûn paşde biçin. Her tim dikişîne xwe û di carekê de hûn dibînin ku di lûtkeyên çiyayên wê de henaseyek ji Hewreman girtiye. Yêk jî Sirwan heye bi dirêjiya xwe ve Hewreman dixemilîne. Yên ku diçin û şahidî dikin vedibêjin. Yê ku neçûne jî ji vegotin ji destanên Hewremanê, çanda wê ya ku cewhera xwe diparêze, girêdayîna zimanê wê herî zêde jî malên Hewreman ên bi hev re girêdayî ku cewhera Hewreman teşkîl dike ve fêr dibe û kelecanek dikeve nava dilê wê de da ku biçe û bi çavê xwe wan xweşiktiyan bibîne. Ewladê wan axan gerîla jî xweşiktiyek cudatir li wan çiyayan li wan zozanên ku jê re dibêjin Hawaran, ava Sîrwanê û kevirê kumsey zêde dike,
Gerîla di wan çiyayan de şerê azadiyê dike. Ji ber ku azadî di lûtkeyên wan çiyayan de veşartiye. Yê ku lê dijî dizane, weke gelê Hewreman. Yêk jî gerîlayên wê bêguman. Di cîhana îro de ku xerabiyê tevnê xwe raçandiyebe jî gelê Hewreman kariye safbûyîna xwe biparêze. Ruxmê hemû hewldanên êrîş, asîmîlasyon, sîxurtiyê ên rejîmê jî. Gelê wê wêrek e di demê xwe de li çiyayên wê de ma çi şer çêbûne. Keç û xortên Hewreman dîroka berxwedayînê nivîsîne. Lê belê her ku zeman derbas bûye, xerabî zêdebûne wek tercîha xwe parastinê hêviya xwe xistiye nava dilê xwe. Heçku zaniye ku wê rojekê hinek zarok werin dinê ku ax, çand û nirxên wê dîsa zindî bikin. Ji bo wê jî hêviya xwe a ku qet windanekirî heta ku gerîlayên azadiyê, Apoyî naskirî dîsa derxistiye holê. Dema ku Navê Rêber Apo dibihîsin ji nû ve radibin ser lingan û wêrekiya xwe datînin holê û li dijî dagirkeriyê şerê nirxên xwe dikin. Ji ber ku çavkaniya hêviyên wan ên ji nû ve şînbûyî ye Rêber Apo. Baweriya wan her tim zindî ye ku wê rojekê Rêber Apo ji girtîgehê derbikeve ji ber ku ew jî di wî warî de erka xwe ya dîrokî bi cih tînin.
Şansa me ya dîtin û gerana axa Hewreman çênebe jî ji zarokên wê Hewreman wiha tê vegotin; “Hewreman tê wateya cihê bi baran, bi bereket. Nêrîna ku derdikeve pêş, navê Hewreman ji Uraman hatiye. ‘Ur’ tê wateya agir, ‘aman’ jî tê wateya bilindbûyînê. Ango cihê ku agir lê bilind dibe. Dîroka Hewreman diçe Hûriyan ku wek proto-Kurd tên nasîn. Eger rîşeyên Kurdan heta Hûriyan diçin wê demê gengaz e ku navê Hewreman jî heta wê derê biçe. Ji ber ku lehçeyê Hewreman û Zazakî di nava lehçeyên Kurdî de herî kevnar in. Ango wek çavkanî dibe ku ji Hûriyan navê xwe girtibe. Herêma ku niha Hewreman lê ye cihekî asê ye. Vêya jî nehiştiye ku zûbizû dagirkerî li ser Hewremanê bandor bike û êrîşên li ser tên kirin encam bigire. Bêgûman di sedsalên dawîn de êrîşên asîmîlasyonê pir zêde bûn. Vêya heta astekê bandor kiribe jî lê taybetmendiya Hewreman a herî esasî ev e ku ji bo parastina cewhera xwe hewldanek mezin dide.”

