'Bêyî azadiya Serokatî jiyana azad nepêkan e'

Gerîlaya YJA Starê Delîla Zerdeşt: Bêyî azadiya Serokatî jiyana azad jî nepêkan e. Em milîtanên Serok Apo ne. Di rêya heqîqetê de hawariyên azadiyê ne.

Têkoşîna azadiyê mirovên bedew diafîrîne û di rêwîtiyên bêdawî de asîmanên şîn şahîdiya evîndaran dike. Gav bi gav delaliyên dayikan jiyana azad dihûnin û dîrok ji vê yekê re şahidî dike. Di her wêneyekî de rûkenî, di her dîmenekî de baweriya jiyanê heye lewra ew keç û xortên serhildêr ên Kurdistanê ne. Ew carna bi tîrêjên rojê derman dikin birînîn xwe carna jî di barîna berfê de dest didin hevdu û ji jîna bêdawî bawer dikin. Serpêhatiyên evîndaran wiha di nava bêhna gulan de destpê dike û ew bi xwe vegotina jîna xwe dikin. 

‘DI JIYANA NÛ DE DEYNDARÊ RÊBER APO ME’

Gerîla Delîla Zerdeşt yek ji wan dildaran bû ku di sala 2008’an ji bajarê Wanê berê xwe dide çiyayên azad. Di nava malbatekî welatparêz de jiyaye, hestên têkoşînê hê di temenekî ciwan de ava kiribû. Ji ber vê yekê xwesteka jîna azad berê wê dida ronahiya rojê. Dema ku hebûna xwe ango afirandina ‘Delîla’ dinirxîne cardin çavên wê dibiriqin û wiha berdewam dike; “Têkoşîna me ya azadiyê gelekî fêrker e. Her ku asta têkoşîna hindûrîn bilind dikim ji wê zêdetir hêvî, şanazî, daxwaza lêgerînê ve tijî dibe dilê min. Bi dileke wiha qewîm re ez bawerim li hember hemû zor û zehmetiyan dikarim bisekinim, lewra baweriya têkoşînê cesaretek mezin dafirîne. Dema dizivirim li pey xwe dinêrim û roja îro tînim gel hevdu dibînim ku hêza watedayîn û dîtinê gelekî xurt bûye. Lê ez dizanim di gerdûnê de çi tişt bê sedem çênabe ango mijara afirandinê wiha ye. Biryara afirandinê di wateya herî rast de zayîna Delîlayeke nûye. Ji bo jiyana nû ez deyîndarê Rêber Apo me.”
 
‘JI BO NASNAMEYA JIYANA AZAD, TÊKOŞÎNEKE BÊ EMAN BÊ DIVÊ’

Nirxên hevpar a civakî û dîrokî têkoşînek mezin hewceyî dike. Bi taybetî wek jin di nava têkoşîneke wiha mezin û afrîner de cIh girtin di nava gerîlayên jin de bawerî û cesaretek mezin dafirîne. Gerîla Delîla jî wek jin di nava Tevgera Azadiyê de bal dikşîne hêza rêxistin kirina Rêber Apo û wiha dibêje; “Nêrînên Serokatî herî zêde li ser jinan bandor dike lewra lêgerîna azadiyê herî zêde bala jinan dikşîne. Wek şikandina çerxên koletiyê ye. Balkêşe, Serokatî hîn di temenê xwe yê zarok da êşa ku jin dikşîne hîs dike. Ew dilê wî ku hemû gerdûnê digre nava xwe ji bo jin rêya xilasiyê digere lewra ew ti carî nedikarî bêmafiya dîrokî qabul bike. Şewatekî wiha mezin dijî ku tolhildana wî jî ewqasî mezin pêş dikeve. Me bi hebûna Serokatî re tenêtiya xwe derbas kir. Me zanî ku em ne bi tenê ne. Serokatî ew mirovê ku heqîqetê dibîne, hîs dike, di encama lêgerînekî bêhempa de rêya çareseriyê dafirîne û nasnameya jina azad bi têkoşîneke bêeman ava dike. Her ku ji bo gihîştina nasnama xwe têdikoşim wiha hîs dikim ku tevahiya hestên min dibe ya min.”

‘TEVGERA ME PKK’Ê TEVGEREK JI XWE DAYÎNÊ YE’

Ji bo serxistina jiyana azad fedakarî û ruhekî fedayî pêwîst dike. Tevgera PKK’ê jî di bingeha ked û hewldanek bêhempa heta roja îro têkoşîna xwe dewam dike. Gerîla Delîla jî herî zêde bi keda xwe ya jiyanê tê nas kirin û di dilê hevrêyên xwe de jî herî zêde bi vî awayî cih digre. Lewra ew, bi çanda Apo’yî ve hê di temenekî ciwan de rêya xwe diyar kiriye. Gerîlaya YJA Starê Delîla, rastiya kedkar a PKK’ê wiha dinirxîne; “Tevgera me PKK’ê, tevgerekî jixwe dayînê ye. Pêşengtiya vê yekê Serokatiya me dike. Berxwedana ku Serokatî di nava pergala êşkencê ya Îmraliyê de pêş xist mînaka herî şênber ya vê rastiyê ye. Hal ev e ku di vê mijarê de hevrêtî, têkoşîn û asta girêdanbûna xwe ya bi Serokatî re divê her tim ji lêpirsînekî kûr derbas bikim. Bi Serokatî re gihîştina rêhevaltiyek hêzdar û xurt wê bibe bingeha serkeftina têkoşîna me.”

‘RONAHIYA JIYANÊ BI SEROK APO RE DIGIHÊJE DILÊ ME’

Li dijî hemû êrîşên tine kirinê, gelê Kurd rêya heqîqetê dişopînin û bi baweriyek mezinber bi azadiyê dimeşin. Mirin, kuştin, girtin an jî her cûreyê zextê nikare bi gelê Kurd paşve gav bide avêtin. Gerîla Delîla Zerdeşt ku dema berê xwe dide qadên Bakûrê Kurdistanê hestên xwe wiha parve dike; “Her roj ji bo azadiya Rêber Apo li kolanan qîrîna azadiyê bilind dibe. Ev yek di encama keda Rêber Apo de pêk hatiye. Dayikên me di refên herî pêş de li berxwe didin, bêyî fikar tevlî têkoşîna azadiyê dibin. Gelê me heta roja îro êşên herî mezin hatin kirin,ji qirkirinan derbas bûn lê tevahiya mirovahiyê dît ku felsefaya Rêber Apo yekana rêya çareseriya şer e. Her kes baş dizane ku gelê Kurd ti carî li dijî zilmê dehaqan serî natewîne ji ber ku ronahiya jiyanê bi Serokatî re digihîje nava dilê me. Di rêwîtiya Bakur de hêviya me bi Serokatiya azad re jiyan kirin e.”

Delîla Zerdeşt ango bi navê xwe yê rast Eylem Atsak 25’ê Îlonê sala 2015’an di operasyona Şoreşgerî ya Beytûşebabê de şehîd dibe. Delîla Zerdeşt, di jiyana xwe ya şoreşgerî de di xeta Zîlanan de têdikoşe û ew, bi jiyana xwe îrade û cewhera jina azad raberî dîrokê dike.