Bi hezaran jinên Myanmarî firotin Çîniyan

Li gorî raporeke ku li Bangokê weşiyayî bi hezaran jinên Myanmarî li Çînê bi rêya zewicandina bi zorê bi hatin firotin.

Tê gotin jinên Myanmarê ji mêj ve ye mexdûrên polîtîkaya yek zarokanînê ya Çînê ne.

Li Çînê ji ber polîtîkaya zarokanîna bi kontrol 33 milyon mêr zêde ne.

Ji bo ku ev valahî were dagirtin, her sal ji Kamboçya, Laos û Myanmar, Vîetnamê jin diçine Çînê dizewicin an jî bi zorê têne şandin. Gelek jin ji hêla malbatên wan ve têne zewicandin an jî dikevine nav destê bazirganên mirovan.

Li gorî rapora dibistana tenduristiyê ya cameweriyê ya Amerîkayê Johns Hopkîngs ku li Bangkokê hatî weşandin li eyalatên Kachîn û Shanê yên bakurê Myanmarê nêzî 7.500 jin bi zorê firotin Çîniyan. Lêkolîn xwe dispêre ser şahidiya jinan. Tê gotin zor li jinan tê kirin ku zarokan bînin. Di raporê de tê gotin bi giştî pêşiyên gundiyan an jî malbat di nav xwe de li hev dikin.

Li gorî raporê mêrekî Çînî bi 10-15 hezar dolaran dikare jinekê bikire.