NAVENDA WÊJEYÊ
Gerîlayên wê di berdewamiya nirxandinên xwe ên li ser Hewremanê de wiha bal dikişînin ser taybetmendiyên Hewremanê; “Hûn dikarin di nava gelek zimanên wek Tirkî, Farisî de peyvên Hewremî bibînin. Ev jî nîşan dide ka Hewremî çiqasî lehçeyeke kevnar e. Hewreman wek cografya dikeve başûrê Merîvan, Rojavayê Sineyê. Beşeke Hewremanê dikeve nava axa Başûrê Kurdistanê. Dikeve milê Helepçe. Hewreman Text ji Kelîjalane heta Bendava Daryan dirêj dibe. Gundên ku digire nava xwe jî, Weysiyan, Kemalan, Hewreman Text, Serpîre, Bilbere, Silêne, Kelciye Nawe, Niwîne, Wergewêre Ebassawaye ye. Milê wê yê din Jawaro ye. Jawaro ji xeta Kirawe, Rizawe dest pê dike mileke wê Jawaroya Sine milê wê ê jêr jî wek Jawaroya Sirwan, Şaho tê nas kirin. Jawaro berfirehtir e. Milê din Hewremanê Lehon e. Derveyî vêya him wek cihekî edebî him jî dîrokî behsa Hewremanaa Gawaro tê kirin. Hewreman Gawaro dikeve milê Başûrê Kurdistanê. Di nava beşan de ferqa devokê hebe jî hemû beş bi Hewremî diaxivin. Li Hewreman zimanê milê Notşe, Hanegermele, Dizawer, Kêmîne edebî ye. Heta Notşe li Hewreman wek navenda edebiyatê tê zanîn.”

Gerîlayên Azadiyê bi kelecan gotinên xwe didomînin; “Taybetmendiyê Hewremanê ya bingehîn girêdana bi ax û çandê ye. Dema du Hewremî hatin cem hev derveyî Hewremî zimanekî din naaxivin. Li dijî êrîşên sîstemê ên dagirkirinê, bi vî awayî ev zarava parastine. Hewreman yek ji wan beşan e ku herî zêde zimanê xwe yê dayîkê diparêzin. Hewremî pir girêdayî taybetmendiyên komunal in. Yek jî nîşaneya vêya hîna jî bi şêwazê teyfe xwe rêxistin dikin. Wek gel pir nêzî hev in. Di nava teyfe de pirani xizmên hev in.”

Gerîla, di derbarê malên Hewreman jî dibêje ku; “Malên Hewreman li ser hev hatine çêkirin. Ev rêûresmeke kevnar e. Li dijî êrîşên dijmin da ku hevdu biparêzin bi vî awayî çêkirine. Yek jî li Hewremana ku jiyana komunal tê de bi bandor e, da ku agahiya wan ji hev çêbibe wisa kirine. Ji ber ku mal girêdayî hev in banê malekê dikare bibe berderiyê mala din. Li pir cihan dema bi vî rengî be di nava cîranen de acizî derdikeve. Lê li Hewreman ev dibe sedema alîkariyê û agahdarbûna ji hev. Bêyî ku zirarekê bidin hev. Dîsa girêdayî taybetmendiyê komûnalbûyînê, Hewremaniyek dema ku ji bax û baxçeyên xwe berhem kom kir teqez di nava cîranên xwe de par ve dike.”

DEMA HAWAR TÊ GOTIN ŞAHO TÊ HIŞÊ MIROV

Gerîlayên wê dema behsa Hawarên Hewreman dike heçku ew jî wê kêliyê jiyan dike ji dil vegotina xwe didomînin; “Yek jî taybetmendiyê Hewremiyan a herî bingehîn ev e ku çanda Hawar ango zozanan hîna jî zindibûyîna xwe diparêze. Zindîbûyîna Hawaraan girêdayîna axê nîşan dide. Hawarên Kosalan Derewiyan, Keletenge, Belen cihên wisa ne ku hûn ji tahma av û hewayê paqij têr nabin. Herî zêde jî Hewremî çiyayê Şaho tercîh dikin ji bo Hawaran. Nirxa avê herî zêde Hewremî dizanin. Ji bo vê jî kanî pir paqij tên parastin û li derdora her kaniyekê teqez baxçe tên çêkirin. Nahêlin ku dilopek ava wan vala biçe. Av li hemû li xwezayê vedigere. Sûrehelaleya li derdora Hawaran bi tevahî xweşiktiya xwe ve li pêşiya we disekine. Dîsa bêhna gula Çinûr mirov mest dike. Rihê insan zindî dike, mezin dike. Hawarên Hewreman mînakeke pir şênber ê jiyana xwezayî ye.”
BILA XWEDÎ LI FERENCÎ DERKEVIN

