Bi dîmenan terora Erdogan a li Washîngtonê

Nerazîbûna li hember êrîşa parêvanan a bi fermana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a di dema serdan li Washîngtonêde  ku li hember xwepêşanderên Kurd kiribû hê didome, Rojnameya New York Tîmes (NYT) detayên dîmenên parêzvanên Erdogan yek bi yek parve kir.

Di dîmenan de bal tê kişandina ser Erdogan a beriya ji wesayîtê peya bibe û piştî ku peya bû, parêzanan êrîşî xwepêşanderan kiriye.

Dema ku dîmenên hovîtiya parzvanên Erdogan a hefteya bihurî  li Washîngtonê qewimî û ji aliyê NYT’ê ve hatibû kişandin, ji nû ve hate lêkolînkirin. Di bûyerê de herî kêm 24 êrîşkar xuya dikin. Di dîmenan de 24 êrîşkarên ku hemû jî mêr in, bi awayekî pir hovane êrîşî çalakgerên ku pir ji wan kêmtirin, dike. Di dîmenan de yek bi yek parêzvanên Erdogan hatin îşaretkirin.

NRT’ê, destnîşan kir ku ji êrîşkaran 6 jê alîgirên Erdogan û yên din jî hemû parêzvanên wî ne.

Di nûçeya têde Wezarata Karê Derve jî êrîş şermezar kir de,  gelek hiqûqnasan diyar kirin ku divê ev kes bên darezandin, hat nivîsandin ku gelek ji parêzeran bi çek bûn û karta parêzvaniyê hebûn.

LI XWEPÊŞANDERA LI ERDÊ KETÎ XISTIN, GOT: “MIN XWE PARAST’

Di dîmenan de bi awayekî pir vekîr tê dîtin ku tevî ku xwepêşander li erdê jî dikevin lê hê jî parêzvan li wan dixin, her wiha hate dîtin ku ji yekê zêdetir li ser kesekê kom bûn û lêdixisin. NYT’ê diyar kir ku xwepêşandera jin a bi navê Lûcy Ûsoyan a ku êrîş li ser hate kirin, di heman demê de gelek parêzvanan êrîşî wê kirin, piştî ku kete erdê jî dîsa parêzvanan û alîgirên Erdogan derb kirin.

Weke her carê dîsa çapemeniya Tirk li pey derewan ketiye, Alpkenan Derecî yê ku bi awayekî bê guneh dan nîşanan ku “ji aliyê xwepêşanderan ve hatiye lêxistin” di dîmenan de bi awayekî vekîrî derewa wan radixe ber çavan.

Derecî yê cilê zer li ser, dema ku êrîş nû destpê dike, êrîşî jinekê dike li erdê dikeve. Derecî dema êrîşî xwepêşanderên Kurd dike, xwepêşanderkî din dema ku hewl dide xwe biparêze, dema ku mikrofona ji destê xwe tavêje ji Derecî ji serê xwe birîndar dibe. Dîsa ku weke çapemeniya Tirk qala wê dike, dî dîmanên ku hatin parvekirin de jî xuya dike ku êrîş li ser wî kesê navborî nehatiye kirin.

Di nûçeyê de bal kişand ser rewşa Erdogan a dema ku bûyer qewimî jî, li gel ku di êrîşê de Erdogan rola xwe bê alî jî bide nîşandan, di dîmenan de detayên balkêş hatin îşaretkirin. Di dîmenan de baş tê xuya kirin ku herî kêm yek parêzvanên Erdogan bi lez ber bi parêzvanên din ve diçe û bi kulm û bênan êrîşî xwepêşanderan dike.

New Yok Tîmes, destnîşan dike ku midûrê parêzvanan Mûhîs Kose piştî ku bi Erdogan re daxive û hema piştre 3 parêzvanên nêzîk ber bi xwepêşandaran ve dibezin.

Di nûçeyê de li gorî dîmenên parvekirî, piştî van kêliyan û şûnde êrîş destpê dike. Di êrîşê de parêzerekî serî rût û gir, bi kulan êrîşî xwepêşanderan kir.

Di vê demê de midûrê parêzvanan tiştna ji Erdogan re dibêje û piştî êrîşî xwepêşanderan dike û şûnde, du parêzvan dubere tên gel Erdogan û piştre jî ji xwe dikeve avahiya Sefaretxaneyê.

ÊRÎŞ PIŞTÎ KU ERDOGAN LI BER GUHÊ PARÊZVAN AXIVÎ Û ŞÛNDE DERKET

NYT’ê bibîr xist ku êrîşa li ser Kurdan pêk hat, piştî hatina Erdogan a ber sefaretxaneyê qewimiye. Hat diyarkirin ku dema di navbera  xwepêşandarên Kurd û alîgirên Erdogan de “alozî derket, di dema hatina Erdogan de, çend deqe jî derbas bû, di nava vê demê de tîmên parêzvanên Tirk li pişt xeta polîsan bûn.

Lê piştî ku li ber guhê midûrê parêvanan axaftin hate kirin û şûnde, parêzvanên din dest bi êrîşê kirin.

Di vê mijarê de ku nirxaninên protestovan Ceran Borazan hate girtin, diyar kir ku 10 parêzvan di carekê de berê xwe dan aliyê din ê rê û ev kêlî jî hatine tomarkirin û di dîman de jî xuya dikin.

Dîmen û nûçeya  rojanameyê ya têkildarî mijarê hûn dikarin bi vê lînkê binînin: https://www.nytimes.com/interactive/2017/05/26/us/turkey-protesters-attack-video-analysis.html?smid=tw-share