Bi wêne cihê teqîna Mexmûrê

Balafirên şer ên Tirk duh di saetên şevê de bombe li jîngehên sivîl, bax û baxçeyên sivîlan ên Mexmûrê barandibû.

Balafirên şer ên Tirk a dagirker duh di saet 00:10’ê şevê de bombe li Wargaha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê barandibû. Di bomberdûmanê de 2 welatiyên sivîl bi sivik birîndar bûbûn.

Cihê ku hatî bombekirin cihên xwedîkirina lawiran û baxçeyên penaberên Mexmûrê ne.

Her wiha ziyanek mezin gihiştibû bax û baxçeyên welatiyên sivîl ên li herêmê.