Gerîla, di derbarê berhemên ku Hewremiyan derxistiye holê jî van nirxandinan dike; “Xwarinên Hewreman pir sade ne. Tevahî berhemên wan berhemên destan in. Hewremiyek li ku derê be bila bibe dizane ka wê çawa xwe xwedî bike. Derveyî viya bi destê xwe pir tişt hûnandine. Hecîce, Reştî, Piştvan, Kilaş ji vana tenê çend heb in. Ferenciya ku Hewremaniyan çêkirine di germê de insanan ji germê diparêze di sermayê de jî mirovan ji sermê diparêze. Heta di derbarê viya de çîrok jî hene. Li Ebasawa cihek heye niha jî hîn nivîs hene ji dema Osmaniyan de maye. Dema ku bi Osmaniyan re şer kirine Ferencî li xwe kirine. Dema şerê tîr û kevanande tîr tê avêtin dikeve nava ferenciyê de û dernakeve. Pir tîr jî li Hewremiyan dikevin lê namirin. Dema ku Osmanî dibînin ku Hewremî hîna jî şer dikin dibêjin; ‘Heçku du seriyên van hene. Em li yekî didin yê din bi me re şer dike.’ Vî tiştî jî di nava dijmin de tirsek ava kiriye. Belê wê demê Ferenciya ku rojane, di şeran de dihate lixwekirin niha tenê di merasîman de li xwe dikin. Ew çanda kevnare niha pir kêm maye. Pêwîst e ev were parastin.”

BEREKETA ZEHMETIYÊ: AVA SÎRVANÊ

Ji devê Gerîlayên Azadiyê ava Sîrvana ku Hewreman dixemilîne û taybetmendiyên Hewreman ên din wiha tê vegotin; “Dîsa taybetmendiyek Hewreman ew e ku li Hewremanê bax û bostan pir zêde ne. Zêdetirê xwe jî Hawarên li derdora ava Sîrvanê de ev tê dîtin. Li pir cihan mirov dibîne ku li derdora baxan bend çêkirine. Li nava wan baxan de hemû pêwîstiyên Hewremiyan wek kuz, alûçe, hencîr kurtasî tevahî pêwîstiyên Hewremiyan heye. Da ku zirarê nedin heywanan ew bend hatine bilind kirin. Viya jî girêdayîna xwezayê dide nîşandan. Cilên herêmî hîna jî ji aliyê dayîkanve tên parastin. Dîsa ji aliyê dayîkan ve wek keda dest, ribbe hinar, reçela hincir, rêçela bih û hwd. tê çêkirin. Dayîk jiyanê diparêzin. Hewreman rûyê bihuştê yê li erdê ye. Zehmetî Hewremiyan zêdetir girêdayî jiyanê dike. Jixwe tevahî karên wan jî zehmet in. Lê xwedî bawerî û xîret in. Tu kîjan fêkî bixwazî li Hewremanê heye. Ji ber ku van zehmetiyan bi xwe re bereket aniye. Fêkiyê herî mezin ê bereketê jî çemê Sirvanêye.

Ava Sîrvanê çavkaniya xwe ji joriya Jawaro digire ber bi jêr ve Miyawa, Digaga, Kirawa, Rizawa, Wanega re derbas dibe û bi ava Merîvan ve dibe yek. Ji Bindol ve Hanetalê ber bi jor diçe û ji Bilbilê heta Ebasawa diçe. Derdorê Sirvanê bi baxçeyanve hatiye xemilandin. Adeta ji vê xwezayê re xweşiktî hatiye bexşkirin.”
Gerîlayê wê di berdewamiya axaftinên xwede wiha bal dikişîne ser avhewaya Hewreman ku mirov qet nizane nexweşî çi ye; “Xweşiktiya avhewaya wê nahêle ku insanên Hewreman zû bi zû nexweş bikeve. Mirovên 60, 70 salî hîna jî li bax û baxçeyan de, hawaran de weke ciwanan kar dikin. Bi saya ava Hewremana paqij. Ka bila bibe bihar hûn wê demê bibînin. Giyayên derman wek Kerese, Werkemere, Berzeleye, Hezdeye, Benişte Kezwan şîn dibin.”

CIHÊ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN MECLÎS BÛN

Gerîla behsa 99 pîrên Hewreman dike û dibêjin ku ew jin û zilaman pêk dihatin. Gerîlayên azadiyê bi viya ve bal dikişînin ser wekheviya jin û zilam her wiha di meclîsan de pirsgirek çawa dihatin çareserkirin; “Behsa pîrên Hewreman tên kirin. Di stranên Hewremî de, di Siyaçemanan de mirov dibîne ku behsa 99 pîrên Hewreman tê kirin. Beşeke van pîran jin in. Beşekê din jî zilam in. Ev jî nîşaneya wekheviya jin û zilam e. Her wiha li Hewreman behsa merasîmên Pirşehliyar tê kirin. Çandeke pir kevnar e. Ayînên ku di dema Zerdûşt de dihatin kirin di roja me a îro de jî tên kirin. Dibe ku bi şêwazeke Îslamî be lê ya girîng ev e ku heta roja îro jî hatiye parastin. Ev ayîne destpêka biharê de tê kirin. Koka xwe digihije 2700 sal beriya niha, bingeha wê jî jiyana demokratîk e. Wan dema li Hewreman Text, Textê Sanan heye. Ev wekî meclîsekê ye. Ji bo her malbatekê kursî hene. Kî çûbe wê meclîsê li cihê yê din rûneniştiye. Li wê derê biryarên wek; ‘Em îsal çi bikin?’ girtine, li gorî pêwîstiyên wî gelî jî kar kirine. Wek genim, nok, nisk, fasulye, meyve hwd. kê çi biçîne li wê derê biryar tê girtin piştre jî ew berhemên ku derketine di nava xwede par ve dikirin. Derveyî vêya jî di wan meclîsan de pirsgirek dihatin çareserkirin.”

KEVIRÊ AŞTIYÊ

Gerîla di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rola kevirê bi navê Teweno Kumsey ên di merasîmên Pirşehliyar’de dikin; “Di merasîmên Pirşehliyar kevireke bi navê Teweno Komsey heye. Herkes di merasîman de parçeyekê ji vî kevirî digire û dibe diavêje cihê ku çandinî lê kirî. Bi vî awayî bawer dike ku wê ew kevir jê re bereketê bîne. Jixwe dema ku berhem zêde jî derketin di nava gel de tê par ve kirin. Dîsa dema ku dikevin payîzê di bin navê Pir Baba Heyranî merasîmek din çêdikin. Navê vê merasîmê jî Nişt e. Dema ku di navbera Hawarnîşînên Hewreman de acizî, xemgînî, hevdu êşandin derdikeve di vê merasîmê de diçin cem hev û ji hevdu gerdenazadî dixwazin. Jin û zilam bi hevre diçin merasîma Nişt û li vê derê bi hevre rûdinin heta êvarî sohbet dikin. Ev jî çandeke kevnar e.”

DIJMIN DIXWAZE GEL JI KEDÊ DÛR BIXE

Gerîla di berdewamiya axaftinên xwede bal dikişîne ser girêdayîna kedê a gelê Hewreman; “Dijmin nikare li ser mirovên kedkar zû bi zû hikum bike, teslîm bigire. Dijmin di ferqa vî tiştî de ye ji bo vêya jî dixwaze gelê Hewreman bielimîne hêsaniyê û ji kedê dûr bixe. Mînak li her derê Hewreman cadde çêkiriye. Bi çêkirina bendavan ve aîdê Kurdiniyê tevahî nirxên dîrokî, baxan, baxçeyan dixwaze têxe binê avê. Dixwaze dîroka Hewreman bide jibîrkirin.”

MA NE HEYF E XAKA PÎRAN DI BIN DAGIRKERIYÊ DE BE

Gerîlayên azadiyê di dawiya axaftinên xwe de behsa mînakên berxwedayînê dike û wiha bang li Hewremaniyan dike; “Li Hewreman pir mînakên mezin ên berxwedayînê hatine kirin. Li gorî ku tê behskirin di pir şeran de jin û zilam berxwedayînên dîrokî dane raber kirin. Dema ku zilam pir tên kuştin, jin da ku nekevin destê dijmin weke kom destê hev digirin û xwe diavêjin ava Sîrvanê. Bi vî awayî li ber xwe dane. Îro jî heman mînakê berxwedanê hene. Lê pêwîst e hîn mezintir bibin. Ez bang li tevahî ciwanên Hewreman dikim; Ma ne heyf e, axa pîroz a Pirê Şehriyar, Koseyê Hecîc, Hawarên Hewreman di bin dagirkeriyê de bin? Werin em dest bidin hev û li dijî vê dagirkeriyê têkoşîna xwe bilind bikin da ku em nirxên Hewreman ji nû ve şîn bikin.”